Gerîlayên YJA Starê 8'ê Adarê pîroz kirin

Gerîlayên YJA Starê yên li Herêmên Parastinê yên Medyayê, 8'ê Adarê li jinan pîroz kirin û şehîdên meha Adarê bi bîr anîn.

Gerîlayên YJA Starê Ararat Nûda û Adûlê Şahîn ên li Herêmên Parastinê yên Medyayê, 8'ê Adarê li jinan pîroz kirin û şehîdên meha Adarê bi bîr anîn.

Ararat Nûda bi zaravayê Kirmançkî ji bo 8'ê Adarê ev peyam da: ''8'ê Adarê Roja Jinan li hemû jinan, jinên cîhanê pîroz dikim. Roja jinê ji bo me jinan tê wateya berxwedan û hebûnê. Ji ber vê yekê tenê îro ne, hemû roj roja jinan e. Têkoşîna me jî ji bo avakirina dema jinê ye. Roja jinê ji bo jinên Kurd tê wateya îdeolojiya rizgariya jinê, ku ji milê Rêber Apo ve hate îlankirin. Ji ber vê yekê jî 8'ê Adarê ji bo hemû jinên Kurd pir pîroz e. Lewma em bi coşeke mezin roja jinê pîroz dikin. Bi vê mabestê em dixwazin 8'ê Adarê bibe demên azadiya jinê, li hemû azadîxwazên jinên cihanî, li hemû dayîkên ku li ber xwe didin pîroz dikim. Li Rêber Apo, şehîdan pîroz dikim. Bi taybetî di şexê şehîd Sema ku di navbeyna 8 Adarê û Newrozê de bû pirek, li hemû şehîdên jin ên cîhanê û yên ku li dîrokê li ber xwe dane pîroz dikim."

Gerîla Adûle Şahîn jî peyama xwe wiha da: "Di serî de ez 8'ê Adarê de li mîmarê tevgera azadiyê jinê Rêber Apo pîroz dikim. Di şexsê şehîdên meha Adarê de ez 8'ê Adarê li hemû hevrêyên nemir pîroz dikim. Çi li çiyê, çi li bajaran çi jî li derveyî welat bejin li her qada têkoşînê li ber xwe didin. Ya rast ev têkoşîn mîrateya Heval Sara, Heval Sema û ya Heval Delal e. Em jî niha li ser vê mîrateyê hewl didin têkoşîna azadiya jinê berdewam bikin û li serê wan çiyayan em vê mîrateyê bi azadiya Rêber Apo mîsoger bikin. Em jî di şêxse wan hevalan de, li jinên cîhanê yên ku li ber xwe bidin, li hevalên xwe yên li çiya, li hevalên xwe yên li zîndanan, yên ku serê xwe netewandine 8'ê Adarê pîroz dikin. Em ê vê têkoşînê heta ku em rêberê xwe re li ser wan çiyayan bibînin em ê berdewam bikin."