Hêlîn Umît: Hevala Zîlan pîvan e
Endama Komîteya Navendî ya PKK'ê Hêlîn Umît anî ziman ku Zîlan pîvana jiyanê û xeta çalakiya fedaî destnîşan kiriye û got, "Hevala Zîlan kesayeteke ji pîvanan e."
Endama Komîteya Navendî ya PKK'ê Hêlîn Umît anî ziman ku Zîlan pîvana jiyanê û xeta çalakiya fedaî destnîşan kiriye û got, "Hevala Zîlan kesayeteke ji pîvanan e."
Endama Komîteya Navendî ya PKK'ê Hêlîn Umît beşdarî Bernameya Taybet a Medya Haber TV bû û hem şerê gerîla yê li dijî dagirkeriyê nirxand, hem jî bal kişand ser girîngiya kesayetiya Zîlan a ji bo tevgera azadiyê.
Hêlîn Umît anî ziman ku sala 2022'an ji bo sîstema şerê taybet a dewleta Tirk bû saleke welê ku ji bo serxistina sîstema qirkirinê ya Îmraliyê plansazî amade kir û got, "Saleke taybet e. Bêguman pêwendiya xwe bi planên sala 2023'an heye. Sîstema dewletê ya Tirk bi tasfiyekirina hêzên azadiyê yên Kurdistanê dixwaze dest bi sala 2023'an bike. Ji bo vê jî li Îmraliyê destpê kir û bi vê sîstema qirkirinê êrişên faşîst ên giran dibe ser civakên Kurdistanê û Tirkiyeyê. Lewma têkoşîna ku di vê pêvajoyê de tê dayin ji her alî ve wate û qîmetê xwe zêde ye."
Hêlîn Umît destnîşan kir ku li Zap, Avaşîn, Metîna û Xakurkê yek ji berxwedan û têkoşînên herî bi heybet ên parastinê yên dîrokê tê kirin û gerîlayên ku di vî şerî de cih digirin bi hezkirina silav kir û şehîd bi minet bi bîr anî.
'ŞEREKÎ DI ASTEKE GIRAN DE YE'
Hêlîn Umît got, "Şerekî di asteke giran de diqewime. Bi giranî ji bo şerên ku dewlet li dijî gerîlayan dimeşînin gotina 'şerê di asta kêm de' tê bikaranîn. Lê belê rastiya şerê ku em niha dikin asta xwe kêm nîne. Dewleta Tirk bi her cûre çekên NATO'yê li dijî me şer dike. Eger ne ji piştgiriya hêzên navneteweyî bûya nedikarî sînoran binpê bike û ji bo dagirkirinê êrîş bike. Li devereke din a cîhanê ev yek nîne. Vaye me li Ûkraynayê dît, qiyamet rakirin. Dema ku li cihekî sînor hinekî tê binpêkirin, dibe sedema krîza navneteweyî. Nobedarên van sînoran hene. Nobedarên giştî yên van sînoran jî Neteweyên Yekbûyî û NATO ne."
'KERIYEK JI KUJERAN AVA KIRINE'
Endama Komîteya Navendî ya PKK'ê Hêlîn Umît destnîşan kir ku şerê li Metîna, Avaşîn û Zapê tê kirin di asta erdhejê de bandorê li Tirkiyeyê dike û got, "Windahiyên xwe eşkere nakin. Ji xwe keriyek ji kujeran ava kirine."
Hêlîn Umît diyar kir ku yên niha li dijî wan şer dikin artêşa ji kujeran e ku ji bo pereyan şer dikin û wiha axivî, "Bifikirin, tenê ji bo pereyan mirovan dikujin. Lewma yek ji xiyanetên herî mezin ên ku faşîzma AKP-MHP'ê li vî welatî kiriye ev e; civak kiriye êsîrê pereyan. Li Tirkiyeyê îro tiştek nîne ku bi pereyan nikaribe bê kirîn. Gelo, exlaq, ol, îman ev e? Ev yek bi rastî jî rewşeke tirsnak e. Lewma dikarin windahiyên xwe yên leşkerî eşkere nekin. Bi peyman e, ji bo pereyan dijî, şer dike û dimire. Ew jî li gorî dilê xwe wan servîs dike."
