Greva jinan li Swîsreyê dest pê kir

Jin li bajarê Lozan, Basel, Bern, Cenevre, Lûzern, St. Gallen, Wînterthûr, Aaraû û Chûr ên Swîsreyê hatin ba hev, daxwazên xwe anîn ziman û hikûmeta Swîsreyê ji bo greva giştî hişiyar kirin.

Kolektîfên jinan ku bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê, li 9 bajarên Swîsreyê daketin qadan, bi çalakiyên ku li dar xistin, anî ziman ku divê li dijî şideta li dijî jinan û zexta bi mêrserwerî jin li seranserê cîhanê xwe bi rêxistin bikin.

Di pîrozbahiyên 8’ê Adarê de ku li Swîsreyê hatin kirin, dest bi amadekariya Greva Jinan a 14’ê Hezîranê hat kirin. Di daxuyaniyê de ku Komîteya 8’ê Adarê da, hat bibîrxistin ku 14’ê meha Hezîranê ya sala 1199’ê li dijî zayendperestî, newekhevî, tundiya berpêyî jinan û bi daxwaza “Standina heman heqdestî“ 500 hezar jin ketine grevê û ragihand ku wê 14’ê meha Hezîranê ya sala 2023’yan jin li seranserê welêt “Greva Jinan“ bikin.

Di daxuyaniyê de ku bi hevparî hat dayîn, wiha hat gotin: “Piştî greva cara pêşîn 28 sal bi şûn de, em sala 2019’an me greva jinan a duyemîn kir. Me amadekariya xwe ji bo greva sala 2023’yan temam kiriye. Li Swîsreyê jin bi mêran re heman karî dikin, lê ji sedî 20 kêmê mêran pere distînin. Par jî temenê teqawîdiyê jinan ji 64’an kirin 65 û derbeyeke din li jinan hat xistin.“

Yekîtiya Jinên Kurd a Swîsreyê (YJK-S) ku di nav Komîteya 8’ê Adarê de ye, di çarçoveya pêngava “Bi jin jiyan azadiyê, em dimeşin ber bi şoreşa jinan ve“ daxwazên xwe gotin. Jinên Kurd ku ji serê meha Adarê heta bi niha çend semîner, panel û konferans li dar xistin û bi şûn de li bajarên Swîsreyê tev li çalakiyên 8’ê Adarê bûn, destnîşan kir ku di çarçoveya vê pêngavê de wan, dirûşmeya “Jin jiyan azadî“ ku ji Kurdistanê li cîhanê belav bûye, ji xwe re kiriye esas û bi rengê xwe tev li çalakiyan bûne.

CENEVRE

Gelek jinên ji gelek welatên cuda ku li Cenevreyê dijîn, bi meş û daxuyaniyê 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê pîroz kir. Bi sedan jinên ji der û dorên cuda ku Rûe du Mont-Blancê li hev civiyan, dirûşme berz kirin, li amûrên muzîkê dan û du saetan li nav bajêr meşiyan. Di meşê de dirûşmeya “Jin jiyan azadî’’ hat berzkirin. Di çalakiyê de nav û wêneyên Jîna Emînî, Sakîne Cansiz û jinên pêşengên têkoşîna jinan hatin hildan.

Çalakî li qada Place De Palais bi tilîlî û çepikan bi dawî bû.

AARAÛ

Jinên Kurd ên ku li gara trenê ya navendî ya Aaraûyê hatin ba hev, bi pankarta "Em xwe bi rêxistin bikin û jiyana azad ava bikin" daxuyanî dan çapemeniyê. Daxuyanî endama Meclîsa Jinê ya Rojbîn Şevîn Batû xwend.

Piştî daxuyaniya bi zimanê Elmanî hat xwendin, Hevseroka Meclîsa Gel a Aaraû Seda Aktaş axivî. Seda Aktaş got: “Weke jinên Kurd me felsefeya ‘Jin jiyan azadî‘ jiyanî kir. Îro hemû cîhan bi vê dirûşmeyê li ser pêyane. Em ê heta dawiyê têkoşîna xwe bidomînin û em ê azadiya xwe bi dest bixin.“

Daxuyanî bi dirûşmeya “Jin jiyan azadî” bi dawî bû.

