Girtiyên PAJK'î: Ji bo xwedîderketina li Rêber Apo em bang dikin
Girtiyên PAJK'î gotin, "Divê dewlet ji bîr neke ku li hemberî Rêberê me xeleka agir her tim amade ye. Em bang li gelê xwe dikin ku xwedî li Rêbertî derkevin.”
Girtiyên PAJK'î gotin, "Divê dewlet ji bîr neke ku li hemberî Rêberê me xeleka agir her tim amade ye. Em bang li gelê xwe dikin ku xwedî li Rêbertî derkevin.”
Di daxuyaniya girtiyên PAJK'î de ev tişt hate diyarkirin:
“Dewleta Tirk ji sala 2011'an û vir ve bi awayekî sîstematîk li ser Rêbertiya me tecrîda girankirî dimeşîne. Tecrîda girankirî dema di serî de bi ya Rêbertiya me û bi berxwedana zindan, gerîla û gel hate ber asta şikandinê, dewleta Tirk a ku bûye çete di sala 2014’an de ‘Plana Çokdanînê’ xist dewrê, tecrîda li ser Rêbertiya me û konsepta îmhayê kiriye polîtîkayeke giştî. Armanca wan ew e ku li her qadê îmhakirinê ji xwe re bikin esas, berxwedana me di nav qad û herêman de asê bikin, Rêbertiya me îzole bikin û wî bidin jibîrkirin. Dema ku ev polîtîka bi berxwedana ruhî û fîzîkî ya zindan û gerîla hate pûçkirin, ligel ku dost û hevrêyên wî nedikarîn nameyeke bi hevokekê jî jê re bişînin, ji zindana Îmraliyê re nameyên gefxwarinê hatin şandin. Şandina van nameyan û naveroka wê ji aliyê heman hêzan ve li çapemeniyê tê belavkirin. Bi vî tiştî re dixwazin çi bikin?
Dîroka me ya berxwedanê gelek caran nîşanî dewletê daye ku Rêberê me, ji bo me meseleya man û nemanê ye. Divê dewlet ji bîr neke ku li dora Rêberê me yê ku di navenda têkoşîna me ya azadiyê de cih digir, xeleka agir her tim amade ye û divê dewlet me bi Rêbertiya me neceribîne. Di vî warî de em xeta berxwedana dîrokî ya PKK û PAJK’ê tînin bîra dewletê û em dewletê hişyar dikin.
Em diyar dikin ku ev polîtîka ji bo qebûlkirin û meşrûkirina di hest û fikran de têkirin, dixwazin li refleksa me binihêrin û piştre me bêyî refleks bihêlin. Em bang li gelê xwe dikin ku li hemberî van êrîşan hişyar bin, bi helwesta xwe polîtîkaya desthilatdariya AKP û MHP’ê ya faşîst pûç bikin û xwedî li Rêbertî derkevin.”