'DIXWAZIN CIVAKÊ TESLÎM BIGIRIN'
Hêlîn Umît diyar kir ku dijmin derbeke girîng xwariye, lê belê şer hînê dewam dike û got, "Divê kes xwe sist neke. Em di wê baweriyê de ne ku hevalên me wê teqez bi ser bikevin. Hevalê me Şehîd Bager jî di axaftina xwe ya dawî de ev yek gotibû. Ji peyamên ku hevalên me li eniya şer dikin, tê fêhmkirin ku di vî şerî de bi ser ketine. Lê belê divê civaka me jî zanibe ku ev êrîş êrîşeke topyekûn e. Belê şer li Zap, Avaşîn û Metînayê giran bûye, dijmin dixwaze li van deveran encamê bi dest bixe. Di şexsê gerîlayên YJA Star û HPG'ê de dixwaze hêzên azadiyê yên li Kurdistanê tasfiye bikin. Dixwazin PKK'ê tasfiye bikin. Dixwazin ji wê derê ve sîstema qirkirinê ya Îmraliyê bibin serî. Lê belê armanca wan a esasî tasfiyekirin û teslîmgirtina civakê ye. Lewma gelê Kurd divê li her cihî têkoşînê mezin bike."
SALA 30'EMÎN A ARTÊŞBÛNA JINÊ
Di dewama axaftina xwe de endama Komîteya Navendî ya PKK'ê Hêlîn Umît bi bîr xist ku ew di sala 30'emîn a artêşbûna xwe ya jinê de ne û got, weke artêşeke jinê gelekî girîng e ku 30 sal in li Kurdistanê û Rojhilata Navîn têdikoşin.
Hêlîn Umît ragihand ku ev yek bi keda Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji aliyê gelê Kurd ve hatiye afirandin û got, "Di serî de hevalên Zîlan û Sema, sparteya bingehîn a şehîdên me yên jin, hevrêtiya bi Rêber Apo re ye. Ji bo herdu kadro û hevrêyên me yên pêşeng, hesta esasî ya ku rê da pêşiya çalakiyên wan, têkildarî êrîşa li ser Rêbertî bû. Hevala Zîlan teqîna sala 1996'an a li Şamê ji kûrahî ve hîs kir û hewl da bersivê bide vê yekê. Hevala Sema jî dema ku mirov bi baldarî nameya wê bixwîne, dibîne ku ew jî li hemberî komplo û êrışa sala 1998'an a li dijî xeta Rêbertî li bersivekê digere û dixwaze di kesayetiya xwe de jinên Kurd hemûyan bikişîne nava têkoşînê."
JI JINAN DESTPÊ KIR, JI BO TEVAHIYA CIVAKÊ BÛ PÎVAN
Hêlîn Umît bi bîr xist ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo Zîlan got 'çanda xwedawendiyê' û wiha dewam kir, "Girîng e li ser hevala Zîlan bê rawestîn. Hevala Zîlan li dijî kê bi hêrs bû? Li dijî qirkerî û mêtingeriyê bi hêrs bû. Di nameya xwe de got, "Li dijî êrîşên emperyalîzmê yên ku jinan dike kole, dixwazim hêrsa xwe nîşan bidim'. Di vir de ne tenê mêtîngeriya qirker heye, her wiha li dijî 'jin a kolekirî' ya ku modernîteya kapîtalîst afirandiye, helwest tê nîşandan. Yanî pîvaneke nû diafirîne. Di şexsê hevala Zîlan de çanda xwedawendiyê bi vî rengî nû dibe. Çanda xwedawendiyê tê wateya jiyana li dora jinê. Tê wateya pîvanên jiyanê. Hevala Zîlan jî li Kurdistanê ji jinê destpê kir û ji bo tevahiya civakê bû pîvan. Pîvana hezkirinê nîşan da. Pîvana jiyana bi hev re destnîşan kir. Pîvana jiyanê nîşan da. Hevala Zîlan kesayeteke pîvanan e. Lewma çanda xwedawendiyê nû bû."