Ji Fermandariya Biryargeha Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) Zozan Kobanê, bûyerên li herêmê diqewimin û pêngava Reqayê ji ANF'ê re vegot.
'ÊRÎŞÊN LI ŞENGALÊ, ŞERMA PDK Û BARZANÎ YE'
Zozan Kobanê di destpêka axaftina xwe de êrîşên li Şengalê nirxand û got, "Ev êrîşên dawî yên li Şengalê şerma PDK û Barzanî ye. PDK hêza herî dawî ye ku bikaribe li ser Şengalê baxive. Ji ber ku di sala 2014'an de komkujiyek li Şengalê hat kirin. Bi hezaran jinên ji Şengalê hatin kuştin, revandin, zarokên wan bi taybetî hatin perwerdekirin û weke êrîşkar li dijî Kurdan û gelê herêmê hatin bikaranîn. Bi taybetî bi wan êrîşî Rojava kirin. Tişta bingehîn a di vir de, xiyaneta PDK'ê û ya pêşmergeyan bû. Di dîrokê de gelek caran xiyanet hatiye kirin. Lê belê cara yekemîn e di vê astê de xiyanet hat kirin. Ev yek ji bo tevahiya gelê Kurd şermeke mezin e. Civaka Êzidî yek ji civakên herî kevn ên herêmê ye. Bi ziman, çand û siyaseta xwe re xedî erdnîgariyekê ye. Bi taybetî êrîşa li dijî civaka Êzidî, kuştina wan, firotina jinên wan, qirkirina wan, qirkirina tevahiya gelê Kurd e. Tinekirina dîrok û zimanê Kurdan e. Ji ber ku civaka Êzidî nîşaneya Kurd û Kurdistanê ye. Hê jî ji ber vê xiyanetê jinên Êzidî tên firotin. Emîrên DAIŞ'ê weke 'diyariyan' didin hev. Ev yek ji bo me meseleyeke gelekî stratejîk e. Weke YPG û YPJ'ê hesasiyeteke me ji bo civaka Êzidî heye. Berê jî hebû, niha jî heye. Hinek radibin dibêjin 'YPG, YPJ hatin Şengal dagir kirin'. Ev ne rast e. Dema ku êrîş li Şengalê hat kirin, YPG û YPJ'ê ji bo vekirina korîdorê bi dehan şehîd dan. Ev yek ne jib o girtin, ne ji bo bicihbûna li Şengalê hat kirin. Ev wezîfeyeke însanî ye. Di sînorê Şengal û Rojava de tenê rêyek heye. Dema ku li Şengalê destavêtin û destdirêjî li jinên Kurd dihat kirin, dema ku dihatin revandin û bi hezaran Êzidî hatin kuştin, tiştekî exlaqî nebû ku em bêdeng bimînin. Mafê kesî tinebû ku ji me bixwasta em bêdeng bimînin. Eger îro gel nerazîbûnê nîşanî xiyaneta PDK'ê dide, sedemeke vê ya dîrokî heye. Sedema vê PKK, Rojava yan jî YPG/YPJ nîne. Sedema vê xwedîderketina li wan e. Ew vê rewşê weke wezîfeyeke xwe ya dîrokî ji bo YPG, YPJ û PKK'ê dibînin. Eger weke sîstem, sîstema tevgera azadiyê qebûl kiribin, ev yek nîşan dide ku vê ji bo xwe weke wezîfeyeke exlaqî dibînin. Ji ber ku vê hêzê ew parast."
'EM Ê ÇARENÛSA GELÊ XWE BI DESTÊ DAGIKER Û XAYÎNAN BERNEDIN'
Zozan Kobanê bibîr xist, ku PDK'ê bi salan xiyanet li tevgera azadiyê ya Kurd kir û xiyaneta salên 1991, 1992 û 1999'an weke mînak nîşan da.
Kobanê got, "Lê belê ti ji van xiyanetan mîna xiyaneta li Şengalê hat kirin bi plan nebû" û destnîşan kir, ku komkujiya li Şengalê di encama tifaqa PDK, AKP û DAIŞ'ê de hat kirin.
