BI DÎMEN

'Em ê bi hêza xwe azadiya fîzîkî ya Rêberê xwe misoger bikin'

Malbatên Şehîdan ên Kantona Firatê di têkildarî pergala êşkenceya Îmraliyê de gotin, "Êdî em ê hêviyê xwe bi tu kesî girê nedin. Em ê bi hêza xwe pergala êşkence û qirkirinê têk bibin."

Ev zêdetirî sê sal in ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tu agahî nayê wergirtin. Malbatên Şehîdan ên Kantona Firatê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî mijarê ji ANF'ê re axivîn.

Zehê Elî Eyûb diyar kir ku ev 42 meh in agahiya wan ji Rêberê xwe tune ye, ew ji rewşa Rêberê xwe fikaran dikin û got, "Divê êdî demildest parêzer berê xwe bidin Îmraliyê û em agahî ji Rêberê xwe werbigirin. Êdî em bang li tu sazî û dezgehên ku ji xwe re dibêjin ‘em ji bo mafê mirovan kar dikin’ nakin. Êdî em tu hêviyê di wan de nabînin. Ew tenê li berjewendiyên xwe difikirin. Em bang li gelê xwe yê welatparêz dikin. Divê gelê me rabe ser piyan. Êdî tu riyekê din nemaye û em tenê azadiya fîzîkî ya Rêberê xwe dixwazin."

Zehê Elî Eyûb anî ziman ku ew ji rewşa tenduristiyê ya Rêberê xwe bi fikar in û got, "Rêberê me di nava pergala qirker a Îmraliyê de li ber xwe dide, lê em nizanin rewşa wî çawa ye. Ew pergal nahelê em agahiyê ji Rêberê xwe werbigirin. Dewleta Tirk a dagirker xwe weke Misilman nîşan dide. Lê bi tişta ku dike misilmanan jî dide ber şerman. Em ê bi hêza xwe azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dest bixin. Divê demildest gelê me rabe û li dijî vê pergalê qirker serî hilde."

Zehê Elî Eyûb di dawiya axaftina xwe de got, "Tenê rêyeke heye, ew jî bi gel û hêza xwe dawî li vê pergalê qirker û êşkencekar bîne. Êdî dostên me tune ne. Em ê bi hêza xwe li ber xwe bidin."

Ji Rêveberiya Akademiya Emgîhan Cûdî ya malbatê Şehîdan a Kantona Firatê Silêman Silêman jî got, "Dewleta Tirk a dagirker û hevkarên wî xwediyê vê pergala êşkence û qirkirinê ne. Ne malbat ne jî parêzeran dihêlin ku hevdîtin bê kirin. Êdî em wan tenê şermezar nakin, cih ji têne şermezarkirinê nemaye ye. Divê êdî em li hemberî vê êşkenceyê xwedî helwest bin. Ew ji rastî û fikrên Rêber Apo ditirsin."

SIlêman Silêman di dawiya axaftina xwe de got;  “Ew ji derketina heqîqetan ditirsin. Ji hêza gelê Kurd ê têkoşînê ditirsin. Rêberê me têkoşîneke bêhempa li hemberî vê pergalê dike. Di nava girava Îmraliyê de li ber xwe dide, ew berxwedan ne hêsan e. Li hemberî desthilatdarî û qirkirinê li ber xwe dide. Em wek gelê azadîxwaz li ku dibe bila bibe, divê herkes li hemberî van kiryarên qirkirinê rabe ser piyan. Lewre tu riyekê din nîne. Em hêz û vîna xwe ji fikrên Rêberê xwe digirin. Em xwe li ser wî fikrî birêxistin dikin. Em ê li hemberî vê faşîzmê li ber xwe bidin û Rêberê xwe bi awayekî fîzîkî di nava xwe de jî bibînin. Qaşo saziyên mafên mirovan heye, lê ew jî bi dewleta Tirk re tevdigerin. Ev tê wateya destê wan jî di vê pergala êşkence û qirkirinê de heye."