Evîndarê çiyê: Rûbar Serhildan

Rûbar Serhildan ku di 14'ê Nîsana 2019'an de ji ber êrişeke dewleta Tirk şehîd bû, li pey xwe daxwazeke têkoşînê hişt ku bi qasî çiyê mezin e.

Gerîla û çiya ji bo Kurdan evînek e. Çiyayên ku bi hezaran salan xwe lê girtine, bûne xewn û xeyala bi hezaran şervanên azadiyê. Bedenên ciwan li çiyê bûne xwedî îrade û bawerî û veguherîne şervanên azadiyê yên têk naçin. Çiya çavkaniya xeyal û hêviyê ne. Hêviyên bedew û bêdawî li çiyayên Kurdistanê şîn dibin. Xeyala herî mezin a gerîla her tim ew bûye ku li çiyayên welatê xwe hemûyan bigerin.

Yek ji dilên bi coş ên ku da pey xeyal û hêviyên xwe Rûbar Serhildan (Alan Omer) e, ku li deşta Rojava ji dayik bû, bi eşqa azadiyê bû evîndarê çiyê. Xeyala wî ya herî mezin ew bû ku biçe serê çiyayê Agirî û li her dera welatê xwe temaşe bike. Rûbar Serhildan li nava malbateke welatparêz meizn bû û di temenê wî yê ciwantiyê de şerê Şoreşa Rojava rû da. Li derdora wî têkoşîne mezin hebû û gelê wî ji bo şoreşê seferber bûbû. Rûbar tevî temenê xwe yê ciwan li şûna xwe nedisekinî û her kar dikir. Ji ber ku temenê wî biçûk bû tevlî qada şer nedihate kirin, lê belê pêwîstî li ku hebûya Rûbar li wir bû.

Piştî çend salan bi rengekî çalak tevlî karê ciwanan bû. Demeke dirêj li qada Rojava karê ciwanan kir û piştre berê xwe da çiyê, biryar da ku bibe gerîla. Di sala 2018'an de tevlî nava refên gerîla bû.

LI ZAGROSAN GAVA XWE YA DESTPÊKÊ AVÊT

Gerîla Rûbar zû hînî çiyê bû. Ji bo her hilma ku distan bi hezaran carî spasiya çiyê dikir. Tişta ku herî zêde li qadên gerîla dixwest bike; li devereke bilind rûnê û li çiyayan temaşe bike. Dema ku ev dikir ji hevrêyên xwe re digot, 'Ez dixwazim li ser wî çiyayê bilind rûnêm û her devera welatê xwe bibînim'. Digot, 'tişta ku herî zêde dixwazim bikim biçim serê çiyayê Agiriyê, li wê derê bi Rêbertî re sohbetê bikim'. Evîndarê xaka welatê xwe bû.

Rûbar piştî ku hat çiyê mîna gulekê vebû û bi pêş ket. Di mijara leşkerî de xwe zû bi pêş xist û şareza bû. Hevalan jê xwest ku ji nû ve li karê ciwanan vegere, lê belê wî got, 'Ez dixwazim di nava HPG'ê de bimînim, çiya mala min e'.

Li ser vê daxwaza wî hevalan ew li Zagrosan wezîfedar kir. Rûbar dema ku bihîst wê biçe Zagrosan ji kêfxweşiyê firiya. Wê biçûya warê çiyê, warê şer. Piştî ku ji hevalan veqetiya herî dawî got, 'Ez diçim ku xeyalên xwe pêk bînim' û xwe gihand Zagrosan.

Gihîşt beşa herî serhildêr a welatê xwe, ji xwe qada şerekî giran bû. Li Zagrosan bi coşa xwe ya ciwantiyê karek nema ku nekir. Li qada Zagrosê têkoşîneke dijwar meşand, xwe ji zor û zehmetiyê venegirt. Di 14'ê Nîsana 2019'an de di êrişeke dewleta Tirk de tevlî karwanê nemiran bû. Rûbar Serhildan li dû temenê xwe yê ciwan daxwazeke têkoşînê ya mîna çiyê bilind û hezkirina welêt û çiyê hişt.