'Em di pêvajoyeke cidî de ne ku li dijî jinan qanûn tên guhertin'

Parêzer Zulehya Gulum diyar kir ku desthilatdarî bi taybetî êrîşî destketiyên jinan dike û got, "Em di pêvajoyeke welê de ne ku jin li nava malê tên mehkûmkirin û li dijî jinan guhertinên qanûnî tên kirin."

Guhertinên qanûnî û pêkanînên AKP'ê yên li dijî jinan di sala 2017'an de jî dewam kirin. Parêzer Zuleyha Gulum hem qanûnên nû, hem Qanûna Parastina Jinan a bi hejmara 6284'an ku ji bo guhertina wê zext tê kirin û pêkasnînên sîstema dadgeriyê ya bi serdestiya mêr nirxand.

Gulum da xuyakirin ku kuştına jinan ji ber ku jin li ber şîdet û zextê radibin zêdetir bûne û bi têkoşîna jinan re hîn bêhtir eşkere dibin, tên dîtin.

Parêzer Gulum got, "Bûyerên kuştina jinan berê dihatin nixumandin, lê îro bi saya têkoşînê dikeve rojeva raya giştî û di çapemeniyê de tên weşandin. Zêdebûna mîlîtarîzmê, şer û giranbûna şîdetê, gotin û polîtîkayên desthilatdariyê yên dijminatiyê li jinan dike, zemînê dide mêran ku şîdetê li jinan bikin, wan teşwîq dike. Qanûna bi hejmara 6284'an li gel kêmasiyên xwe bi rastî nakeve meriyetê. Ji bo vê zemînên jêrîn ên qanûnî nayên avakirin, derfetên aboriyê nayên afirandin. Ji ber ku qanûn di pêkanînê de bi cih nayê anîn, desteka pêwîst û stargeh ji jinan re nayê dayin, ji ber ku biryarên parastinê bi têrkerî bi cih nayê anîn, biryarên tên dayin jinan naparêzin. Biryara parastinê bê dayin jî mêr şîdeta li jinê didomîne."

QANÛNA MIFTITIYÊ PARÇEYEK JI GUHERTINA HIQÛQÊ YA LI GORÎ OL E

Gululm bal kişand ser qanûna miftitiyê ku erka zewicandinê dide wan û ev nirxandin kir: "Yek ji nîşane û meylên polîtîkayên desthilatdariyê yên der heqê jinan de ye. Parçeyek ji guhertina hiqûqê ya li gorî olê ye. Pêkanîna karê zewicandinê bi destê saziyeke dînî, tê wê wateyê ku sîstemeke hiqûqî ya ku xwe dispêre referansa olê, tê avakirin. Bi vê yekê re wê pêşî lê bê vekirin ku têkiliyên navxweyî yên zewacê, cihêbûn û hemû guhertinên di vî warî de ji aliyê saziyên olî ve bên kirin û guhertin jî li gorî dîn were kirin. Rûniştandina jiyan û hiqûqê li ser hîmê hiqûqê, bêguman wê destketiyên jiyana û mafên bi têkoşînê bi dest ketine ji holê rake.

Tevî ku zewicandina bi destê miftî ne mecbûrî jî be, em hemû baş zanin ku yên nexwezin bi rêya miftitiyê bizewicin wê li zexteke çawa ya civakî rast bê. Jin nexwazin jî wê neçar bimînin ku zewaca xwe bi vî rengî bike."

LI NAVA DADGERIYÊ FERASETA MÊR SERDEST E

Li ser dozên şîdet û kuştina jinan ên li ber destê dadgeriyê Parêzer Zuleyha Gulum got, "Dadgerî ji serdestiya mêr muaf nîne. Em heman feraseta serdestiya mêr di nava dadgeriyê de bi rengekî vekirî dibînin. Di dozên kuştina jinan de hukmên tehrîka neheq ji bo mêran tê dayin. Îdîayên 'gotin li mêrantiya min kir, bêyî destûra min derkete derve ya jî bi rêya telefonê bi mêran re axivî' ji aliyê dadgehê ve weke tehrîka neheq tê qebûlkirin û bi vê yekê re ceza tê kêmkirin. Li şûna ku di sûcên destavêtin û destdirêjiyê de beyana jinê esas bê girtin, bi hinceta nebûna delîlan biryarên berdanê tên dayin. Di dozê de li şûna bersûcan, jinên ku gilî kirine tên lêpirsîn. Bi pirsên 'tu çima wê saetê li derve bû, te çima dengê xwe bilind kir, te çima alîkarî nexwest' jin tên darizandin."

Der barê bandora qanûnan li ser kêmkirina şîdetê jî Parêzer Gulum got, "Şîdeta mêr a li dijî jinê, ne pirsgirêkeke ku tenê bi qanûnan were çareserkirin. Lê belê sîstemeke dadgeriyê ya bi ser şîdeta li jinê ve diçe, dikare vê kêm bike. Guhertinên qanûnî dikare zextê li dadgeriyê bike ku di vî warî de biryarê bide. Guhertinên qanûnî yên li dijî jinan, hê bêhtir rê li ber şîdeta mêr vedike. Bêcezahiştin her ku nêrîna 'çi bibe jî tiştek bi min nayê, ez nayêm cezakirin' xurt dike, mêr hê bi hêsanî şîdetê li jinan dike."

DIVÊ EM XWEDÎ LI DESTKETIYÊN XWE DERKEVIN

Di dewama axaftina xwe de Parêzer Zulehya Gulum destnîşan kir, ew di pêvajoyeke welê de ne ku desthilatdarî destketiyên jinan bi taybetî dike hedef, bi gotinên xwe jinan li nava malê mehkûm dike, li dijî jinan guhertinên qanûnî dike û di pratîkê de jî ev bi cih tê anîn.

Gulum got, "Rakirina rejîma malê hevpar, ji bo dayina nafakayê destnîşankirina wextekê, zehmetkirina cihêbûnê, esasgirtina nêrîna mêrên cihêbûyî, qanûna miftitiyê, nîqaş û guhertinên qanûnî yên di vî warî de jiyana jinan zehmet dike. Em jin, di vê pêvajoyê de divê xwedî li destketiyên xwe derkevin. Ji bo em destketiyên xwe yên bi têkoşîneke bi salan a li kolan, mal, kargeh û meclîsê bi dest xistî ji dest bernedin, divê em li kolanan û li her derê bin."