Di meha Cotmehê de li Tirkiyeyê 40 jin bi şîdeta mêr hatin kuştin

Li gorî rapora Cotmeha 2017'an a Platforma 'Em ê pêşî li kuştina jinan bigirin', 40 jin ji aliyê zilaman ve hatine kuştin, destdirêjî li 32 zarokan hatiye kirin û şîdeta zayendî li 25 jinan hatiye kirin.

Li Tirkiyeyê, ku desthilatdariya AKP'ê bi rêya qanûnên derxistî dest danî ser gelek destektiyên jinan, şîdeta li jinê tê kirin zêde bûye. Rapora Cotmeha 2017'an a Platforma 'Em ê pêşî li kuştina jinê bigirin' asta şîdeta li jinê tê kirin raxist pêş çavan. Platformê li gorî nûçeyên di çapemeniyê de cih girtin rapor amade kir.

Li gorî raporê, di nava meha Cotmehê de 40 jin ji ber şîdeta zilam jiyana xwe ji dest dan. Destdirêjî li 32 zarokan hate kirin û li 25 jinan jî şîdeta zayendî hate kirin. Li gorî van encaman, hejmara kuştina jinan li gorî sala bihurî gelekî zêde bûye. Di raporê de hat bibîrxistin ku sala 2016'an bi giştî 328 jin hatibûn kuştin. Di raporê de hat ragihand, di sala 2017'an de heta meha Cotmehê bi giştî 339 jin hatine kuştin.

Li gorî raporê, jin herî zêde li van bajaran hatin kuştin: "Li Stenbolê 8, li Antalyayê 4, li Aydin, Edene, Dîlok, Tekîrdag, Manîsa û Yozgatê jî 2 jin hatin kuştin. 28 ji van jinan li mala xwe, 2 di wesayitê de, 1 jî li wesayita stargehê hatin kuştin. Yên din jî li kolanan, li derve, li zeviyan, qenala avdanê yan jî li deryayê hatin kuştin. Yek ji jinên di meha Cotmehê de hatin kuştin Elman e, 3 jî ji Sûriyeyê ne.

Li gorî lêkolîna Komeleya Psîkiyatrî ya Tirkiyeyê, li Tirkiyeyê di nava 10 salên dawî de hejmara zarokên destdirêjî li wan hate kirin 250 hezar e. Di vê lêkolînê de hat destnîşankirin, ku di mijara destdirêjiya zayendî ya li zarokan de Tirkiye li gelemperiya cîhanê di rêza sêyemîn de ye.