‘Fermandarên YJA-STAR’ê Nalîn Mûş û Helîn Dersim şehîd ketine’

Hat diyarkirin ku Endamên Konserya Leşkerî ya YJA-STAR’ê Nalîn Mûş û Helîn Dersim, di encama bomberdûmana balafirên şer ên artêşa Tirk a li Herêmên Parastinê yên Medyayê de jiyana xwe ji dest dane.

Di daxuyaniya HPG’ê de wiha hate gotin: “Di encama bomberdûmana balafirên şer ên artêşa Tirk a di 26-28’ê Nîsanê de hevrêya me Nalîn Mûş û Helîn Dersim şehîd ketine.”

Daxuyanî wiha ye:

“Di encama bomberdûman balafirên şer ên artêşa Tirk a di 26-28’ê Nîsanê li Herêmên Parastinê yên Medyayê de endamên Konseya Leşkerî ya YJA Starê Nalîn Mûş û Helîn Dersim şehîd ketine. Têkildarî hevrêyên şehîd wê ji aliyê Fermandariya YJA Starê ve daxuyaniyek berfireh bê dayîn.”

Nasanmeyên gerîlayên ku jiyana xwe ji dest dane wihan ne:

Nasnav: Helîn Mûrat

Nav û Paşnav: Nûrten Kiliçarslan

Cihê Jidayikbûnê: Dersim

Navê Dayikê - Bav: Polî - Alî

Cih û Dîroka Şehadetê: Herêmên Parastinê yên Medyayê /26 – 28’ê Nisana 2017

***

Nasnav: Nalîn Dîpo

Nav û Paşnav: Hanimşah Bagci

Cihê Jidayikbûnê: Mûş

Navê Dayikê - Bav: Tevrat – Ziyattîn

Cih û Dîroka Şehadetê: Herêmên Parastinê yên Medyayê /26 – 28’ê Nisana 2017