HDP'ê serdana Oz kir ku çawişê pispor ê Tirk êrişî wê kiribû

Meclîsa Jinan a HDP'ê serdana Rahîme Oz kir ku çawişekî pispor ê Tirk êrişî wê kiribû.

Di daxuyaniya Buroya Çapemeniya Jinê ya HDP'ê de wiha hate gotin:

"Berdevka me ya Meclîsa Jinê Ayşe Acar Başaran û Parlamentera me ya Amedê Semra Guzel serdana Rahîme Oz kir kku li navçeya Kanîreşê ya Çewlikê bû hedefa tundiya çawişê pispor Ferhat K. Başaran piştgirî da Oz û malbata wê û diyar kir ku wê bûyerê bişopînin. Oz û malbata wê jî spasiya Başaran û Guzel kir ku serdana wan kir."