Gerîlayên jin: Ji bo jiyana azad, xweparastin şert e

Gerîlayên jin bal kişandin ser girîngiya xweparastinê û gotin, "Mîna nan û avê pêwîst e; ji bo jiyana azad şert e."

Jinên ku bi hêza afirandina civakîbûnê tevdigerin, ji bo parastina vê yekê jî têgihiştina xweparastinê ava dikin. Ev rastî bi hezaran salan bi vî rengî dewam kir. Di vê sedsala heyî de, sîstema serdestiya mêr ji her demê bêhtir êrîşî nirx û civakîbûna jinê dike.

Gerîlayên jin bal kişandin ser rê û rêbazên parastina ji van êrîşan û destnîşan kirin ku xweparastin bi qasî nan û avê pêwîst e.

'BI TAYBETÎ JI BO JINAN GELEKÎ GIRÎNG E'

Gerîlayên jin, li ser xweparastinê ji ANF'ê re axivîn. Jiyan Til Temir destnîşan kir ku xweparastin feraseteke ji bo parastina nirx û hebûna mirovan e û got, "Ji ber vê yekê, mijareke ku nabe radestî hinekan bê kirin. Bi taybetî ji bo me jinan di asta jiyanê de girîng e. Ji ber ku zîhniyeta mêr her tim xwestiye hemû berhemên jinê bike yê xwe û desteser bike. Mêr hewl dide li gorî xwe şekil bide jinê û bi vî rengî li ser hemû hucreyên civakê û jinê serdest be. Vê hewldanê bi xwe re sîstemeke mêtinger jî afirandiye. Mirovahî bi hezaran salan hate mehkûmkirin ku di nava zordestiya vê sîstemê de bijîn. Ji ber vê yekê, ev tespîta Rêberê me gelekî girîng e: 'Di nava ti zindiyên ji heman cureyî, ya jî ji cureyên din, sîstemeke mêtingerî û tepisandina serweriya xwe nîne. Cara yekemîn, cureyê mirovan sîstema serdestî û mêtingeriyê afirandine'. Ev yek jî bi mejî û destê mêr hatiye kirin. Di destpêkê de jî li dijî jinê hatiye kirin."

Til Temir anî ziman, ku niha jî hewl tê dayin; civak, kes û jinên ku timî serî ditewînin û bê refleks mane bê afirandin û got, "Ji ber vê yekê divê em vê têgihiştinê beriya her tiştî hilweşînin. Pêkanîna vê jî bi hişmendiya xweparastinê dibe. Pêwîste em duh baş bixwînin û roja xwe ya îro jî li ser bingeha parastineke xurt bafirînin. Di sedsala heyî de jin ji aliyê sîstemê ve hatiye dorpêçkirin û bi her awayî êrîş lê tê kirin. Li hemberî vê têkoşîn dikare bê dayin. Ji ber ku ev hate îspatkirin. Bi taybetî di têkoşîna jinên Kurd de bi zelalî derket holê. Çawa ku em jin niha li çiyê xweparastinê dikin, bi heman rengî li deştê, li bajaran û li nava malan jî heman têkoşîn dikare bê dayin. Ya girîng ew e ku ev têkoşîn bi rengekî rêxistinî û rêk û pêk be."

'PARASTINA NIRXÊN CIVAKÎ YÊN EXLAQÎ Û POLÎTÎK, XWEPARASTIN E'

Ronay Botan destnîşan kir, ku xweparastin ji bo jinan bi qasî nan û avê girîng e û got, "Çawa ku mirov ji bo jiyana xwe bidomîne pêwîstiyê bi nan û avê dibîne, yekane rêya rizgariya ji sîstema koledariyê ya hezaran salî, azadiya jinê ye.

Dema mirov li rastiya me ya civakî ya roja îro dinerin, dibînin ku nirxên me yên civakî di nava zexta qirkirinê de ne. Li welatekî ku em, çanda me û zimanê me hatiye qedexekirin, bi ti awayî ewlekariya me nîne. Her roj hîn bêhtir nirxên mirovahiyê tên desteserkirin; nepêkane ku ev neyê dîtin. Di vê demê de ku êrîşên topyekûn tên kirin, ji bo me jinan û civakê xweparastin bi qasî nan û avê pêwîste. Ji ber ku ev êrîş di çarçoveya polîtîkayeke tinekirinê de tên kirin. Li hemberî vê yekê, lazim e em jî bi berxwedaneke topyekûn, sîstema xwe ya xweparastinê xurt bikin. Bi taybetî, li dijî polîtîkaya înkar û tinekirinê ya li dijî Rêber û gelê me tê meşandin, divê em bi şerekî xurt ê xweparastinê bersivê bidin. Bi xweparastin û berxwedaneke topyekûn pêşî li polîtîkayên qirkirinê yên roja îro dikare bê girtin.

Botan ragihand, ku divê ev yek ne tenê weke çalakiyan bê dîtin û got, "Carna gotinek, seknek, tevlîbûneke rast dibe çalakiyên bi feraseta xweparastinê. Parastina nirxên civakê yên exlaqî û polîtîk, bi tena serê xwe xweparastin e. Wekî din hînbûna dîrok, çand, ziman û xwe bi xwe, jiyana li gorî wê jî çalakiyeke xweparastinê ya girîng e."

'DIVÊ ME DI CIH Û DEMA XWE DE BI KAR BÎNIN'

Avaşîn Mîlîtan jî destnîşan kir, ku ew jin xwedî mekanîzmaya herî xurt a xweparastinê ye û gelekî girîng e ku ev mekanîzma di dem û cihê xwe de bê bikaranîn. Mîlîtan diyar kir, ku bi 'xwebûnê' dikarin vê xweparastinê veguherînin têkoşîneke xurt û got, "Ji bo xwebûn, bûyîna xwedî îrade û azadiyê, xweparastin girîng e.

Azadî bi qasî koledariya kûr a ku jin di navê de ye zehmet e, lê ewqasî jî pêwîste ku dest jê nayê berdan. Ji bo vê jî lazim e berdêlên giran bên dayin. Ji ber vê yekê Bêrîvan, Ronahî, Viyan, Rahşan û bi dehan jinên ciwan bedena xwe dan ber agir û bûn ronahî. Bêrîtan û bi dehan jinên bi rûmet li dijî teslîmiyet û xiyanetê xwe ji zinêr avêtin û bûn sembola berxwedanê. Zîlan bi agirê jiyana nû ku di bedena xwe de afirand, îspat kir ku ti hêz nikare û newêre dest bide jiyana azad."

Di dawiya axaftina xwe de Mîlîtan got, "Em şopdarên Bêrîtan, Sema, Rahşan, Viyan, Nûda, Sara û Zîlan, bi eşqa wan a ji bo azadiyê, em ê di têkoşîna xwe ya xweparastinê de dilsozê bîranînên wan bin."