Hejmara nû ya Newaya Jin derket

Hejmara nû ya kovara jinê ya mehane Newaya Jin derket ku bi Kurdî û Tirkî weşanê dike.

Hejmara 157'an a rojnameya Newaya Jin bi manşeta "Dijminên jinê û civakê wê têk biçin" derket û di manşetê de qala têkoşîn şervanên enternasyonalîst Alina Sanchez a ji Latîn Amerîkayê û Anna campbell a Îngilîz ku berê xwe dabûn Şoreşa Rojava.

Rûpelên Kurdî yên hejmara 157. a rojnameya Newaya Jin ji van nivîs û gotaran pêk tê:

Hevpeyvîna Dilar Nisêbînî bi dayika Efrînî Fewziye re.

Gotara "Vejîna rojê bi zayîna jinê Ezda ye" ya Çîgdem Zeylan, gotara "Ji bo zarokan ti der ne ewle ye" ya psîkolog Bêrîvan Zîn Zal.

Portreyên jinên Kurd ên di dîrokê de deng vedan, ku ji aliyê Berjîn Têkoşer ve hatiye amadekirin.