Girtiyên PAJK’î: Li hemberî feraseta mêrserwer em têkoşîna azadiyê geş bikin

Girtiyên PAJK’î bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê peyamek weşand û got “Li hemberî feraseta mêrserwer em têkoşîna azadiyê geş bikin.”

Girtiyên PAJK’î bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê peyamek weşandin. Girtiyan pêngava KJK’ê ya bi navê ‘Em bi jin, jiyan û azadî ve ber bi şoreşa jinan ve diçin’ silav kirin û 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê pîroz kirin.

Di peyamê de ev tişt hate diyarkirin:

“Rastiya jinê ya ku di pêvajoyên dîrokî yên mirovahiyê de rê li ber jiyanê vekiriye, piştî serwerbûna feraseta mêrserwer, rastiya jinê ji jiyana civakê hatiye derxistin û hişê wê yê exlaqî û polîtîk a ku jiyan ava kiriye jî hatiye windakirin. Parçebûna civakîbûnê û geşbûna takekestiyê, xerabûna hevsengiya ekolojîk, têkiliya xwe bi şer û hilweşandinan re heye. Azadiya jinê azadiya civakê ye, ev rastî ji dîrokê û heta roja me didome. Hemû alî dibînin ku heke azadiya jinê geş bibe wê azadiya civakî jî geş bibe.

Ji bo ku têkoşîna azadiya jinê careke din bigihêje vê astê û civak di şexsê jinê de bigihêje rastiya xwe ya 'XWEBÛN'ê Rêber Apo kedeke mezin daye û fedakarî kiriye. Rêber Apo nêzikatiya li ser jinê ya pêşengên têkoşîna sosyalîzmê nirxandiye. Rêber Apo aliyên ku qels mane, bi zanista Jineolojiyê re xurt kiriye, bi paradîgmaya Demokratîk, Ekolojîk û azadiya jinan diparêze, plan û bernameyeke li ser feraseta azad a jinê daniye holê.  Rêber Apo diyar kiriye bingeha pirsgirêkê jin ji jiyanê hatiye dûrxistin û windakirin.

Têkoşîna ku jin li hemberî mêtingerî û zextan dikin, di hemû beşên dîroka têkoşîna berxwedanê de tê dîtin. Ev jî diyar dike ku rastiya jinê, heqîqeta wê ya cewherî çiqasî asta civakî nîşan dide.  Herî dawîn Şoreşa Jinan a Rojava wekî rastiya şênber a sedsala 21’emîn di asta herêmî û gerdûnî de karakterê jinê nîşan dide. Bi heqîqeta PKK û PAJK’ê re têkoşîna jinan gihiştiye asta gerdûnî. Pêşengiya jinan a di nav têkoşîna azadiyê ya mirovayetiyê de, ked û fedakariya Rêber apo careke din wateyek stendiye û şênber bûye.

Geşedanên dawî yên li Kurdistan û cîhanê careke din nirxa dîrokî ya têkoşîna rêxistinbûyî nîşanî jinan dide. 8'ê Adarê ji bo têkoşîn û îdeolojiya azadiya jinên Kurd xwedî girîngiyeke dîrokî ye. Ji bo têgihîştina têkoşîn û îdeolojiya azadiya jinên Kurd bi gelê xwe re di qada têkoşînê de bi avakirina tifaqên bi jinan re wê ruhê kolektîf derxîne holê. Têkoşîna azadiyê ya ku bi kevneşopiya têkoşînê ya ji Clara heta Sakîneyan hatiye meşandin, pergala ku bi zîhniyeta mêrane tevdigere pûç kiriye. Weke her derê îro jî têkoşîna me ya li dijî faşîzmê di zindanên dewleta Tirk a faşîst de didome. Em girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê, bi wesîleya Roja Jinên Kedkar a Cîhanê ku sembola têkoşîna gerdûnî ya jinan e, hemû jinên kedkar silav dikin, wan bi minetdarî bi bîr tînin. Em bang li hemû jinan dikin ku li dijî feraseta mêran têkoşîna azadiyê geş bikin.”