Hejmara 21’emîn a Jineolojiyê derket

Hejmara 21’emîn a kovarê Jineolojiyê derket. Kovar diyarî jinên Êzidî hate kirin.

Hejmara 21’emîn a kovarê Jineolojiyê derket. . Kovar diyarî jinên Êzidî hate kirin ên ku ligel fermana 74’an dev ji Şengalê bernedan û ji bo avakirina civakeke demokratîk, ekolojîk, xweser û xwe dispêre azadiya jinan li ber xwe didin. Di kovarê de bi navê ‘Mêtingeriya li ser xeta olê û polîtîkayên qirkirina jinê’ dosyeyek heye.

Di kovarê de li ser civaka Êzidî,  bi taybetî li ser baweriya Êziditiyê mêtingeriya li ser xeta olê û polîtîkayên qirkirina jinê jî hatiye sekinandin.

Di kovarê de li ser navên ‘Deshilatdariya di bin çarşeva olê de, Kolonyalîzma navxweyî Dêrsim û erdnîgariya Kurdistanê, Şîddeta hawirdorê ya patrîarkal, Kolonyalîzm, Ol û şîddeta li ser jinên reşik, Fermana 74’emîn û li Şengalê qirkirina jinan, Olperestî û feraseta azadiyê’ jî tê de gelek nivîsên cihê hene.