'Doza Rêbertî bûye dozeke cîhanî'

Endamê Yekîneyên Rojhilatê Kurdistanê (YRK) Qendîl Întiqam bi wesîleya 4'ê Nîsanê ji bo misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bang kir.

Endamê Yekîneyên Rojhilatê Rojhilatê (YRK) Qendîl Întiqam bi wesîleya 4'ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji ANF'ê re axivî.

Qendîl Întiqam rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li malbatên şehîdan, gelê azadîxwaz û tevahiya hevrêyên xwe yên li eniyê bi taybetî yên li Zap, Avaşîn û Metînayê li ber xwe didin pîroz kir.

Gerîlayê YRK'ê Qendîl bal kişand ser doza Rêberê Gelê Kurd û têkoşîna gelên azadîxwaz û got, "Rêber Apo li nava civakeke hatî jibîrkirin ji dayik bû. Hebûna pirsgirêka Kurd bû sedem ku Rêbertî xwedî li gelê xwe derkeve û bi vê armancê dest bi meşê kir. Meşa Rêbertî heta niha dewam dike û ne tenê li gelê Kurd her wiha xwedî li gelên Rojhilata Navîn derket. Doza ku Rêbertî afirand li tevahiya cîhanê belav bû. Lewma niha li çar aliyên cîhanê û Kurdistanê xwedîderketineke xurt li Rêbertî çêdibe. Erka mirovahiyê ye ku xwedî li Rêber Apo derkeve ku mafê hemû gelan diparêze."

Gerîla Qendîl Întiqam destnîşan kir ku divê xwedîderketina li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hîn xurtir bibe û got, "Ji azadiya fîzîkî ya Rêbertî divê gelê me li her çar aliyê Kurdistanê û bi taybetî ciwan bi xurtî helwesta xwedîderketinê nîşan bidin. Ji ber ku di şexsê Rêbertî de tecrîdekî giran li ser tevahiya gelan tê ferzkirin. Divê helwestekî rast bê raberkirin û li ser wî esasî têkoşîn were kirin. Têkoşîna sala 2023’an wê li ser wî esasî be. Hêviya me ji gelê me yê welatparêz ew e ku em wek gerîla û gel saleke din bi kelecaneke hîn mezin bi Rêbertî re vê rojê pîroz bikin."