Kobanê şert û mercên çûyîna YPG/YPJ'ê di dema fermanê de ji bo Şengalê nirxand û got, "YPG û YPJ bi şerê sîng bi sîng ji sînor derbas bûn. Her bihosta korîdorê bi xwîna şehîdan hat vekirin. Ji ber vê yekê, der barê rewşa vê dawiyê de, weke YPG û YPJ'ê me tedbîrên pêwîst girtine. Ji ber ku ne diyar e ev zîhniyeta neteweperest û faşîzma AKP'ê çi bike. Em ê çarenûsa vî gelî bi destê wan bernedin. Weke YPG û YPJ'ê em vê yekê weke wezîfeyeke însanî dibînin."
'YPJ DI VÊ PÊNGAVÊ DE HÊZA KONTROL Û RÊVEBIRINÊ YE'
Fermandara YPJ'ê Zozan Kobanê di dewama axaftina xwe de bal kişand ser Pêngava Xezeba Firatê ya ji bo rizgarkirina Reqayê û ev nirxandin kir: "Di bin sîwana QSD'ê de du hêzên esasî tevlî pêngavê dibin. Ev jî; YPG/YPJ û pêkhateyên Ereb in. Di pêngava Minbicê de jî, di pêngava Reqayê de ji sedî 80-85 ê hêza şervan ji ciwanên Ereb pêk tê. Di pêngava Minbicê de ji sedî 85 ê şervanên li dijî DAIŞ'ê şer kirin, ciwanên Ereb ên ji Minbicê bûn. Ev mafê wan ê herî xwezayî ye. Ji ber ku DAIŞ'ê xaniyên wan, malbatên wan, axa wan talan kir. Mirovên wan kuşt, dest avêt jinan. Dîroka wa ji holê rakir. Wan ê çi bikira? Bêguman wê şer bikira û li ber xwe bida. Lewma hêzek ji derve nehatiye û Minbic dagir nekiriye. Ciwanên li wê derê têdikoşin. Ti kes nikare vî mafê ji destê wan bigire."
Kobanê diyar kir, qonaxa sêyemîn a Pêngava Xezeba Firatê bi rengekî serketî dewam dike û heta niha bi sedan gund hatine rizgarkirin.
Kobanê got, "Li van gundên hatin rizgarkirin şerekî dijwar qewimî. Şehîd û birîndarên me çêbûn. Rast e, DAIŞ qels bûye. Lê belê vîna DAIŞ'ê bi temamî neşikiya ye û hêza xwe ya şer bike, bi temamî ji dest neçûye. Hê li Mûsilê şer dike. Wekî din li gelek deverên Rojava şer dike. Ji ber vê yekê, hêzên me ji bo rizgarkirina Reqayê bi rengekî çalak û xurt tevlî dibin. Ji sedî 90 ê vê hêzê Ereb in. Ji sedî 15-20 Kurd in. Di nava van de jî ji sedî 3 jin in. Di bin sîwana QSD'ê de, di nava YPJ'ê de jinên Kurd û Ereb şer dikin. Di nava vê hêzê de jinên ji çepa Tirk jî hene. Tabûrên enternasyonalîst jî hene. Jinên ji deverên cuda yên cîhanê hatine hene. Mesela, jinên ji Ewropayê tevlîbûne hene. Di nava YPJ'ê de şer dikin. Ciwanên Ereb hene. Ji aliyekî ve perwerdeya akademîk dibînin, li aliyê din jî bi awayekî çalak cihê xwe li eniyê digirin."
Fermandar Zozan Kobanê destnîşan kir, ku di vê pêngavê de bi dehan jinên Êzidî hatine rizgarkirin û wiha dewam kir: "Ev jin, li Şengalê di dema êrîşê de hatibûn revandin. Ev jin ji aliyê yekîneyên me yên taybet ve hatin rizgarkirin. Û radestî malbatên wan hatin kirin. Bi hezaran jinên Ereb hatin rizgarkirin. Yekîneyên me yên taybet ev jin birin herêmên ewle û piştî rizgarkirina gund û herêman li cih û warên xwe vegeriyan."
