'Em ê heqîqeta ku Nûjiyan di rêka wê de şehîd bûyî biqêrin'

RAJIN: Soz û peyman e ku em ê pênûsa Nûjiyan li erdê nehêlin û xeta xiyaneta PDK'ê û hemû hêzên qirkirinê li ser gelê Kurd ferz dikin, tehşîr û eşkere bikin û rastiya ku Nûjiyan di oxira wê de şehîd bû, her bînin ser ziman.

Koordînasyona RAJIN ji bo nûçegihan Nûjiyan Erhan ku jiyana xwe ji dest da daxuyanî da. RAJIN’ê di daxuyaniya de xwe got: ‘’Me hevrêya xwe Nûjiyan Erhan ku parêzvanê heqîqetê bû piştî berxwedana jiyanê ya 19 rojan ji dest da. Di serî de malbata wê ya welatperwer serê hemû gelê Kurd, hevrêyên wê yên têkoşînê û serê Kedkarên Çapemeniya Azad sax be, em li ber heqîqeta hevrêya xwe Nûjiyan bi hurmet bejna xwe ditewînin.’’

‘NÛJIYAN MILÎTANEKE BI ÎDÎA, WÊREK, BIRYARDAR BÛ’

Di daxuyaniyê de hate gotin, ‘’Hevrêya me Nûjiyan di Têkoşîna Azadiya Kurd de bi jiyan û têkoşîna xwe bû xetîre’’ û bi berdewamî hate gotin:
‘’Yek ji wan kesan bû ku dengê têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd û jinan  ku ji Gurbetelî Ersoz  ta bi Denîz Firat  hatî hilgirtin weke berpirsyariyeke bi cih anî. Gavên herî xurt ên kevneşopiya têkoşînê ya Gurbetelî Eroz, mîrata wê û qewîtiyên wê pêk anîn. Di rêxistina nûçegihanên jin ên Kurd RAJIN’ê de cih girt, di mezinbûna wê de xwedî kedeke mezin bû û her wiha milîtaneke wêrek, biryardar, bi îdîa bû ku heqîqetên di tariyê de mane ronî bike.’’

DENGÊ GERÎLA Û HEQÎQETA WÊ RAGIHAND HEMÛ DINYAYÊ

Hevrê Nûjiyan weke Mertaleke Zindî tevlî nav refên gerîla bû ku li dijî qirkirina Kurdan in û xwe dane têkoşîna azadiyê ya Kurdan. Meşa wê ya azadiyê ku 2005’an bi Mertala Zindî dest pê kir bi gerîla re ku çiya, kevirên wê bi hezkirina azadiyê gul vedane mil bi mil derbas bû. Heyraneke mezin a gerîla bû. Ji bo vê jî rastiya jiyana gerîla û têkoşîna gerîla geh bi qelema xwe, geh bi mekîneya wênegir, bi kameraya xwe bi berpirsyariyek mezin a  şoreşgerî pêk anî. Deng û heqîqeta gerîla weke pirekê ragihand gelê Kurd û hemû dinyayê. Bi vê berpirsyariyê bû xwedî wê meşa heta ku bi Şengalê dom kir. Dema ku çeteyên DAIŞ'ê di 3'ê Tebaxa 2014'an de êrîşî Şengalê kirin, ji bo bibe dengê jinên Kurd ên Ezidî çû Şengalê. Li axa Êzîdxanê ya pîroz, her gavên berxwedanê yên jinên Kurd ên Êzidî yên li dijî faşîzma DAIŞ'ê şopand. Bi coşeke mezin, bi nûçeyên xwe ji gelê Kurd re ragihand bê faşîzma DAIŞ'ê li pêşberî rastiya Êzîdxanê ya berxwedêr çawa bi erdê re dibe yek. Li axa Êzîdxanê ya pîroz, her roj hê bi xurtî xwe li rastiya jinên Kurd ên Êzidî girt. Hêz ji vê rastiyê girt û biryar da ku heta azadiya Şengalê nebîne û vê mizgîniye nede tevahiya gelê Kurd, ji Şengalê dernekeve.

JI BERXWEDANA ŞERVANAN RE KU SERÎ LI FAŞÎZMA DAIŞ'Ê DAN TEWANDIN ŞAHIDÎ KIR

Koordînasyona RAJIN'ê got, "Li Şengalê, ji berxwedana lehengî ya şervanên Êzidî re şahidî kir  ku serî li faşîzma DAIŞ'ê dan tewandin" û diyar kir, dema hewl dida xiyaneta PDK'ê ji gelê Kurd û tevahiya cîhanê re ragihîne, bû hedefa sekvanekî vê xiyanetê û bi guleya li serî ketî bi giranî birîndar bû.

Koordînasyonê wiha dewam kir: "Ne DAIŞ, ne faşîzma AKP, ne jî xiyaneta PDK'ê wê nikaribin serî li şervanên têkoşîna azadiyê yên mîna Nûjiyan û gelê Kurd ê dibêje 'em ê teqez bi ser bikevin' bidin tewandin. Rastiya xiyanetê ya ku Nûjiyan dixwest eşkere bike, wê di nava hêrsa gelê Kurd a li dijî faşîzm, nokerî û xiyanetê de bifetise. Hemû hêzên ku di dîroka gelê û azadiyê de berê xwe dane xiyanetê, wê teqez hesab bidin û dîroka azadiyê ya Kurd wê rojekê wan darizîne.

EM Ê TI CARÎ JI BÎR NEKIN Û XWEDÎ LI TÊKOŞÎNA WÊ DERKEVIN

Weke hevrêyên Nûjiyan, soz û peyman e ku em ê pênûsa Nûjiyan li erdê nehêlin û xeta xiyaneta PDK'ê û hemû hêzên qirkirinê li ser gelê Kurd ferz dikin, tehşîr û eşkere bikin û rastiya ku Nûjiyan di oxira wê de şehîd bû, her bînin ser ziman. Wasiyeta ku hevrêya me Nûjiyan Erhan ji me re hiştiye, ev e. Em ê vê wasiyetê bi wêrekî, biryardarî û eşqa têkoşînê ya Nûjiyan re di nava her şert û mercan de bi cih bînin. Em ê ti carî Nûjiyan ji bîr nekin û xwedî li xeta wê ya têkoşînê derkevin.

Em careke din dibêjin; bila serê malbata wê ya welatparêz û tevahiya gelê Kurd sax be. Em PDK'ê bi tundê şermezar dikin, ku bi faşîzma AKP-MHP'ê re hevkariyê dike û xiyanetê li nirxên azadiyê yên gelê Kurd dike.