Ev 43 rojin cenazeyê 4 gerîla li herêma opersyonê ne

Rê nayê dayîn ku li cenazeyê 4 gerîlayên piştî şerê li bejahiya Licê ya dewleta Tirk a dagirker û bomberdûmanê şehîd bûne, bên girtin. 43 rojin cenaze li herêmê tên ragirtin.

Li Taxa Bayirli ya navçeya Lîcê ya Amedê, di 2’yê Hezîranê de operasyona leşkerî hat lidarxistin û di 3’yê Hezîranê de şer rû da. Cenazeyê 4 gerîlayên HPG’ê yên di şer de şehîd bûne, 43 roj in li herêma şer tên rawestandin. Ji 5 HPG’iyên di şer de şehîd bûne, cenazeyê Ferhat Kocakaya piştî operasyonê ji herêmê hat girtin û li Lîcê hat definkirin. Lê cenazeyên Îbrahîm Çelîk, Abdullah Tûrhan, Omer Demîr û Yûsûf Kayran 43 roj in li herêma operasyon lê hatibû derxistin tên rawestandin. Malbat çûn herêma operasyonê û di wêneyên kişandin de xuya dike ku cenaze xirab bûne.

Malbatên kesên jiyana xwe ji dest dan, destpêkê bi şandeyeke Parlementerên HDP’ê jî di nav de çûn Serdozgeriya Komarê ya Lîcê û serlêdan kirin. Malbatan dûre di 9’ê Tîrmehê de serî li Baroya Amedê dan û ji bo girtina cenazeyan daxwaza alîkariya hiqûqî kirin.

Baroya Amedê, di derbarê mijarê de agahî dan Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul ê heman rojê hat bajêr û Wezîr Gul ji bo girtina cenazeyan ferman dabû Waliyê Amedê Hasan Basrî Guzel.

Ligel hemû hewldanên malbatan û fermandayîna Wezîr Gul, cenaze hê jî li herêma operasyonê tên rawestandin.