Gerîlaya YJA-Starê Sara Tolhildan jiyana xwe ji dest da

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA-Starê diyar kir ku gerîlaya bi navê Sakîne Taş (Sara Tolhildan) li Herêmên Parastinê yên Medyayê jiyana xwe ji dest daye.

YJA-Star di serî de ji malbata wê û hemû gelê Elbîstan û Başûrê Rojava re sersaxî xwest.

Daxuyaniya Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA-Starê a ji bo Sara Tolhildan (Sakîne Taş) wiha ye:

“Li Kurdistanê qada ku herî zêde mêtingerî lê hatiye kirin Elbîstan, Pazarcix, Meletî, Dîlok û Semsûr e ya ku jê re tê gotin Başûrê Rojava jî. Ligel hemû zor û zehmetiyan gelê me yên li vê derê li ber xwe dane û di pêvajoya vejîna gelê Kurd de bi awayekî xurt beşdar bûne û bûne pêşengên vejînê.

Hevrêya me Sakîne Taş a bi navê Sara Tolhildan bûye peyrewa Nûcan-Cennet Dîrlîk û Erdal-Engîn Sîncer û di sala 2013’an de beşdarî refên azadiyê bûye û di Nîsana 2017’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi gerîlatîbûna xwe ya YJA-Starê beşdarî kerwana şehîdan bûye.

Hevrê Sara ya ku xwîngerm, rûken, sempatîk, fedakar û bi hezkirin bû, taybetiyên jinên Elewî pê re hebûn, ligel temenê xwe yê ciwan bi çiyayan re bûye yek û bi kesayetiya xwe, xwe li dilê hevrêyên xwe neqişandiye.

Ji bo me rewşeke giran e ku em mîlîtaneke jin winda bikin û sozê didin ku li her derê em ê bibin şopdarên xeyalên wê. Di serî de ji malbata wê ya welatparêz em sersaxiyê ji gelê Elbîstanê dixwazin û em soza xwe ya domandina têkoşînê dubare dikin.”

Nasnameya gerîlaya ku jiyana xwe ji dest dayî wiha ye:

Nasnav: Sara Tolhildan

Nav û paşnav: Sakîne TAŞ

Dîroka beşdarbûnê: 2013, Herêmên Parastinê yên Medyayê

Cih û dîroka şehadetê: Herêmên Parastinê yên Medyayê, 2017