Gerîlayên YJA Starê: Em deyndarên Rêberê xwe ne

Gerîlayên YJA Starê yên li Herêmên Parastinê yên Medyayê ne, rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kirin.

Gerîlayên YJA Starê yên li Herêmên Parastinê yên Medyayê, rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kirin. Gerîlayên jin gotin, "Rojbûna Rêberê me her wiha jinûve vejîna me jinan e. Em hilatina rojeke wiha pîroz dikin."

Berfîn Kobanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Oclaan weke vejîna gelê Kurd bi nav kir û got, "Ez 4'ê Nîsanê li hemû hevrêyên me yên li qada şer têdikoşin û gelê me yê Efrînê ku bi rengekî dîrokî li ber xwe dide pîroz dikim. Em pê zanin ku gelê me îro bi hêza felsefeya Rêbertî li dijî dijmin têdikoşe."

'WÊ LI ERDÊ KU DAGIR KIRINE BÊN BINAXKIRIN'

Berfîn Kobanê işaret bi Berxwedana Serdemê ya li Efrînê kir û got, "Faşîst, dîktator Erdogan ê ku jê heye bi ser ketiye, wê li axa ku dagir kiriye bê binaxkirin. Nêzî 3 meh in gelê me cih û warê xwe neterikand. tevî êrîşên giran jî bi ruhê Barîn Kobanê û Avesta Xabûr bi rengekî fedayî li ber xwe didin. Çeteyên ku îro axa Efrînê dagir kirine li bin guhê dilsoziya gel a bi axa xwe re ketin. Ev ruhê fedayî wê rê nede çeteyan. Çawa ku berxwedana Kobanê ya li ser xeta azadiya jinê û bi ruhê fedayî yê Arîn Mîrkan bi ser ket, êrîşên faşîza AKP-MHP'ê yên li her çar parçeyan wê bên têkbirin."

'BI SAYA RÊBERTÎ ME RÊYA AZADIYÊ DÎTIN'

Gerîlaya YJA Starê Axîn Gabar jî di destpêka axaftina xwe de dayika Uveyş bi bîr anî û got, "Em pê bawer in ku di demeke nêz de em ê tevî Rêbertî li çiyayên azad rojeke wiha pîroz bi hev re pîroz bikin. Her sal bi wesîleya 4'ê Nîsanê em ji Rêberê xwe re nameyan dinivîsînin. Dema ku radihêjin pênûsê em hesret û dilsoziya xwe ya bi Rêberê xwe re dinivîsînin. Me bi saya Rêberê xwe rêya azadiyê dîtin. Em deyndarê Rêberê xwe ne."