Dîcle Xabûr: Dem hatiye ku em konfederasyona jinan ava bikin

Endama Koordînasyona KJK'ê Dîcle Xabûr bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê axivî û got, "Ji bo me jinan dem hatiye ku em konfederasyona xwe ava bikin. Em ê bi vî rengî bi ser bikevin û bibin yek."

Endama Koordînasyona KJK'ê Dîcle Xabûr, bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê bersiv da pirsên ANF'ê.

Di 8'ê Adara sala 1998'an de Rêberê Gelê Kurdistanê Abdullah Ocalan bîrdoziya rizgariya jinê afirand. Berî wê artêşa jinê hatibû avakirin, lê aliyê wê yê civakî kêm mabû. Ji wê demê ve bandoreke çawa li civakê kiriye?

Em 8'ê Adara sala 2019'an li afirînerê azadiya jinê li Rêber APO pîroz dikin. Rêber APO jin ji nava tarîtiyê derxist û ber bi ronahiyê ve anî. Di heman demê de jinên têkoşer ên di oxira azadiyê de bedena xwe dane ber agir û li pakrewanan hemûyan pîroz dikim. Bi berxwedan û têkoşîna wan tevgera azadiya jinê her çû bi pêş ket. Wekî din di şexsê hevrê Leyla Guven de yên ku pêşengiyê ji pêla berxwedaniyê re dikin, hevalên li girtîgehê û hevalên li ber xwe didin silav dikim, 8'ê Adarê li wan pîroz dikim.

Rêber APO di nava civakê de dest avêt xeleka herî lawaz û bê hêz û ji wê xelekê hêzek û bandoreke gelek mezin afirand. Ev xelek jî jin bû. Beşdarbûyîna jinên Kurd li nava têkoşînê her çû zêdetir bû. Serokatî bi vê rastiyê re pêwîstî dît ku artêşbûyîna jinê ava bike. Ji bo ku jin bi hêz, bawerî û îradeya xwe re xwe bi xwe rêve bibe. Ev bi xwe derbeyek mezin bû li hember hişmendî û pergala baviksalarî ku jin tine dihesiband. Rêber APO di guhertin û veguhertinên jin de hatiye avakirin û hêza derdikeve her daîm bi pêngavên stratejîk re ji bo jin pêngavên nû daye avetin. Serokatî di heman demê de 'kuştina zilam', 'qutbûna bêdawî' û hwd. destnîşan kir ji bo ku ev têkoşînê bigihije azadî û serketinê. 

Mirov dikare bibêje, pergal û hişmendiya baviksalarî bi awayekî îdeolojîk jin kiriye hedef, lewma Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan pirsgirêka jinê bi rengekî îdeolojîk nirxand?

Serok Apo bi rengekî stratejîk û zanebûneke kûr pirsgirêka jinê dinirxîne. Ji ber vê yekê Serokatî bîrdoziya rizgariya jinê di 8'ê Adarê de diyarî jinên Kurd kir. Bi rastî jî gava jin xwe di nava bîrdoziya rizgariya jinê de dîtin bi awayekî gelek çalak beşdarî şoreşê bûn û di nava civakê de jî xwedî derketinek gelekî bi hêz çêbû. Êdî jîn vê aîdê xwe dibîne û ji bo vê yekê jî têkoşîn û berxwedana xwe mezin dike. Mirov dikare bi awayekî gelek vekirî bibêje ev bîrdoziya rizgariya jinê êdî bi beden bûye. Ev bi avabûyîna sazî û rêxistinbûyînên jinê yên nava civakê, her wiha avabûyîna artêşên jinê yên YPJ, YŞJ, YPS JIN re ev rastî xwe dide der. Ew jina ku nedikarî li hember zilam gotinek bikar bîne, lê di roja me ya îro de di her qadê de têkoşîna xwe dimeşîne. Mirov vê rastiyê li her deverê dibîne. Jin ji aliyê yekîtî û rêxistinbûnê ve bîrdoziya rizgariya jinê ji bo xwe esas digirin. Kongre û konferansên ku ji hêla tevahî jinên cîhanê ve tên lidarxistin vê rastiyê derdixîne holê. Bi tabetî jî jinên Kurd di roja me ya îro de pêşengiyê ji tevahî jinên cîhanê re dike. Şerê ku li hember çeteyên ku bi kombûna tevahî hişmendiyên desthilatdariya baviksalarî dike, binxistina DAIŞ'ê mînaka vê yekê ye. Ev berxwedan û têkoşîn di şexsê hevrê Leyla Guven de bi awayekî şênber xwe dide der. Ji bo tecrîda girankirî li ser Rêber APO were rakirin, bêguman ev tecrîd li ser tevahî jinane hema bêje nêzî çar meh dibe pêngavek daye destpêkirin. 

Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û jina Kurd xeteke azadiyê diyar kirin. Di roja me ya îro de tevahî jin jî li ser vê xetê dimeşin. Mînak, cara yekeme cihên weke Reqa, Tebqa û cihê rizgarkirî yên Dêra Zorê jin wê 8'ê Adarê pîroz bikin. Li ser vê yekê hûn çi dibêjin?  

Jina Kurd li Kobanê hişmendiya baviksalarî têk bir û ev têkoşîn pêl bi pêl belav bû. Jina Kurd ji bo ku hişmendî û pergala baviksalarî têk bibe sond xwariye wê tola xwe ya bi salan rabike. Ev di şexsê hêzên YPJ'ê de derketiye holê. Em vê kelecan û coşê dijîn. Bi 8'ê Adarê re bi dirûşmeya 'wê berxwedana jinê azad bike' re em ê bi teqez heya 4'ê Nîsanê tecrîda girankirî ya li ser Rêber APO tê meşandin têk bibin û wê pergalê jî hilweşînin. Serok APO wiha ji me re got, 'ne tenê ez tecrîdkirî me, jin, civak bi temamî tecrîdkirî ye.  Vê yekê wisa bizanin û ji bo wê têbikoşin'. Ji ber vê yekê tevahî jinên cîhanê, lê bi taybetî jinên Kurd divê li her qadê 24 saet em di nava têkoşîn û berxwedanê de bin. Ji ber em jî di nava tecrîdeke girankirî de ne. Heya ku em vê tecrîdê neşkînin em ê nikaribin rehet bijîn.

We jî diyar kir ku niha berxwedaneke dîrokî heye. Dêra Zor jî hêdî hêdî ber bi rizgarbûyînê ve diçe. Weke tevgera azadiya jinê dirûşm û îdeaya we ya vê salê çi ye?

Weke tevgera azadiya jinê KJK em di wê îdea û baweriyê de ne ku em ê tecrîdê têk bibin. Weke her tim pêşengiya vê berxwedanê jin dike. Di çanda têkoşîna azadiya jinê de her tim berxwedanî di pêş de ye. Bi berxwedanê em gihiştine azadiyê û bi berxwedanê em bi ser ketine. Bi dirûşmeya me 'em ê bi berxwedanê bi ser bikevin' re em ê bi Rêberê xwe re jiyaneke azad bijîn. Em ê pergala Îmraliyê hilweşînin, bi Rêberê xwe re azad bijîn. Em jin, li ku derê dibin bila bibin li hember vê faşîzma reş a ku li dijî me tê meşandin bi ruhê Leyla Guven û tevahî hevalên berxwedêr têbikoşin û berxwedana xwe bilind bikin. Ev faşîzma tê kirin ne tenê li dijî jinên Kurd û civaka Kurd e. Li her derê belav bûye. Ji ber vê divê em dakevin qadan, li dijî faşîzmê serî rakin, bibin yek deng, yek helwest. Ji bo me jinan êdî dem hatiye ku em konfederasyona xwe ava bikin. Bi vê bîr û baweriyê em ê bi ser bikevin û bibin yek.