HPJ: 8'ê Adarê wê di navbera jinan de bibe pir û mohra xwe li sedsalê bixe

Fermandariya Hêzên Parastina Jinên Rojhilatê Kurdistanê (HPJ) têkildarî 8’ê Adarê daxuyanî da û diyar kir ku wê 8’ê Adarê di navbera jinan de bibe pir û mohra xwe li sedsala 21’emîn bide

Fermandariya HPJ’ê destnîşan kir ku azadî ji dîrokê heta niha di encama berdelên pir mezin de hatiye bidestxistin û wiha got: “8’ê Adarê ku roja îro em wekî ‘Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê’ bi bîr tînîn û bi xwedîderketinek pir mezin em pîroz dikin, di encama berdelên pir giranbiha hatiye bidestxistin. 129 jinên ku di fabrîqayê de bi awayekî hovane hatine şewitandin yek ji eyba rûyê pergala mêrên serwer a desthilatdar e pir eşkere careke din kifş kir. Li hember vê tevkujiyê û zordariya derveyî mirovahiyê jinên ku xwedî çanda têkoşer in asta têkoşîna xwe zêdetir û berbelav kirin. Di encama wê de ji sala 1917’an û vir ve 8 ê Adarê bû sembola wan jinên ku bûn ‘Xwelî’ yên ‘Ar’ ku bi çirûskê xwe hêz dan jinên li pey wan ala têkoşînê ber badan. 8 ê Adarê bû Roja Jinên Kedkar ê Cîhanê. Bi saya tevgera azadiyê ku xwe bi ramanên Rêber Apo birêxistin dike ve hîn zêdetir navoraka wê hatiye dagirtin û xwedî lê derketinek hîn mezintir çêbûye. Di encama çanda berxwedêr û azweriyên de ku jinên kurd bi dest xistine ev roj di seranserê cîhanê de hîn zêdetir rojevî bûye. Bi taybet sedsala 21’emîn ku Rêber Apo wek sedsala jinan pênase kir ev yek pir eşkere derket holê. Tevgera jinên azad ku ji jinên cîhanê re bûye sembol û model, pêşengtiya wê dike. Têkoşîna me jî vê eşkere dide xuyakirin ku textê pergala mêrên serwer ê desthilatdar diheje. Êdî wê bi hêsanî nikaribin bi polîtîkaya xwe yên qirêj ve êrîş bibin ser jinan. Mecbûr in ku hesaba îradeya jin bikin. Êdî jin ne ew kesên ku serî tewandî û mexdûr in. Êdî jin ew îrade bi dest xistine ku hesabê xwe ji mêrên serwer ê rojevî û yê dîrokê ku rastiya wan tarîtiyê de hiştiye, bixwazin."

'MÎMARÊ DIRÛŞMA JIN, JIYAN, AZADÎ RÊBER APO YE'

Di daxuyaniya xwe de Fermandariya HPJ’ê da zanîn ku pergala mêrên serwer ê desthilatdar ji hêz û yekgirtîbûna jinan gelekî ditirse û bi van hevokan bal kişand ser serhildanên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê:

“Di fersendên herî biçûk de jî dixwazin derbê lê bide ango vê hêzê kêm bikin. Ji ber vê êrîşî pêşengên tevgera azadiya jinê dike. Lê vê ya nizane ku her jinên têkoşer tova xwe berdaye vê axê ku li pişt wê bi sedan, bi hezaran şopdarên din derbikeve û pergala desthilatdar hesaba vê yekê nekir û 16’ê Îlona 2022’yan de jina kurd Jîna Emînî qetil kir. Di encamê vê qetlîamê de bi pêşengtiya jinên; Kurd, Fars, Beluc, Ereb, Ezer û giştî pêkhateya gelên Îranê  bi dirûşmeya ‘JIN JIYAN AZADÎ’ serhildanek domdar dest pê kir. Ev pêla şoreşa jinan ku xwe di bin dirûşmeya ‘JIN JIYAN AZADÎ’ de birêxistin kirin berbelavê seranserê bajarên Rojhilatê Kurdistan, Îran û gelek deverên cîhanê bû. Bêguman jixweber ev dirûşma pêş neket. Mîmarê van peyvên efsûnî Rêber Apo ye. Ev yek encama paradigmaya Rêber Apo ku di nav şaneyê civakê de û bi taybet jî di civaka Kurd de belav bûye, bû. Li hember van rabûnan rejîma Îranê naxwaze dev ji serweriya xwe ya li ser jinan berde, dev ji zewaca temen biçûk, sixe û zewacên spî, berde. Lê êdî pêwîst e bizanibe ku ev rabûn li hember van kiryarên paşverû ne. Di roja me ya îro de pir aşkera ye ku pergala rejîma Îranê ji jin û gelan re nabe bersiv. Îranê tenya bi guhdayîna daxwazên jin, ciwan, gelan û Îraneke demokrat wê bikaribe pirsgirekên jin, ciwan û gelan çareser bike û bibe bersiv. Ger van kiryarên xwe berdewam bike û gavên demokratîkbûnê neavêje wê nasnameya antî-demokratîkbûnê jî derbas neke. Ev yek jî wê bi Îranê bide windakirin.” 

