‘Em ê vê 8'ê Adarê têkoşînê geş bikin’

TJA û Meclîsa Jinan a HDP’ê li Îslahiyeyê di çarçoveya 8’ê Adarê de, bi jinên mexdûrên erdhejê re hatin ba hev û gotin: “Em ê têkoşînê geş bikin.”

Jinên ku bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hatin ba hev, bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê li navçeya Îslahiye ya Dîlokê li ber Navenda Koordînasyona Krîzê daxuyanî dan.

Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş, Parlamentera HDP’ê ya Enqereyê Fîlîz Kerestecîoglû û Parlamentera HDP’ê ya Wanê Mûazzez Orhan û Alîkara Serokatiya Giştî ya Partiya Sosyalîst a Kesên Çewisandî (ESP) Beycan Taşkiran û gelek nûnerên partî û rêxistinên civaka sivîl li çalakiyê bûn.

Endama Meclîsa Partiyê ya HDP’ê Beybûn Aslan ragihand ku ew 8’ê Adarê ji ber erdheja ku li Kurdistan, Tirkiye û Sûriyeyê bûyî sedema hilweşînên mezin, bi hêrs û êşek mezin pêşwazî dikin.

Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş jî anî ziman ku ji roja yekem a erdhejê û vir ve, ew alîkariyê didin mexdûrên erdhejê û wê di pêvajoya pêşiya me de, piştevaniyê mezin bikin. Beştaş bi bîr xist ku desthilatdariyê bi erdehejê re Rewşa Awarte ragihand û bal kişand ku desthilatdarî hewl dide erdhejê jî ji bo xwe veguherîne firsendekê.

Beştaş axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em ê vê 8’ê Adarê têkoşînê geş bikin û li herêmên erdhejê pêşwazî dikin. Em ê ji bo sivik kirina vê êşê, tişta ku ji destê me tê wê bikin.”

Jinan piştî daxuyaniyê, kel û pelên pêdiviyan ên ji bo mexdûrên erdhejê belav kirin.