Dozger bi fikra 'çawa be hepsa navmalî ye' îdîanemê hazir nakin

Şaredara Sêrê Bêrîvan Helek Işık ku bi mehan e li malê hepsî ye, got, ''Ji roja ku em hatin hilbijartin û heta kirin hepsa navmalî dizanin ku me xizmetj ji gel re dikir. Sedema van hemû êrîşan ev e.''

'Hepsa navmalî' her çendî bi salan weke rêbaza cezakirinê tê bikaranîn jî bi çalakiyên Bogaziçiyê hate rojevê. Piştre li ser gelek HDP'yî û nûçegihanan dadgehan ev biryar dan. Yek ji van jî Hevşaredara Sêrtê Bêrîvan Helek Işık e. Işık û parêzerên wê jî nizanin bê ka bi çi hencetê ev biryar dane. Parêzer her meh îtîraz dikin lê ti encamê nastînin. Parêzeran beriya bi 2 mehan jî serî li Dadgeha Destûra Bingehîn dan.

Parêzerê Işık dibêje ev rêbaz li dozgeriyan tê girankirin û got ''Dozger ji bo ku hepsa navmalî bi rengê negirtî dibînin îdîanemayê zû hazir nakin. Dibêjin, 'Çilo jî be li nav malê hespî ne, ne girtî ne''. Işık jî got, ''Xwestin ku em bi gelê xwe re siyasetê nekin, nehiştin ku em xizmetê ji gelê xwe re bikin. Miemeleyeke derhiqûqî ye. Dema ku hûn sûcî bikin sûcê we berbiçav dibe û li gorî vê cezayê bistînin û bikişînin. Lê ji bo me rewşeke wiha nîne, ez ji salekê zêdetir e em nizanin bê ka em bi çi têne sûcdarkirin, ew jî nizanin bê ka me bi çi sûcdar dikin.''

Işık diyar dike ku hepsa navmalî konsepteke nû ya dewletê ye, armanca xwe ew e  ku hilbijartiyan ji gel, ji malbatê û civakê qut bikin. 

Têkilî helwesta gel Işık got ne tenê kesên ku dengê xwe dane wan ji hemû derdorên civakî helwesta li dijî qeyûman û hepsa navmalî heye û got, ''Ji ber ku gel dizane me gendelî nekiriye, dizî nekiriye û bi hişmendiya şaredariya zelal me xizmet kiriye. Ji roja ku em hatine hilbijartin û heta em kirin hepsa navmalî dihate zanîn û dîtin ku me xizmet ji gel re dikir. Çi kesê ku dengê xwe nedayî jî dizanin ku qeyûm bi biryareke polîtîk hatin. Ti bersiva qeyûm li nav gel tine.''

Işık her wiha diyar kir bi van polîtîkayan dixwazin dengê civakê birin, çavtirsanî dikin û dixwazin wê fikrê çêbikin, çi kesê ku muxalîf dibînin dikarin mala wan bikin weke girtîgehê. Işık got, ''Ji ber ku em weke wan nafikirin, tevnagerin û daxwazên xwe bi azadî dibêjin em têne cezakirin.''

Demir diyar kir bêyî ku îdîaname were hazirkirin miwekîla wê ev 15 meh in li malê hepsî ye û diyar kir, ti hêla vê ya hiqûqî nîne. Parêzerê Işık Şakîr Demir got, ''Dozger li ser hepsa navmalî wiha difikirin. ''Hepsa navmalî ye, çawa jbe ne girtî ye'' û îdîanameyê jî hazir nakin. ''