'ÊDÎ TI HÊZ NIKARE LI BER VAN GAVAN BISEKINE'

Fermandariyê ragihand ku Îran jî parçeyek Şerê Sêyemîn a Cîhanê ye û ev nirxandin kir: “Îran tenê bi guhdayîna daxwaza jinan û gelan wê bikaribe xwe ji qeyran û tehrîman rizgar bike. Êdî tu kes û tu hêz nikare pêşiya van rabûnên mafdar bisekine. Ev yek wek rîşê darê berbelav bûye. Hêzên desthilatdar ku hebûna Kurd dixistin niqaşê îro bi xwe dibînîn ku giştî derdor û gelên cîhanê bi dirûşmeya bi Kurdî rabûn ser pêyan, bi yekdengi qîriyan û wergerandin gelek zimanên din. Em wek HPJ’ê dijberî hemû cur tundûtûjî yê li hember jin û civak in. Ji bo wê jî ji bo ku parastin û ewlekariya xwe bi dest bixin xwe birêxistinkirin pêwîst dike. Bi awayekî ji xwe bawer tevbigerin. Di serhildana şoreşa jinê de asta xwe baweriya heyî ji bo jinên cîhanê bû nimune. Êdî giştî jin bi taybet jinên Kurdistanê, jinên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bi vê baş hesiyan ku bêyî ku yekgirtîbûn hebe, bêyî ku pergala xwe parastinê hebe, bêyî ku xwe bi xwe pey azadiya xwe bikeve ne pêkan e ku bikaribe jiyana xwe bidomîne. Ji ber vê yekê jî pêwîst dike her jinek li ku derê dibe bila bibe; di nav malê de, di kuçe û xiyabanê de, di taxan de, di dibistanan de, li cihên kar bigre heya her derê pergala xwe ya parastinê çêbikin. Dema em bi vê hişmendiyê rabûn, rûniştin û jiya hingî wê demê tu mêrê serdest û pergal nikare li hemberî me raweste, wê nikaribe êrîşê îrade û hêza me bike. Ji ber pir eşkere ye ku em ê tenê bi xwestinê nikaribin azadiyê bi dest bixin. Em ê azadiya xwe bi têkoşîn, yekgirtîbûnek mezin bi destê xwe bi dest bixin.”

'RÊYA YEKANE YEKBÛYÎNA JINAN E'

Fermandariya HPJ’ê daxuyaniya xwe bi van hevokan bi dawî kir: “Dîsa bi munasebeta vê roja binirx em şehîdên doza azadiyê, şehîdên şoreşa jinê ya Rojhilat û Îranê, gelê me yê ku di encama erdhejê de jiyanê xwe ji dest dane û jinên ku bûnê sembola vê rojê bi bîr tînîn. Em ê bi biryardariyeke pir xurt bibin şopdarên wan. Û diyar dikin ku yekane rêya êşa hevhîskirin, bûyîne piştevaniya hev, hêzeke yekpare derxistin, bi avakirina pira yekgirtîbûna jinan pêkan e. Bi vî rengî em ê bikaribin bi rengê jinan ve cîhanê jî ber bi azadiya rasteqîn ve bikişînîn. Em vê roja binirx di serî de li Rêber Apo, jinên berxwedêr û giştî jinên cîhanê pîroz dikin. Bi îdaya ku em ê hemû rojan bi nirxê 8’ê Adarê ve dagirin bijîn, destnîşan dikin. Jin Jiyan Azadî; wê ev dirûşm bibe reçeteya azadiya jinan. Em 8’ê Adarê diyarî hemû jinên rojhilatê Kurdistan û jinên serhildêr ên Îranê dikin.”