Ji 15'ê Sibata 1999'an û vir ve kincê reş li xwe dike
Zelîha Mûhammed, ku ji ala 1986'an û vir ve nêrînên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pejirandiye, bi biryar e ku heta azadiya Ocalan kincê reş ji xwe neke.
Zelîha Mûhammed, ku ji ala 1986'an û vir ve nêrînên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pejirandiye, bi biryar e ku heta azadiya Ocalan kincê reş ji xwe neke.
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di nava 20 salan de li Lubnan û Sûriyeyê, bi rêya perwerdeyan kadroyên PKK'ê, bi rêya civînan jî gelê Rojava perwerde kir. Dema ku Ocalan li Lubnan û paytexta Sûriye Şamê bû, bi deh hezaran ji şêniyên Rojava, ji bo dîtina wî û guhdarîkirina li wî çûn cem wî. Yek ji van jî Zelîha Mûhammed e. Zelîha Mûhammed ku di sala 1986'an de têkoşîna azadiyê ya Kurd nas kir, gelek caran tevlî civînên Rêberê Gelê Kurd bû û li wî guhdarî kir.
Zelîha Mûhammed niha di nava Saziya Malbatên Şehîdan a Dêrikê de cih digire û dibêje, bi hêza ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wergirtî ew tevlî Şoreşa Rojava bûye û 5 zarokên xwe tevlî nava refên YPG'ê kiriye. Zelîha Mûhammed destnîşan kir, rojên herî bedew ên jiyana wê, rojên dîtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bû, roja herî reş jî 15'ê Sibata 1999'an e. Zelîha Mûhammed ji wê rojê ve kincê reş li xwe dike û dibêje, heta ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe, ew ê bi hemû hêza xwe bixebite.
'GELEKÎ BI HEYBET BÛ'
Zelîha Mûhammed qala dîtina Ocalan dike: "Me di sala 1986'an de partî nas kir. Xwişka min tevlî nava PKK'ê bû. Piştre şehîd bû. Dema ku me partî nas kir, mala me li Şamê bû. Mîna mala partiyê bû. Heval dihatin û diçûn. Bi her tiştên xwe em bi vê têkoşînê hatin girêdan. Di sala 1989'an de em 9 jin û 9 mêrên welatparêz çûn dîtina Rêbertî. Bi rastî jî ev 18 kes hemû dildarên partiyê bûn. Hevalan em xistin odeyekê. Me dît ku Rêbertî hatiye, em hemû silav kir. Bi rêzê me ew hembêz kir. Bi me re civînek çêkir. Li ser welatparêzî û xiyanetê, em axivîn.
Rêbertî gelekî bi heybet bû. Demeke dirêj me nekarî lê binêrin. Demeke bi vî rengî me re nîqaş kir. Civîn bi şev qediya. Dema xatir ji me xwest digot, 'di rêya xwe de bi biryar bin, ti carî xiyanetê nekin, em ê ji sedî sed bi ser bikevin'. Ji sala 1989'an û vir ve ez bi vê gotina Rêbertî dimeşim û ji niha û pê ve jî ez ê bi vî rengî bimeşim. Dara ku Rêbertî çand, êdî berhemên xwe hene û em jî van berhemên wê hêdî hêdî werdigirin. Înşaleh em ê bi ser bikevin."
'BI JINAN RE JÎ CIVÎN LIDAR DIXIST'
Zelîha Mûhammed da zanîn, dema li Sûriyeyê wî, ew gelek caran çû dîtina Rêberê Gelê Kurd û tevlî civînên gel bû. Zelîha Mûhammed bal kişand ser civînên taybet ên Ocalan ji bo jinan lidar dixist û qala yek ji van bîranînan kir, ku hêza jiyan û têkoşînê dane wê: "Roja 15'ê Sibata 1990'î şahiyek hat lidarxistin. Em çûn akademiyê. Hevalan li çiyayên Lubnanê tetbîqat dikirin. Me artêşa Kurdan li wir dîtin, gelekî pê serbilind bûn. Dayik hemû rûniştibûn û digiriyan. Dibe ku zêdeyî 20 hezar kes lê amade bûn.
