Encamnameya Komxebata 'Jin û Parastin' hate eşkerekirin

Komxebata 'Jin û Parastin', bi beşdariya 160 delegeyên ji 16 hêzên leşkerî yên jinê, di 2-3'ê Nîsanê de li Kobanê pêk hat.

Di dawiya komxebatê de, ku 2 rojan dewam kir encamname hate eşkerekirin. Kurdiya encamnameyê ji aliyê Fermandara YPJ'ê Dîcle Qamişlo, Erebiya wê jî ji aliyê Fermandara QSD'ê Roj Ereb ve hate xwendin.

Encamnameya komxebatê bi vî rengî ye:

Di serî de Fermandara Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Dîcle Qamişlo der barê hêzên beşdarî komxebatê bibûn ev agahî da: "Komxebata me di navbera 2-3 Nîsanê de bi diruşmaya 'hêza jin ya azad mîsogeriya civaka azad e', bi tevlîbûyina 160 delegeyên ji hêzên YPJ, YJA-Star, YJŞ,-YPS-Jin, QSD, Hêza Jin ya Bet-Nahrîn, MLKP-KKO, TKPML-TİKKO, Hêza Parastina Jin a Şehba, Meclîsa Leşkerî ya Minbic, Meclîsa Reqa, Parastina Jin, Yekîneyên Antî Teror (YAT), KBD-Hêza Asayîşa Jin, Hêzên Antî Teror (HAT), hatiya lidarxistin. Kongra-Star û Rêveberiya Xweser jî wek mêvan beşdar bûne. Her wiha ji derve jî Berpirsiyara Peşmergeyên Jin ên YNK'ê, Meclîsa Bilind ya Amazix, Berpirsiyara Peşmerge, Komale û Demokrat jî tevlîbûyina wan bi awayekî pêk hat."

Fermandara YPJ’ê Dîcle Qamişlo di daxuyaniyê de diyar kir ku ji bo mekanîzmayek parastina jinê ya hevgirtî pêk were divê xebatên bi hêz bên destpêkirin û wiha got: "Di nava artêşa Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê 'QSD) de rêxistinkirina xweser giranî were dayîn, rêxistinbûyîna parastina jin ya Reqa, Minbic, Şehba û Dêrazorê werin bihêzkirin û pêşxistin.” 

Dîcle bal kişand ser şerê li Rojhilata Navîn û wiha domand: "Di herêma me de şerê cîhanê yê sêyemîn ku tê jiyîn, ji dîroka gelan re, çand û xwezaya wê re, bi taybetî ji ûnsûra sereke ya civaka jin re dîsa li hember zaroka jî qirkirineke peşdikevê ye. Bi spartina hişmendiya desthiladariya zilam ve hêzên hegemon yên navneteweyî, hêzên paşverû yê heremê di kesayeta jin de bi giştî li hember civakê şerekî her alî de û hevgirtî dimeşîne. Li hember van êrişa erka me ya mirovahî, ya herî bingehîn parastina civakê, jinê, çandê, axê û dîrokê ye. Ev sedema me ya jiyanê ye.

