BI DÎMEN

'Gelek sazî piştgiriyê didin karê me'

Ji organîzatorên projeya "Kurdistan en Ûrûgûay" nûnera Tevgera Jinên Kurd li Latîn Amerîkayê Melîke Yaşar û Berdevka Koma Jinê ya Parlamenta Ûrûgûayê Lîlîan Galan qala karê xwe kirin.

Ji organîzatorên projeya "Kurdistan en Ûrûgûay" nûnera Tevgera Jinên Kurd li Latîn Amerîkayê Melîke Yaşar û Berdevka Koma Jinê ya Parlamenta Ûrûgûayê Lîlîan Galan qala karê xwe kirin.

YAŞAR: JI BO NASANDINA TÊKOŞÎNA AZADIYÊ YA KURD KAR HAT KIRIN

Melîke Yaşar, naverok û girîngiya projeya "Kurdistan en Ûrûgûay" ji ANF'ê re vegot. Yaşar da xuyakirin, ku zêdeyî saleke li ser navê Tevgera Jinên Kurd ew li Latîn Amerîkayê dixebite û anî ziman, bi vê xebatê re ew dixwazin Tevgera Azadiya Kurd û Tevgera Jinên Kurd hê bêhtir bi raya giştî ya Latîn Amerîkayê re bidin naskirin.

Yaşar da zanîn, bi nasandina tevgera jinê û rola jinê di nava çanda Kurd de, ew hewl didin nêrîna oryantalîst a li Kurdan biguherînin û wiha dewam kir: "Ev çalakiyên çandî, li ser dîroka Kurd û Kurdistanê, têkoşîn û çanda berxwedanê, karekî berfireh e. Bêguman nepêkan e ku bi çend pêşangehen wêneyan û panelan ve yek were vegotin. Lê belê ev pêşangeh bi taybetî ji wêneyên jinên pêşeng ên mohra xwe li dîroka Kurdistanê xistine, ji komkujiyên bûne sedema êşên giran, ji destketiyên girîng û çand û hunera Kurdan pêk tên. Heta ji destê me hat, me hewl dan feraseta çand û hunera pozîtîvîst ji holê rakin. Yanî, li şûna ku çand tenê weke dans, muzîk, xwarin û kincan neyê dîtin. Me xwe spart kevneşopiya berxwedanê û têkoşîna gelê Kurd. Bêguman me têkoşîn û muzîk bi hev re nîşandan û bi vî rengî hewl dan rastiya civakê vebêjin."

Melîke Yaşar da xuyakirin, ku ji bilî saziyên amadekar, gelek sazî, hêzên siyasî û kesayetan piştgiriyeke xurt dane wan û anî ziman, di hevdîtinan de çiqasî Tevgera Jinên kurd û gelê Kurd tên naskirin, piştgiriya ji wan re zêdetir dibe.

GALAN: ZEXTÊN LI JINÊN KURD TÊN KIRIN, GELEKÎ GIRAN IN

Berdevka Koma Jinê ya Parlamenta Ûrûgûayê Lîlîan Galan jî destnîşan kir, ku ji bo wan cihê rûmet û serbilindiyê ye ji ber ku weke sazî piştgiriyê didin çalakiyên "Kurdistan en Ûrûgûay".

Galan diyar kir, gelê Kurd bi taybetî jinên Kurd li ber zextan serî rakirine û wiha dewam kir: "Zexta li jinên Kurd tê kirin, ji zexta li têkoşîna civakî gelekî girantir e. Bêguman em vê polîtîkayê bi tundî şermezar dikin. Wekî din, em van rêbazên ku li dijî parlamenterên jinên bi rengekî rewa hatine hilbijartin tên bikaranîn, bi tundî red dikin. Ji ber ku ev jin, ji bo biryarên li ser meşa jinê ya ber bi azadiyê ve bigirin, li wir in. Weke Koma Jinê ya Parlamentê, dema mafê destnedanê hat rakirin, me deklarasyonek weşandibûn û ev rewş şermezar kiribûn. Piştre ParlaSur jî deklarasyonek bi vî rengî weşand û ev gelekî girîng bû. Ji ber ku Parla Sur Parlamanta Mercosûr e, ji Arjantîn, Ûrûgûay, Brezîlya, Paragûay û Venezûelayê pêk tê, ku Venezûela di statuya çavdêriyê de ye. Weke wekîlên jin ên li van deveran me deklarasyoneke şermezarkirinê weşand û sekna xwe bi giştî nîşan dan."

Galan di dewama axaftina xwe de destnîşan kir, çawa ku gelê Ûrûgûayê hembêza xwe ji gelê Ermenî, gelê Fîlîstînê û hemû gelên bindest re vekir, bi naskirina têkoşîna gelê Kurd re wê hembêza xwe ji gelê Kurd re jî veke. Galan bal kişand ser girîngiya piştgiriya ji bo têkoşîna jinên Kurd û got, "Ji ber ku ev têkoşîn, şoreşeke jinê ye. Nîşaneya azadiya jinê ye. Ev ji bo me gelekî girîng e û em pê bawer in ku ev yek bingeha rasteqîn a yekîtî û piştgiriya navbera gelan e."

Saziyên ku piştgiriyê didin çalakiyên "Kurdistan en Ûrûgûay (Kurdistan li Ûrûgûayê ye)" ev in: Koma Jinê ya Parlamenta Ûrûgûayê, ICM - Rêxistina Koçê ya Navneteweyî, Komeleya Dostên MUMI, Muzeya Koçberiyê ya Montevîdeo (MUMI), Şaredariya Montevîdeo, saziyên çand û hunerê yên ser bi şaredariyê û dayikên Plaza de Mayo hene. Radyo M24 weke sponsorê çapemeniyê, Hotel Splendîdo jî weke sporsorê bicihbûnê destekê didin çalakiyan.