Ji nişka ve Rêbertî hat ket nava gel. 4-5 saetan civînek pêk anî. Dûre sibehê saet di 8'an de bi jinan re civîneke cuda lidar xist. Di civînê de hem li ser têkoşîna giştî hem jî li ser têkoşîna jinê axivî. Qala wê yekêk irin, ku jin bi çi rengî dikarin nêrînên xwe di nava civakê de bide guhdarîkirin. Hevala Sakîne Cansiz (Sara) hê nû ji girtîgehê derketibû. Ev civîn jî ji aliyê Hevala Sakîne ve hat kirin. Hevala Sakîne did estpêka axaftina xwe de qala zilma dewleta Tirk û zilma li bindestan tê kirin, kir. Piştre li ser berxwedana jinê axivî. Qala wê kir, ku divê jin xwe çawa ji şer re amade bikin û zarokên xwe çawa weke şoreşgeran mezin bikin."
'ROJA MIN A HERÎ REŞ 15'Ê SIBATÊ YE'
Zelîha Mûhammed destnîşan kir, ku rojên wê yên herî bedew rojên dîtin û guhdarîkirina li Rêberê Gelê Kurd e û got, "Roja min a herî reş û tarî jî 15'ê Sibatê ye. Qet nedihat bîra min ku Rêbertî rojekê dîl bê girtin." Mûhammed qala wan rojan dike: "Em hingî di nava gel de dixebitîn. Xebatkarên eniyê li me geriyan. Gotin ku Rêbertî hatiye girtin. Wê çaxê gelek kes nexweş ket. Ez bi xwe jî 8 rojan li nexweşxaneyê mam. Mîna tevahiya dayikan û tevahiya gelê me, bandor li min jî kir.
Dewletê cîhanê ji bo dîlgirtina Rêberê me, bûn yek. Dewletên ku ji bo berjewendiyên xwe yên îro, qaşo dibêjin alîkariyê li Rojava dikin; Amerîka, Rûsya hemû di nava vî karî de bûn. Ji nêrînên Rêbertî tirsiyan. Rêbertî ev roj didît. Wî hêzeke welê da me, ku me jî piştî dîlgirtina wî rê û têkoşîna xwe dewam kir."
'JI KOMPLOYA NAVNETEWEYÎ Û VIR VE KINCÊ REŞ LI XWE DIKE'
Zelîha Mûhammed ku kincê reş lê ye, da xuyakirin, ku ji 15'ê Sibata 1999'an û vir ve wê ji bilî reş, kincê ji rengekî din li xwe nekiriye û got, "Dema Rêberê me hat girtin, roja me tarî bû. Ji wê rojê ve ez kincê reş li xwe dikim. Piştre tevî çend hevalên xwe me soz dan. 3 jinên ji Dêrikê, 2 jinên ji Girkê Legê, me gotin, heta Rêberê me azad bibe, em ê kincê reş li xwe bikin. Roja azadbûna Rêberê me wê ji bo me cejn be û hingî em ê kincên rengîn li xwe bikin.
Niha gelek heval tên dibêjin 'dayê, êdî kincên xwe yên reş biguherîne'. Ez jî ji wan er dibêjim, 'heta ku dilê dayika we yê bi dîlgirtina Rêbertî reş bû, bi azadiya wî ronî nebe, ez ê kincê xwe neguherînim. Heta ku Rêberê me di nava çar dîwaran de be, ez ê kincê reş ji xwe nekim."
Zelîha Mûhammed di dawiya axaftina xwe de got, "Em ê ji bo azadiya wî bixebitin. Bila Amerîka, Ewropa û dewletên din dengê me bibihîze. Em dîlgirtina Rêber Apo qebûl nakin. Bila êdî bes bibin şirîkê sûcê dewleta Tirk. Ji bo hemû jinên Kurd û mirovahiyê, em ê li dora Rêberê xwe xurtir bibin. Bi hêza ji wî digirin re em ê têkoşîna xwe xurtir bikin."