Hejmara welatên ku ji aliyê jinan ve tên birêvebirin hîn gelekî kêm in

Li welatên Ewropayê ku jin li gelek qadan li gorî mêran hîn bi rengekî kêm tên temsîlkirin, bi hilbijartinên Yewnanistanê re 8 serokwezîr û serokkomareke jin hene.

Li Yewnanistanê di dengdana doh de ya li Parlamentê, Ekaterînî Sakellaropoûloû ji bo Serokkomariyê hatibû hilbijartin. Piştî ku Ekaterînî Sakellaropoûloû ji bo vê wezîfeyê hate hilbijartin, hejmara welatên Yekîtiya Ewropayê yên ji aliyê jinan ve tên birêvebirin bû 8. Li gelemperiya parzemîna Ewropayê jî bû 12 welat ku ji aliyê jinan ve tên birêvebirin.

HERÎ ZÊDE MERKEL LI SER WEZÎFEYÊ MA

Li gel wezîfeyên sembolîk ên weke Serokkomariyê, li gelek welatan jin serokwezîr in. Di nava van de ya herî zêde vî karî dike jî Serokwezîra Elmanyayê Angela Merkel e. Merkel ku di asta federal de li Elmanyayê yekane jin a serokwezîr e, di sala 2005'an de piştî hilbijartinên giştî yên pêşwext dest bi vê wezîfeyê kiribû. Merkel ku niha welatê herî xurt ê Ewropayê bi rê ve dibe, ji aliyê Forbesê ve weke 'jin a herî xurt a cîhanê' hate nîşandan. Merkel wê heta sala 2021'ê vî karî bike.

LÎDERÊN DIN ÊN JIN KÎ NE?

Tevî Ekaterînî Sakellaropoûloû û Angela Merkel, li 10 welatên din jî jin dewletê bi rê ve dibin. Li Belçîkayê piştî ku Charles Mîchel ji wezîfeyê dûr ket, Sophîe Wîlmes bi rengê demkî ji bo Serokwezaretiyê hate tayînkirin. Wîlmes li welatê xwe yekem jin e ku wezîfeya serokwezaretiyê dike.

Li nava 47 welatên Konseya Ewropayê, Yewnanistan jî di nav de li 5 welatan jin wezîfeya serokkomariyê dikin. Li Hirvatistanê Kolînda Grabar-Kîtarovîc ku di sal 2015'an de ji bo serokkomariyê hate hilbijartin bû yekem jin ku vê wezîfeyê li welatê xwe kir.

Li Estonyayê Kerstî Kaljûlaîd, li Slovakyayê Zûzana Capûtova û li Gurcistanê jî Salome Zoûrabîchvîlî ji bo serokkomariyê hatin hilbijartin.

Li gelek welatên din ên Ewropayê jin li wezîfeya serokwezaretiyê ne. Li Danîmarkayê Mette Frederîksen di hilbijartinên par de hate hilbijartin û bû serokwezîra herî ciwan a welatê xwe.

Li Fînlandiyayê Sanna Marîn a 34 salî di 10'ê Kanûnê de bû serokwezîr.

Li Norwêc, Îzlanda û Sirbistanê jî jin serokwezîr in.