Desteya Rêveberiyên Herêmî û Jîngehê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi koordîneya Koordînasyona Jinan a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Navenda Lêkolînan a Jinelojiyê Foruma Jinan û rola wan di Desteya Rêveberiyên Herêmî û Jîngehê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî ber bi şoreşa jinan ve” li Hesekê pêk tîne.
Forum li seyrangeha Şeto ya bajarokê Tiwêne yê Hesekê bi beşdariya 150 delegeyên partiyên siyasî, rêxistinên jinan, Kombûna Jinan a Zenbûya, Yekitiya Jinên Ciwan û endamên desteya Rêveberiya Herêmî û Jîngehê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê destpê kir.
Di destpêkê de Hevseroka Desteya Rêveberiyên Herêmî û Jîngehê ya Rêveberiya Xweser Îlham Metlî axivî û bixêr hatina beşdaran kir.
Meltî destnîşan kir ku ew ligel şert û mercên heyî di pêvajoyek istîsna re derbas dibin û got ku di encama erdhejê de bi hezaran welatiyên Sûriyeyê jiyana xwe ji dest dan. Meltî anî ziman ku gefên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmê berdewam in.
Meltî da xuyakirin kir ku, tevî van şert û mercan û zihniyeta baviksalarî lê bi saya têkoşîna jinan a berdewam û hêviya nûkirî, jinan gavên taybet di avakirina pergaleke demokratîk de avêtin.
Meltî diyar kir ku, di civaka Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de tevgereke dîrokî û geşedaneke civakî ya berfireh heye ku tevlîbûna jin di teoriya avakirinê û pêşxistinê de teqez dike.
Piştre Endama Desteya Seroktiya PYD’ê Foza Yûsif axivî. Yûsif di axaftina xwe de têkoşîna jinên têkoşer û azad ku hewl didin jiyaneke azad pêk bînin pîroz kir û got: "Ji bo serkeftina şoreşa jinê em têkoşînê bilind bikin."
Yûsif wiha domand: "Jinê di Şoreşa Rojava de roleke girîng lîst her wiha di şaredariyan de jî roleke girîng lîst. Ji yekemîn xebatên jinê yên di şoreşa xwe de rêvebirina xebata şaredariyan bû."
Foza Yûsif jinên di oxira rêveberinê de canê xwe dane bi bîr anî û wiha berdewam kir, "Wan jinan ev xebat pêş xistin û bi awayekî birêxistinkirî heta gihiştin şehadetê bi rê ve birin. Em jin di vê erdnîgariyê de dizanin ku zihniyeta baviksalarî pêşketina jinan di tevahî aliyên jiyanê de red dikin û serkeftina şoreşa bi rêveberiya jinê naxwazin."
Yûsif destnîşan kir ku, ji ber jin têdikoşin, rastî êrîşan tên û bi rê û rêbazên şerê taybet li hember wê disekinin ku vîna wê ya xwe dispêre fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bişikînin.
Her wiha Yûsif diyar kir ku, jin xwedî vîna xurt e ku dikare li hember astengiyan bisekine û ev tişt anî ziman: "Tu kes nikare vîna jinan lawaz bike û bişikîne."
Foza Yûsif anî ziman ku, çiqas hêzên şerê jinan li seranserî cîhanê dikin xurt bin jî, ew nikarin vîna jinan têk bibin, zirarê bidin wan û gavên wan bi paş ve vegerînin.
Li gorî bernameyê forum ji du beşan pêk tê. Di beşa yekemîn de 4 mijar hene. Ya yekemîn Hevjiyana azad e ku dê ji aliyê endama Navenda Jinelojiyê Nofa Elî ve bê dayîn.
Mijara duyemîn bi serenavê “Hevserokatî di navbera têgîna teorî û pratîkê de” ye ku hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bêrîvan Xalid dê bi rê ve bibe.
Di ya sêyemîn de dê sînevizyonek têkildarî rola jinan di şaredariyên cîhanê de bê pêşandan.
Di ya çaremîn de, dê îşaret bi rola jinan di şaredariyên dewletên îslamî de, rola jinan di şaredariyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de piştî şoreşa 19`ê Tîrmeha 2012`an were kirin ku dê hevseroka Desteya Rêveberiya Herêmî û Jîngehê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Cizîrê Stêra Murad bi rêve bibe.
Beşa duyemîn a forumê ji 3 mijaran pêk tê. Ya yekê bi navnîşan “Têkiliya xwezayê û rola wê di parastina jîngehê de” ku dê seroka Nivîsgeha Fenî ya Şaredariya Minbicê Ala Kesmo bi rêve bibe.
Mijara duyemîn bi sernava “Pergala nivîsgehên jinan a şaredariyan, mekanîzmeya karê wê, rola jinan di beşên şaredariyê de” ye ku dê endama Rêveberiya Nivîsgeha Jinan a Desteya Rêveberiya Herêmî û Jîngehê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Cizîrê Jîn Bekir bi rêve bibe.
Mijara sêyemîn bi sernava “Stratejiya amadekirina projeyan, proje û şaredariya mînak” e ku dê cîgira hevserokatiya Desteya Rêveberiya Herêmî û Jîngehê ya Herêma Cizîrê Bêrîvan Omer bi rêve bibe.