Helbestvanê şoreşê, evîn û azadiyê: Şêrko Bêkes

Şêrko Bêkes nêzî 30 dîwan û pirtûkên helbestan nivîsand, demekê pêşmergetî kir, bû penaber û li Başûr bû wezîrê rewşenbîriyê. Bêkes bi pênûsa xwe di wêjeya nûjen a Kurd de bû pêngavek.

Helbestvanê navdar ê Kurd  Şêrko Bêkes ku di 73 saliya xwe de koç kir, 7 sal in bi berhem û navdariya xwe dijî. Di ser koçkirina Bêkes re 7 sal borîn. Lê bi helbestê xwe û berhemên xwe her dem xwe zindî dihêle. 

Helbestvanê navdar ê Kurd Şêrko Bêkes di 2 Gulana 1940’an de li taxa Goyjeya ya Silêmaniyeyê hatiyê dinê. Lawê helbestvanê navdar Faîq Ebdilla Bêkes û Şefîqe Seîdî Westa Hesen bûye. Bavê Şêrko Bêkes, Faîk wek paşnavê xwe bêkes bû. Kalê wî di 1911’an de ji Bexdayê hat sirgûnkirin û wê demê Faîk Bêkes 7 salî bû. Çend sal şûnde dayika xwe wenda kir. Di sala 1930’an de Faîk li ser welatê xwe yê Bêkes helbest û sirûd xwend. Kurê wî Şêrko jî ji ber vê yekê gelek bi şans bû. Şêrko bi salan şûnde dê bigota ‘Li mala me find tine bû, em bi helbestan ronî dibûn’. Faîk Bêkes mamoste bû, li gelek bajarên Kurdistanê, gund û bajarokan digere. Lê Şêrko jî wek bavê xwe bêkes dimîne. Bavê wî Faîk Bêkes di 1948’an de jiyana xwe ji dest dide. Dayika wî Şafîqe xanim, kurê xwe Şêrko bi helbest û çîrokan mezin dike. Şêrko piştgiriya dayika xwe ya ji bo hezkirina helbest û Kurdî dê her tim bigota.

BI CIWANÎ DEST BI HELBESTÊ KIR

Helbestvan û niviskarê Kurd Şêrko Bêkes xwendina xwe ya seretayî û navîn li bajarê Silêmaniyê û Bexdayê xwendiye. Bêkes di temenê ciwantiya xwe de dest bi nivisandina helbestan kir. Bêkes di 17 saliya xwe de yekemîn helbesta xwe di heftenameya bi navê Jîn li Silêmaniyê belav kir. Helbestvanê Kurd Şêrko Bêkes xwendina xwe ya Zanîngehê li paytexta Iraqê li bajarê Bexda qedand. Şêrko Bêkes yekemîn dîwana helbestên xwe di sala 1968’an de di pirtûka bi navên “Tîrifey Helbest” berhev kir. Di van salan de di bin bandora Goran û hosteyên din de ma. Xwendevanên wî sitîla wî û zimanê wî cara yekemîn di dîwana wî ya “Min Tînwyetîm be gir deşkê” a di sala 1973’an de hat weşandin de keşf kir. Di sala 1970’an de bi komek nivîskar û helbestvan re danezeneke bi navê ‘Rîwange’ weşandin. Armanca wan ev bû ku wêjeya Kurdî modern bibe.

DENGÊ ŞOREŞÊ 

Şêrko digot, ‘Ez dinivîsim, ji bo aciziya ziman sivik bikim, ji bo aciziya xwe sivik bikim, lê ew ji bo piştgiriya bo hezkirina helbestê, hezkirina gel bû’ û di 1965’an de tevlî nav refên pêşmergeyan bû. Bi salan di radyoya ‘Dengê Şoreşê de’ xebitî. Deng û helbestên Şêrko di guhê pêşmergeyan de bû. Dengê Şoreşê li kûrahiya Newala Balekiyan, li şikeftekê weşan dikir. Radyoya yekane dengê Başûrê Kurdistanê ya pêşmergeyan bû. Di sala 1965’an de ciwanek digot, ‘Vir cihê dengê şoreşê ye’ helbestan dixwîne. Ew dengê li çiyayê Kurdistanê deng da, 50 salan li Kurdistanê bû dengê şoreşê, dengê helbestê.