Dîcle destnîşan kir ku li dijî polîtîkayên înkar û îmhayê ya pergala desthilatdariyê jin bi parastina cewherî û rewa dikare xwe bi rêxistin bike û wiha dirêjî da gotina xwe: "Ji dîroka mirovahiyê em pir baş zanin ku gelê ji bo azadiyê û demokrasiyê têkoşîn meşandine herdem beramberî êrişên pir alî yê pergala dewletperest, desthiladarî û hişmendiya zayandparêzî re rû bi rû mane. Polîtîkaya înkar û îmha ya li hember gele kurd daimî bû ye û li hember sûryanî, ermenî, çerkez, tirkmen û tevahî gel û alîgirên şoreşger demokratik re jî qirkirina çandî û fizîkî hatiya pêşxistin. Îro bi saya her hêzên ku eniya xweda têkoşîn û berxwedanî bi berfirehî pêşxistiye em hatine astek girîng ya têkoşînê. Di serî da li çar aliyên kurdistanê de û li tevahî Rojhilata Navîn vîn û rêxistinbûna parastina cewherî di astekî girîng de derketiye holê. Li hember faşîzma tarî û kesk, eniya berxwedana gelan mezin bûye û bûye hêza têkoşîna bi rêxistinkirî. Tevgera Azadiya Kurd têkoşîna azadî û demokrasiyê wek hêza herî dînamîk herî bi rêxistinkirî bûye hêza pêşeng. Li derdora wê rêxistin û hêza parastina jin avabûye, her ku çûye pêşketî ye, bi hêz bûye û civakî bû ye. Di bingeha têkoşîna azadî û demokrasiyê de, pêşxistina xebatên parastina rewa û cewherî bi feraseta ku di cîhanê de, wê ji bo hemû jinên hatine bindestkirin bibe rêka rizgarkirinê ev xebat hat kirin. Bi armanca hîn zêde hevgirtin û tecrîbeyên xwe parvekirinê jin di komxebatê de biryardariyek xurt derxist holê."

Dîcleyê di dawiyê de encamên ku di komxebatê de derketine wiha rêz kir:

"1- Di serî de xeta berxwedana dîrokî ya ku Rêber Apo li girtîgeha Îmrali pêşxistiye û dîsa li tevahî girtîgehên ku li Tirkiyeyê hember faşîzmê çalakiyên greva birçîbûnê dane destpêkirin em slav dikin. Ji bo azadiya Rêber Apo û tevahî girtiyên siyasî têkoşînek radîkal û dayîmî em esas digrin.

2- Li hember hêza faşist, milîtarîst ya paşverû hegemonîk ku bi xwe lutkeya hişmendîya zilam îfade dikê, feraseta parastina rewa ya jin rêxistinbûyina wê û biryardariya wê pêşxistinê esas digrin. Di vê bingehê de ji bo mekanîzmeyake parastina jin ya hevpar wer avakirin, xebata rêxistinkirinê girtina rojevê û gavên şênber avêtin.

3- Li kuderê û li hember kîjan jinê êrişeke ku pêk bê, bi nasnekirina sînorên ku zilam û dewlet jin re datîne, di cihê pewîst de mafê parastina rewa heta dawî bikaranîn û beramber van rêxitinbûyina parastina hevpar pêşxistin û ev daîmîkirin.

4- Di bingeha rêgeza xwe BIZANE, XWE BIPAREZE tevahî jinan re zanabûna parastina cewherî û rêxistinbûyina wê dayîn, her wiha div ê bingehe de di binesaziya xweseriya her rêxistinê de akademiyên parastina cewherî zêdekirin û xebatên perwerdê di vê bingehê de rêxistinkirin û pêşxistin.

5- Di qada parastina rewa û parastina cewherî de destkeftiyên ku jin bi destxistiye hevparkirin, ji bo parvekirina tecrûbeyan zemîn û rêxistinbûyinên hevpar pêşxistin

6- Di nava artêş, federasyona demokratik a bakurê Sûriyeyê QSD de rêxistinkirina xweser re giranî dayîn, rêxistinbûyina parastina jin ya Reqa, Minbic, Şehba û Dêrezorê pêşxistin û bi hêzkirin.

7- Pêngava Reqa û Tebqa ya ku hatiye destpêkirin bi taybet ji bo jinên êzidî, ereb û tirkmen yê destê DAIŞ de ne ji bo rizgarkirina wan xurt tevlî pêngavê bûyîn

8- Ji bo feraseta xweparastinê ya jinê û parastina rewa hîn zêde were bihêzkirin, xebatên bi vî awayî di asta navneteweyî de pêşxistin. Her wiha li her derê cîhanê jinên ku li ber xwe didin xwe diparêzin re li ser têkiliyên ku daîmî bibe piştgiriyeke hevpar pêşxistin."