Girtiyên jin li dijî cilên yek reng wê li ber xwe bidin

Girtiyên jin ên li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Gebzeyê diyar kirin ku ew ê li dijî pêkanîna cilên yek reng werin ku tê xwestin li girtîgehan li girtiyan were ferzkirin.

Girtiyên jin ên li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Gebzeyê diyar kirin ku ew ê li dijî pêkanîna cilên yek reng werin ku tê xwestin li girtîgehan li girtiyan were ferzkirin. Girtiyan gotin, ‘Heke tabûta me jî derbikeve, em ê yek rengîtî û bêrûmetiyê qebûl nekin.”

78 girtiyên jin ên li Girtîgeha Sergirtî ya Jinan a Gebzeyê, derbarê pêkanîna kincên yek rengî yên dixwazin li girtîgehan pêş bixin, nameyek şandin ji Şaxa ÎHD’a Amedê rê û banga bihisyariyê kirin. Jinên girtî gotin  bedela wê çi dibe bila bibe, wê heya dawiyê li dijî pêkanîna kincên yek rengî li berx we bidin û wiha domandin: “Heke tabûta me jî derbikeve em ê yek rengîtiyê qebûl nekin. Em ti bêrûmetiyê qebûl nakin.”

Jinên girtî di nameya xwe de gotin: “Pêkanînên êrîşkar ên faşîzma AKP’ê yên ser civakê, her ku diçe arîşeyên civakî mezintir dike. Hikûmeta AKP’ê di siyaseta rêveberiya welêt de kirinên dijî mirov dike û dixe rojevê. Ti gotin û çalakiyên polîtîk civakê ji rewşa berdest rizgar nakin, berevajî, hê zêdetir civakê ber bi kaosê ve dibe, êrîşên xwe girantir dike û welêt ber bi kendalekê ve dibe. Ne li hundir û ne jî li derve ti fonsiyoneke hiqûqê nemaye. Hiqûqa gerdûnî hatiye binpêkirin. Ji bo xanedantiya xwe ava bike civakê  welêt dike gorî. Bi polîtîkayên takekesî tu neteweyî nasnakin. Bi darbeyek derewîn dixwazin dewlata xwe mîsoger bikin. Di armanca hemû êrîş û polîtîkayên AKP’ê de ne FETO, girtiyên PKK-PAJK’ê hene. Fezkirina kincên yek rengî yên faşîzma  AKP’ê,hişmendiya riziyayî û bêhnpêketî nîşan dide. Ji bo pûçkirina polîtîkayên gemarî vîn û xîreta me heye. Em ê şopdarê têkoşîna li dijî faşîzma 12’ê Îlonê bin û pêkanîna kincên yek rengî qebûl nekin. Bedelê wê çi dibe bila bibe, heya dawiyê em ê li dijî vê pêkanînê derbikevin û bi ti awayî em ê qebûl nekin. Em dubare dibêjin, tabûta me jî derbikeve, em ê yek rengîtiyê qebûl nekin. Em ê bêrûmetiyê qebûl nekin.Di vê çarçoveyê de em dixwazin dengê xwe bigihîn hemû cîhan û raya giştî. Em bang li hemû kesên bi wijdan û xwedî nasneme dikin ku li dijî vê hovîtiya li girtîgehan derbikevin.”