Girtiyên jin ji bo şermezarkirina darvekirinê di greva birçîbûnê de ne

Li Girtîgeha Evînê 61 girtiyên jin ji bo şermezarkirina darvekirina Mûhammed Qabadlo û Farhad Salîmî dest bi greva birçîbûnê kirin. Ji bo piştgiriya bi girtiyên jin re Zeynep Celaliyan jî kete greva birçîbûnê.

Li Îranê di 23’ê Çile de girtiyên bi navê Muhammed Qabadlo û Farhat Salîmî ku 14 sal bû dihat girtin, ji aliyê rejîmê ve hatin darvekirin. 61 girtiyên jin ên siyasî yên li Girtîgeha Evînê bi rêya telefonê malbatên xwe agahdar kirin û diyar kirin ku ew li dijî darvekirina 2 ciwanan wê di 25’ê Çile de dest bi greva birçîbûnê ya giştî bikin.

Piştî biryara girtiyên jin a greva birçîbûnê gelek hunermend û siyasetmedaran jî berxwedana greva birçîbûnê silav kirin.

ZEYNEP CELALALIYAN JÎ DI GREVA BIRÇÎBÛNÊ DE YE

Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê, ragihand ku girtiya siyasî ya Kurd Zeynep Celaliyan ku li Girtîgeha Yezdê girtî ye, ji bo piştgiriya 61 jinên ku ji bo şermezarkirina darvekirinan li girtîgeha Evînê dest bi greva birçîbûnê kiribûn, tevlî greva birçîbûnê bûye.

Xizmê nêz ê Zeynep Celaliyan di hevdîtina ku bi Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê re kir de van tiştan anî ser ziman: “Zeynep Celaliyan a ku di girtîgeha Yezdê de tê girtin di bin tecrîdê de ye û hevdîtina telefonê tê astengkirin. Lê ruxmê hemû astengiyan jî em hîn bûn ku Celaliyan ji bo piştgiriya jinên li Girtîgeha Evînê ku li dijî darvekirinê dest bi greva birçîbûnê kiribûn, tevlî greva birçîbûnê bûye.”