Ehmed: Pêşveçûnên ku wê komxebat ava bike, girîngiya xwe ya dîrokî hene
Hevseroka Meclîsa Sûriyeyê ya Demokratîk Ehmed diyar kir ku Komxebata Jin û Parastinê, ji bo dahatûya Rojhilata Navîn girîngiya xwe ya dîrokî heye.
Hevseroka Meclîsa Sûriyeyê ya Demokratîk Ehmed diyar kir ku Komxebata Jin û Parastinê, ji bo dahatûya Rojhilata Navîn girîngiya xwe ya dîrokî heye.
Hevseroka Meclîsa Sûriyeyê ya Demokratîk Îlham Ehmed a ku ew jî beşdarî Komxebata Jin û Parastinê bûbû, girîngiya ku YPJ vê komxebatê li dar dixe, ji ajansa me re nirxand.
‘PÊŞVEÇÛNÊN SIYASÎ Û LEŞKERÎ BI HEV RE PÊK TÊN’
Ehmed diyar kir ku li Bakurê Sûriyeyê bi pêşengiya jinan hem di warê siyasî û hem jî di warê leşkerî de pêşveçûnên girîng tên jiyîn û got: “Li Rojhilata Navîn guherînên girîng pêk tên. Wekî ku tê zanîn, şerê li Sûriyeyê, ‘Şerê 3’emîn ê Cîhanê’ ye. Di vî şerê cîhanê de pergal xwe nû dike. Niha rola Sûriyeyê ji bo Rojhilata Navîn, di asta pêşengtiyê de ye. Ji bo ku li Rojhilata Navîn guherîneke giştî pêk were gelekî girîng e ku li Sûriyeyê pergaleke demokratîk ava bibe. Ji ber vê jî têkoşîna li Bakurê Sûriyeyê, asta ku jin gihiştinê, di warê siyasî de û avakirina lingê leşkerî yê vê pergalê, bûn gavên dîrokî.
Ji bo ku Pergala Federal a Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê bibe mîsogeriya Sûriyeya Federal a Demokratîk rola jinê û asta rêxistîbûna wê gelekî girîng e. Di şoreşên dîrokê de her çi qas li ser navê azadî û demokrasiyê hatibe kirin jî, ji ber ku jin di şoreşê de ne rêxistî bû, ne di asta xweparastinê de bû, van şoreşan azadî û demokrasî bi xwe re neanîn. Tenê serdest nû bûn. Vê carê wê ne wisa be, wê feraset û asta rêxistîbûnê ya hemû civakê were guhertin.”
GIRÎNGIYA KOMXEBATÊ
Îlham Ehmed diyar kir ku, li Bakurê Sûriyeyê jin di warê xweparastinê de asta wan a xwerêxistinkirinê him ji bo dîroka cîhanê û him jî ji bo dîroka jinê ya giştî tecrubeyeke girîng e û girîngiya vê komxebatê wisa nirxand:
“Gavên gelekî serkeftî tên avêtin û wê were avêtin. Beşdariya jinê ya li qadên leşkerî û xweparastinê dibe mîsogeriya demokratîk, pergala wekhevîparêz û azadiya jinê. Tişta ku li vê derê em qala wê dikin ne bi tenê di warê leşkerî de, hemû xweparastin tê de. Li hemû qadên wekî siyasî, leşkerî û ekonomîk xweparastin gelekî girîng e.
Di vê komxebatê de girîngî û wateya xweparastinê jinê ya di warê fizîkî û leşkerî tê nîqaş kirin. Di komxebatê de tecrubeyên di qada leşkerî de tên ragihandin. Li Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriyeyê di warê leşkerî de çi qewimî, di van tiştan de asta jinê çi ye, ev tişt tên nîqaş kirin. Ango pêşveşûnên di şoreşên cîhanê de jî tên ragihandin û par ve kirin. Ragihandin û parvekirina van ceribandinên têkoşînê hêzeke girîng û mezin ava dike. Ji ber vê jî gelekî girîng e ku ber bi parvekirina tecrubeyan, rêxistîbûna hevpar û avakirina konseya leşkerî ya giştî ya jinan diçe.”
‘EM XWE WEKE PARÇEEYEK JI YPJ’Ê DIBÎNIN’
Îlham Ehmed diyar kir ku komxebat di pêşengitya YPJ’ê ve hatiye lidarxisttin, weke gelek jinan di aliyê wan de jî YPJ xwedî girîngî û wate ye û wiha anî ziman:
“Niha jî komxebat ji aliyê YPJ’ê ve pêk tê. YPJ niha ji aliyê jinan, gelan û civakan ve cihekî gelek bi hêz û menewî girtiye. Bi qehremaniyên ku kirîn siberoja civakan neqişandiye. Ev hemû jinên Rojhilata Navîn bandor kiriye. Ji hemû tecrubeyên jinên Misir, Tûnûs Filîstîn û hemû Rojhilata Navîn nû kiriye û ji bo zindî bike gavên YPJ’ê dişopînin, vê modelê ji bo xwe dikin mînak.
YPJ weke rêxistina parastiyê ya jinan, bûye gerentiya siberojê. Dîsa çi dibe bila bibe, li ser jinê şidet bê kirin dikare bêje rêxistinekî ya xweparastinê ya jinê ya min heye. Ez xwe dispêrim wê. Ez vê wisa dibînim. Ji ber vê ez jî weke gelek jinan xwe di nava YPJ’ê de dibînim. Ji ber vê ji bo ez xwe weke YJP’ê bibînim, bi van cilûbergan beşdar bûm.
‘4’Ê NÎSANÊ ROJA JIDAYÎKBÛNA HEMÛ JINANE’
Hevseroka MSD’ê Îlham Ehmed a herî dawî 4’ê Nîsanê li hemû jinan û gelê Kurd pîroz kir wiha got: “Sibe 4’ê Nîsanê ye û dîrok û rojekî gelekî girîng e. Ji ber ku hem roja rojbûna Rêbertiyê ye û hem jî roja avakirina YPJ’ê ye. Di vê wateyê dikarim vê bêjim; Jin bi fir û felsefeya Rêbertiyê di heman rojê de hatine dinê. Em wisa digirin dest. Li ser vî bingehî 4’ê Nîsanê li tevahî jinan pîroz dikim. Banga me; ciwan, kal û hemû jin bila bê rêxistin û parastin nemîne, li hemû qadên jiyanê de mekanîzma parstinê pêk bînin û hemû jiyanê bi rêxistin bike.”