Girtiya nexweş ku xwîn verdişe ji ber nebûna cih dîsan şandin girtîgehê

Vê sibê Mevlude Başdaş a 62 salî ku ji sedî 86 astengdar e û li Girtîgeha Jinan a Şakranê girtî ye, ji ber xwîn verdişe rakirin nexweşxaneyê.  Başdaş  bi hinceta “di nexweşxaneyê de cih tuneye” dîsan birin girtîgehê.

Dayika Aştiyê ya 62 salî Mevlûde Başdaş ku bi hinceta tevlî "Mertalên Zindi ya li Çiyayê Bagokê bû, 4 sal û 2 meh cezayê girtîgehê lê hate birîn û hat girtin, xwîn verdişe. Mevlude Başdaş ku li Girtîgeha Jinan a Şakranê girtî ye û ji sedî 86 astengdar e, li gel nexweşiya giran nayê berdan. Piştî dadgeha Bilind di Cotmeha 2018'an de cezayê Başdaş erê kir hat girtin û şandin Girtîgeha Jinan a Şakranê.

Başdaş ji ber xwîn verdişe rakirina nexweşxaneyê lê piştî kontrolê hatî kirin dîsan bi wesayîta rîngê birin girtîgehê. Girtiya nexweş Başdaş di hevdîtina heftane ya telefonê de îro li kurê xwe Metîn Başdaş geriya û têkîldarî rewşa xwe agahî da.

Dayik Başdaş diyar kir ku rewşa wê ya tenduristiyê ne başe û ev tişt got; “Vê sibê şûşeyek xwîn verdişiyam. Rewşa min xirab e. Ez rakirim nexweşxaneyê. Li nexweşxaneyê bijîşk dema bi rayedarên girtîgehê re axivîn got divê min li nexweşxanyê bihêlin. Lê bijişk got; ‘li nexweşxaneyê cih tine.’Bijîşk ji rayedarên girtîgehê re wiha got; ‘Roja Dûşemê dîsan bînin, eger cih hebe em ê daxil bikin, ger nebe dîsan hûnê paşve bibin’.”

Kurê girtiya nexweş Metîn Başdaş jî bi gotina; “Dewleta dixwaze dayika min bimire” nerazîbûn nîşan da.