JIYANEK TÊR Û TIJÎ

Bêkes ligel çend nivîskar û helbestvanên Kurd kovareke bi navê Rwanya derxistin. Piştî têkçûna şoreşa Îlona 1974’an hikûmeta Iraqê Bêkes şand sirgunê, bo Başûrê Iraqê bajarê Rumadî, hat dûrxistin. Lê vê carê jî hikûmeta Iraqê, Bêkes ji bo 4 salan şand sirgunê. Bêkes, di sala 1984’an de beşdarî serhildana li Başûrê Kurdistanê bû. Careke din li çiyayên Kurdistanê dikeve û bû pêşmerge. Bêkes, di 1986’an de ber bi derveyî welêt wek penaber çû Îtalya û Swêdê. Li Swêdê bû endamê Komeleya Nivîskarên Swêdê û PEN a Swêdî. Di 1979’an de Bêkes vedigere Silêmaniyê. Di 1991-1992’an de li yekem kabîneya hikûmeta Herêma Kurdistanê dibe wezîrê rewşenbîriyê, lê piştî wezîriya du salan, ji ber nedemokratîkbûna parlamenê wî îstifa kir û vegeriya Swêdê. Di sala 1998’an de li Silêmaniyê ligel komeke nivîskar û rewşenbîran Dezgehê çap û pexşê Serdem saz kir û Bêkes bû serokê dezgehê.

ÇINARÊ MEZIN BI NEXWEŞIYA PENCEŞÊRÊ JI GEL ME KOÇ KIR

Şêrko Bêkes di 4’ê Tebaxa 2013’an de ji ber nexweşiya penceşêrê li nexweşxaneya Karolinska a Stockholmê ya paytexta Swêdê diçe ser dilovaniya xwe. Şêrko Bêkes ji beriya biçe ser dilovaniya xwe wesiyatnameya xwe nivisîbû. Bêkes diyar kiribû di şîna wî de bila tenê muzîk hebe û gotibû: “Min li Parqa Azadî ya Silêmaniyê li abîdeya şehîdan a di sala 1983’an de hatiye avakirin de veşêrin. Li wir dê bêhna min neçike. Jinên ciwan, mêrên ciwan, hezkiriyên hev dê bibin mêvanên min.”

Helbestvan û Nivîskarê Kurd Şêrko Bêkes li parka Azadî ya Silêmaniyê hate veşartin û weke gotina wî her rojên Înê evîndar diçin serdana helbestvanê nemir Şêrko Bêkes. 

Şêrko Bêkes zêdetirî 30 dîwan û pirtûkên helbestên xwe belav kiriye ku yên herî berbiçav ev in:

Xaç û Mar û Rojjimêrî Şaîrêk
Derbendî Pepûle
Rengdan
Kursî
Goristanî Çirakan
Êsta Kiçêk Nîştimanime
Pirtûka wî ya herî dawî jî “Bilezîne-Vaye mirin gihîşt” bû.

Hinek ji helbestên Şêrko Bêkes bi Erebî, Tirkî, Farisî, Îngîlîzî, Swêdî, Danimarkî, Fransî, Îtalî û Almanî hatine wergerandin.

Şêrko Bêkes di sala 1999’an de di 15’ê Sibatê de dema Rêber Abdullah Ocalan radestî Tirkiyeyê hat kirin, di ekranên Med TV de ev helbest qêriya: 

“Ev der Silêmanî ye, ev çend roj e xemginiyeke mezin li ser vî bajarî heye. Li ber çavên cîhanê Ocalan girtin, lê nekarin ruhê kurdan teslîm bigirin. Amedê çawa ji Silêmaniyê diqetînin, Newroz çawa bê agir dibe? Gola Wanê çawa dikarin ziwa bikin? Ev der Silêmaniyê ye, hemû dilên vî bajarî wek sêveke darekê dilerizin, ji bêkesiya gelekî re xemgîn dibin. Ev xemginiyeke neteweyî ye, min xewna perperokekî dît. Ez digirim û çavên min li Amedê ye.”

LI BAKUR AGIRÊ ŞOREŞÊ

Helbestvan û Nivîskarê Kurd Şêrko Bêkes li ser grevên birçibûnê yên girtîgehên Bakurê Kurdistanê ji bo tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan dawî bibe jî wiha diqêrî: “Li Bakur agirê şoreşê bilind dibe. Bedenên birçî nîşan dan ku Kurd bi şer û zextan naqedin.”