'DI VÊ PÊNGAVÊ DE YPJ HÊZA KUK TAKTÎK Û STRATEJIYÊ DIYAR DIKE'
Kobanê anî ziman, weke YPJ'ê di vê pêngavê de du mijar ji bo wan sereke ne û got, "Ya yekemîn; YPJ di asta fermandariyê de bi xurtî tevlî vê pêngavê bû. Hem ji aliyê taktîk û meşandina şer de, hem jî ji aliyê dîsîplîn û perwerdekirina mêr di nava şer de, YPJ'ê roleke stratejîk lîst. Gelek baskên êrîşê ji aliyê fermandarên YPJ'ê ve hatin birêvebirin. Ev ji bo me çima girîng e? Ji ber ku jin êdî ne tenê tevlî pratîka şer dibin. Êdî bi taktîk tevlî şer dibin. Karekî hêsan e ku mirov bi çalak tevlî şer bibe. Lê belê meşandin û rêvebirina şer zehmet e. YPJ'ê di vê pêngavê de ev zehmetî şikand. Ne tenê êrîş dike, DAIŞ'ê dikuje û çeperan bi dest dixe. YPJ stratejî û taktîka şer diyar dike."
Zozan Kobanê diyar kir, xala duyemîn jî; wan jinên di vê pêngavê de rizgar kirine li gorî derfetên xwe bi cih kirine û got, "Em ne tenê bi pêş ve diçin. Em şer dikin, tevlî dibin û sîstema xwe didin rûniştandin. Bi vî rengî rê li ber pêşketinan vedikin. Ev jî destketiya me ya duyemîn e."
GIRÎNGIYA REQAYÊ
Kobanê ragihand, ew bi ruhê 8'ê Adarê, 21'ê Adarê û 28'ê Adarê tevlî Pêngava Xezeba Firatê dibin û niha dor li Reqayê girtine.
Kobanê bal kişand ser girîngiya Reqayê ji bo siberoja Sûriyeyê û destnîşan kir, şikandina DAIŞ'ê li Reqayê wê were wateya şikandina DAIŞ'ê li gelemperiya Federasyona Bakurê Sûriyeyê.
Zozan Kobanê bal kişand ser hesabên gelek hêzan ên li ser Reqayê û got, "Tirkiye, rejîm, Rûsya jî dixwazin tevlî operasyonê bibin. Lê belê yê ku Reqa dorpêç kiriye QSD ye. Di ehman demê de wê têkoşîna siyasî jî bidome. Ji ber ku kî Reqayê bi dest bixe, wê di siberoja Sûriyeyê de xwedî mafê gotinê be. Hem ji aliyê enerjiyê ve, hem ji aliyê neteweyî ve wê serdest be. Li ser çemê Firatê, li ser rêya Mûsil-Lubnanê wê serdest be. Ji ber vê yekê rizgarkirina Reqayê gelekî girîng e."
DI OPERASYONA REQAYÊ DE HETA NIHA ZERAR LI SIVÎLEKÎ JÎ NEBÛYE
Fermandar Zozan Kobanê hesasiyeta xwe ya ji bo sivîlan jî bi vê mînakê nîşan da: "Tevî ku Bab herêmeke gelekî biçûk e jî, bi hezaran sivîl lê hatin kuştin. Rewşa li Mûsilê jî bi heman rengî ye. Lê li Reqayê, tevî ku ewqas herêm hatin rizgarkirin, hema bêjin sivîlekî jî zerar nedîtiye. Ji bo me, xwînbûna tiliya sivîlekî jî sûcê şer e. Dema ku sivîlek di nava şer de jî zerarê bibîne, em yekser lêpirsînê didin destpêkirin. Ev yek ji bo me rewşeke exlaqî û însanî ye."
Zozan Kobanê diyar kir, ew şerê li dijî hemû dagirkeran ji xwe re weke wezîfeya sereke û bingehîn dibînin û got, "Bi ser xistina vê yekê re em ê bersiva herî mezin bidin dagirkerên derve û xiyaneta navxweyî."