'Divê têkoşîna jinê bibe yek'

Berdevka Meclîsa Jinê ya Dest-Danê Seda Tanrikulu bal kişand ser têkiliya navbera êrîşên li dijî jinan û got, divê têkoşîna jinê bibe yek.

Berdevka Meclîsa Jinê ya Dest-Danê Seda Tanrikulu anî ziman ku, qetilkirina Jîna Emînî, Nagîhan Akarsel û Evîn Goyî ji hev ne serbixwe ne û got, "Armanc azadiya jinê û destkeftiyên jinan e."

Komele, meclîs û saziyên jinan bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li gelek deverên cîhanê xwe amade dikin ku dakevin qadan. Endam û aktîvîstên Meclîsa Jinê ya Dest-Dan û TEKO-Jin a Berlînê amadekariyên xwe yên ji bo 8'ê Adarê didomînin. Berdevka Meclîsa Jinê ya Dest-Danê Seda Tanrikulu û aktîvîsta TEKO-Jin Zîlan Kaya ji ANF'ê re nirxandin kirin.

Berdevka Meclîsa Jinan a Dest-Danê Seda Tanrikulu diyar kir ku, di salên dawî de li Tirkiye, Îran an jî li tevahiya Rojhilata Navîn tundiya li ser jinê zêde bûye û got, “Ev tundiya hevjîn, tundiya bira û tundiya dewletê ye. Dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ ya ku piştî qetilkirina Jîna Emînî ket rojeva cîhanê, ji aliyê zihniyeta serdest a mêr ve nehat pejirandin. Jixwe dengê lingên şoreşa jinê tê bihîstin û ev yek bêguman ji aliyê desthilatdaran ve nayê qebûlkirin. Demeke piştî qetilkirina Nagîhan Akarsel li Başûrê Kurdistanê em hejiyan. Pişt re di meha Kanûnê de li Parîsê yek ji pêşengên Tevgera Jinên Kurd Evîn Goyî hat qetilkirin... Ev hemû plankirî ne û ji hev neserbixwe ne. Hedef azadiya jinê û destkeftiyên jinan e."

TÊKOŞÎNA JINÊ WAN NEHERET KIR

Berdevka Meclîsa Jinê ya Dest-Danê Tanrikulu destnîşan kir ku, têkoşîna hevpar a jinan a li dijî êrîşan û xwedîderketina li kolanan, pergala serdest a mêr dixe tengasiyê û wiha got: “Rastiya ku hemû tevgerên jinan bi hev re tevdigerin, şopa şoreşa jinê hê bi xurtî derketina holê, dirûşma 'Jin Jiyan Azadî' hemû jinên cîhanê kirin yek, ew aciz kirin. Çawa ku ew destketî û têkoşîna me dikin hedef, em jî weke Meclîsa Jinê ya Dest-Dan bi tevlîbûna bi hemû hêza xwe re bersivê bidin têkoşînê."

LI BERLÎNÊ MEŞ

Tanrikulu bal kişand, ser amadekariya 8'ê Adarê ya Tifaqa Jinan a Femînîst Enternasyonalîst a ku Meclîsa Jinan a Dest-Dan jî di nav de ye û wiha got: "Di 8'ê Adarê de wê li bajarê Frankfurter Tor heta girtîgeha ku jinên li Lichtenberg lê girtî ne, meşek bê lidarxistin. Em weke jinên Kurd em ê weke Meclîsa Jinan a Dest-Dan û hemû jinên ku hîs dikin ku girêdayî wê kortejê ne di korteja 'Jin Jiyan Azadî' de cihê xwe bigirin. Meşa 8'ê Adarê ya îsal ji bo me girîngtir e. Divê em bi hêztir tevlî bibin. 8’ê Adarê roja Çarşemê saet 14.00’an meşa me li Frankfurter Torê dest pê dike. Cihê me ya qedandinê pêşiya girtîgeha jinan a Lichtenbergê ye. Divê hemû jin bi reng, sembol û hêza xwe tevlî vê meşê bibin.”

DI SALA 2022 'AN DE RÊXISTINBÛN MEZIN BÛ

Aktivîsta Rêxistina Jinên Ciwan a TekoJIN Zîlan Kaya ku di nava Tifaqa Jinên Femînîst a Enternasyonalîst de cih digire, bal kişand ser rola pêşeng a YJA Starê di têkoşîna azadiya jinan a salên dawî de. Zîlan Kaya got, “Wekî ku Rêbertiyê got, şoreşa jinê bi pêşengiya jinan pêş ket. Dema ku em li sala 2022’yan dinêrin, em her dem li kolanan bûn. Kuştina Jîna Emînî bû çirûsk. Jinan gotin êdî bes e. Bi taybetî li herêma Rojhilat. Di heman demê de xwedîderketinek mezin jî hebû. Xwedîderketina herî mezin jî li qada çiyê pêş ket. Li dijî feraseta faşîst a nîjadperest a li dijî jinê bersivek xurt hate dayîn. Em wek TekoJIN li bajêr têdikoşin. Em dibînin ku sîstem çawa bi me re dilîze. Çawa dikuje, kor, kerr û lal dike, em dizanin. Di sala 2022’yan de me rêxistina xwe mezintir kir.”