'Em ji gel, gel jî ji me piştrast e'

Gerîla Dîren Sema bal kişand ser girîngiya qada Heftanînê û destnîşan kir ku gerîla ji bo parastina nirxên Kurdan şer dike. Dîren Sema diyar kir ku gel ji wan, ew jî ji gelê xwe piştrast e û got, "Gelê Başûr wê rê nede dagirkeriyê."

Ji gerîlayên HPG-YJA STAR Dîren Sema ji ANF'ê re axivî û qala sekin û cesareta şehîdên Heftanînê kir. Dîren wiha axivî: "Di vê serdemê de berxwedana Cenga Heftanîn bi awayekî dijwar didome. Tevlîbûna li nava vê Cengê ruhekî fedayî dide mirovan. Çawa ku mirov agirekî pêbixe û çirûskên wê li hawirdorê belav dibe, şerê li Heftanîn jî bi vî awayî ye. Em di sedsala 21'ê de ne. Karakterê vê sedsalê yê şer li ser teknîkê dimeşe, lê mirov dikare gelek mînakan bide ku çawa gerîla teknîka vê serdemê pûç dike û alternatîfan ava dike. Yek ji van mînakan jî berxwedan û şerê Pîrbûla ye. Berxwedana Pîrbûla cihekî xwe yê girîng di vê berxwedanê de heye. Ji ber ku dijmin di vî şerî de derbeke giran xwar. Jê û pê de jî dewleta dagirker derbên giran dixwe.

'ŞER BI FEDAYÎTÎ DEWAM DIKE'

Ez dixwazim bi taybetî li vir qala sekna hevalên şehîd û keda wan bikim ku ji me re xetek diyar kirine. Bêguman her heval ji bo derbê li dijmin bixe, ji bo serketinê kedeke mezin dide. Tevlîbûna li nava vê berxwedanê bi tena serê xwe wêrekiyeke mezin jê re divê. Şervanên Rêber Apo li Heftanînê ku bi taybetmendî û kesayetên xwe yên bi ked û fedayîtiyê hatine hûnandin, vê berxwedanê bi rê ve dibin. Di her lûtkeyekî Xantûrê de, li Girên Dûpişkê, di her rêçikekî Şeşdara de şer kirin û berxwedan, wateyên girîng di nav xwe de digre. Li her qadeke Heftanînê hevalên hêja li ber xwe dan û gihîştin asta şehadetê.

'EM ZAROKÊN JI BO AZADIIYÊ GIRIYAN IN'

Çawa ku di destpêkirina Partiya me de hevrê Heqî, Kemal û Sara sekn û xetek diyar kirin, îro li Heftanîn jî hevalên şehîd jiyanek nû ava kirin. Her hevalek wexta bighêje şehadetê, weke şitlên azadiyê li ser axa pîroz şîn dibin. Her bihostek ji axa Heftanînê bi xwîna şehîdên me hatiye avdan. Bi berxwedaneke di asta jor de û bi ruhekî fedayî şer kirin û şehîd bûn. Weke şehîd Tolhildan, Memyan û Ferman, ez ne bawerim kes bi qasî van hevalan xwedî cesaret be. Ji ber wê Cenga Heftanîn berxwedaneke bi ruhê fedaiyane ye. Her fîşekek bi hêrsa tolhildanê hatiye teqandin. Ji ber em zarokên ku di nav dengê top û balafiran de mezin bûne. Ne weke her zarokekî dema ku lîstoka wî jê were girtin, em ji bo vê ne giriyane. Em ji bo azadiyê giriyane. Ji bo em bi rengekî azad bikenin em şer dikin.

'EM JI GEL, GEL JÎ JI ME PIŞTRAST E'

Her hevalek bi ruheî fedayî û sekneke wêrek tevlî vê Cengê dibe. Ev cesaret jî çokê li dijmin dilerizîne. Em ê bi derbên ku li dijmin dixin navê vê berxwedanê geş bikin. Heftanîn qadeke girîng a Başûrê Kurdistanê ye. Neyarên Kurdan dixwazin bi vê operasyonê nasnameya Kurdî têk bibin. Lê gerîla ji bo nirxên Kurdan şer dikin. Em çiqasî biparêzin em ê ewqasî azad bikin. Em silavên xwe ji Heftanîn heya hemû parêzgehên Başûrê Kurdistanê re rê dikin. Em dizanin gelê me bi me piştrast e. Ji bo wê em jî ji gelê xwe ve piştrast e. Gelê Başûr rê nade dagirkeriyê. Bi vê baweriyê em ê serketinên mezin bi dest bixin."