Hejmara 152'an a Newaya Jinê derket

Hejmara 152'yan a rojnameya jinê ya mehane Newaya Jinê bi manşeta "şoreşa jinê deynê me ye" derket.

Rojnameya mehane ya jinê Newaya Jinê ku geşedanên li Kurdistanê û li cîhanê ji pencereya jinê bi Kurdî û Tirkî şîrove dike bi hejmara xwe ya 152'yan derket.

Hejmara Mijdarê ku bi manşeta "şoreşa jinê deynê me ye" bi nivîsên xwe yen bi naveroka Kurdistan, Tirkiye, Rojhilata Navîn û cîhanê derket.

Çîgdem Dogû ku encamên Kongreya 8. a KJB'ê bi xwendekaren xwe re par ve kir diyar dike ku li Rojhilata Navîn geşkirina şoreşa jinê peywir, berpirsyarî û deynê jinê ye.

Encamên pêngava azadiyê ya bi rizgariya Reqayê derketin holê Zerya Gul bi sernavê "li paytexta tarîtiyê bayê azadiyê" nivîsiy. Gul diyar dike ku QSD ya bi pêşengiya YPG, YPJ, şervanên YJŞ'ê yên ku ji Şengalê hatin û komên enternasyonal li heman eniyê hêviya gelan veguherandine rastiyê.

Her wiha gelek navên din ên wekî Mihrîban Ersoz, Hacer Altûnsoy, Zîlan Diyar, Rojda Yildirim, Şukran Sîncar bi nivîsên xwe yên dewlemend rengê xwe dane kovarê. 

Di kovarê de hevpeyvîneke têr û tije ya bi hevseroka PJAK'ê Zîlan Vejîn re jî heye.