'Divê dîktator û hevkarên sûc hesab bidin'

Meclîsa Jinan a FEDA'yê têkilî jinên Kurd ên şoreşger ku li Silpoya û Parîsê hatin qetilkirin daxuyanî da û got divê dîktor û hevkarên wan ên sûc li dadgehên cezayê yên navnetewî hesab bidin.


Meclîsa Jinan a Federasyona Elewiyên Demokratîk (FEDA) têkilî sê jinên şoreşger ên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylamez ku li Parîsê hatin qetilkirin û têkilî Fatma Uyar, Sêvê Demîr û Pakîze Nayir ku 5'ê Çile ya 2016'an li Silopya hatin qetilkirin daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de hate gotin ew ê di şexsê Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylamez ku 9'ê Çile ya 2013'an li Parîsê û ji bo Sêvê Demîr, Fatma Uyar, Pakîze Nayir ku 5'ê Çile ya 2016'an hatibûne qetilkirin ji bo hemû jinan derkevin qadan, gotina xwe bibêjin. FEDA'yê got, ''Komkujî ne qedera me jinan e. Rapirsîna sedemên komkujiya jinan û astengkirina komkujiyan her çendî berpirsyariya jinên ji hemû derdorê jî be, herî pir me jinên Eleqî eleqedar dike.''

Di daxuyaniyê de tişta ku çeteyên DAÎŞ'ê bi desteka dewleta Tirk bi serê jinên Êzîdî de anîn hate bibîrxistin, hate gotin, ''Ji bo yê ku yên qencî, xweşikî û rastiyê diparêzin jin in li bazarên koleyan têne firotin, tundî li wan tê kirin. Ji bo ku lê difikirin ku jinê bixin wê civakê jî bixin, Ceylan Onkol, Gulîstan Doku, lêgera heq û dadê Ebrû Tîmtîk hatin qetilkirin. Bedena bêrih a Ekîn Wan hate teşhîrkiin, cenazeyê Yadê Taybet heft rojan li kuçeyan bi hêviya rizandinê ve hate hiştin.''

Meclîsa Jinan a FEDA'yê her wiha got ew destekê didin kampanyaya, ''Ji bo darizandina dîktator sed sedemên min hene'' ya ku Tevgera Jina Kurd daye destpêkirin û got, ''Em dixwazin dîktator û hevkarên wan ên sûc li dadgehên navnetewî yên cezayê hesab bdiin.''