LOZAN

Li bajarê Lozan ê Swîsreyê bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê meşek hat lidarxistin.

Beriya meşa li qada Riponne ya ku Qesra Rûmîne lê ye, ji aliyê însiyatîfa jinên herêmî û koçber ve standên agahdarkirinê hatin vekirin. Di standa ku ji aliyê Meclîsa Jinê ya Lajîn ve hat vekirin de, di çarçoveya kampanya Heyva Sor a Kurdistanê, piştî erdheja 6'ê Sibatê ya li navenda Mereşê hat destpêkirin de, alîkarî hatin komkirin.

Di danê êvarê de ji hemû pêkhateyan bi sedan jin daketin qadan û li ser navê kolektîfên jinan daxuyanî hatin xwendin. Di axaftinên Komîteya Çalakiyan a 8'ê Adarê û kolektîfên jinan de, daxuyaniyên ji bo derxistina qanûnên li dijî zayendperestî, newekhevî, tundiya li ser jinê û qebûlkirina daxwazên "berdana wekhev ji bo xebata wekhev" hatin dayîn.

Piştî axaftinan bi sedan jin li kolanên Lozanê bi dirûşme û meşaleyan meşiyan. Jinên ku li navendên qelebalix ên bajêr daxuyanî dan, di 14’ê Hezîranê de bangawaziyên greva jinan ên li Swîsreyê nû kirin û dewleta Swîsre hişyar kirin.

Meş li qada Riponne bi dawî bû.

BERN

Jinên li Bahnhofplatzeya Bernê hatin ba hev, daxuyanî dan û bi dirûşmeyan dest bi meşê kirin.

Li ser navê Tegera Jinên Kurd danezan 8’ê Adarê hat xwendin. Di danezanê de wiha hat gotin: “Em êli dijî kaptalîzmê, faşîzmê û qetlîamên jinan têkoşînê mezin bikin. Jin jiyan azadî, em ber bi şoreşa jinê ve dimeşin.“

Li ser navên tevgerên cuda ên jinan axaftin hatin kirin û peyama, “Em li gel hemû jinên bindest in. Em hevgirtina xwe mezin dikin. Li dijî kapîtalîzm, faşîzm û qetlîamên jinan em li ber xwe didin û berxwedana xwe mezin dikin" hat dayîn.

WINTERTHÛR

Navendek din a 8’ê Adarê bajarê Winterthûr bû. Jinên li qada Steinberggasseyê hatin ba hev, li vir daxuyanî dan û bi dirûşmeyan dest bi meşê kirin.

Di daxuyaniya li ser navê Meclîsa Jinên Kurd a Winterthûr Arjîn de, jinên li Rojava heta çiyayên Kurdistanê li ber xwe dan, hatin silavkirin. Di daxuyaniyê de hat gotin: “Em jinên Kurd li çiya, li Rojava, di her qada jiyanê de li ber xwe didin. Jiyana me ne tenê welidandin e, mezinkirina zarokan, paqijkirina malê ye, di heman demê de rêxistinkirina her aliyê jiyanê ye.“

Di dawiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Em ê têkoşîna xwe ya azadiyê bidomînin.“

ST.GALLEN

Jinên Kurd û enternasyonalîst li qada Bahnhofstrasse ya Kantona St.Gallen a Swîsreyê hatin ba hev. Gelek rêxistinên jinan axaftin kirin. Kolektîfên jinan ên Swîsreyê belgeyên li ser jinên di van salên dawî de li cîhanê û li Swîsreyê hatine qetilkirin û rastî şîddetê hatine parve kirin. Jinan bi dirûşmeyan daxwazên xwe anîn ziman.

Dirûşmeya hevpar a jinan “Jin jiyan azadî“ bû. Meş bi gerandina govendê tililiyan bi dawî bû.