Di Konferansa Kurd a li PE’yê hat kirin de ‘Jin jiyan azadî‘ hat nîqaşkirin

Li Konferansa Kurd a Navneteweyî ku cara 17’emîn li Parlamentoya Ewropayê tê lidarxistin, niqaşa dirûşmeya “Jin jiyan azadî“ hat kirin.

Rûniştina dawîn a konferansê ku du roj in tê kirin, ji bo têkoşîna jinan hat veqetandin. Antropolog Neşe Ozgen, moderatorî ji rûniştinê re kir. Ozgen, got: “Dewlet, bi tenê bi dewletan re diaxivin, em dixwazin dinyayekê amade bikin ku jin bikarin bi jinan re biaxivin“ û jinên ji bo azadiya jinan têkoşiyane, bi bîr anîn.

Ozgen, bang li jinên li Kurdistanê û Tirkiyeyê kir ku bi rêxistin bibin û bang li hemû jinên li cîhanê jî kir ku “konfederalîzma demokratîk a jinan a cîhanê, bi hev re ava bikin.“

Di mijara “Jin jiyan azadî“ ku de paradîgmayeke azadiyê ye, ji Spanyayê Meryem Fathî li ser navê Komeleya Jinên Azad ên Kurdistanê axivî. Fathî diyar kir ku pergala zayendperest her tim jinan ji xwe re dike armanc û destnîşan kir ku rejîma Îranê 40 sal in ku li dijî jinan e. Fathî anî ziman ku 40 sal in jin li Îranê zilmê dibînin û wiha got: “Jinên li Kurdistanê têdikoşin, kir ku dirûşmeya ‘Jin jiyan azadî’ bibe dirûşmeyeke navneteweyî. Li her dera cîhanê, jin êdî hêrsa xwe ya li dijî dewleta Îranê, bi vê dirûşmeyê tînin ziman.“

Fathî ku behsa pirsgirêkên cur bi cur ên li Îranê kir, destnîşan kir ku tevî êşkence, kuştin û bidarvekirinê û jehrîkirinê berxwedan berdewam e. Fathî, îşaret bi têkoşîna jinên Kurd kir û da xuyakirin ku bi tevgera li Kurdistanê re mirov jî rabûne ser pêyan.

Di bin navê sernavê “Piştevaniya navneteweyî ya ku heye – çêkirina tifaqa jinan“ de Endama PE’yê Evîn Încîr ku ji koma Sosyalîst û Demokratan e, pêşkêşiyek kir. Încîr got ku ew raportora Filîstînê ya PE’yê ye wiha axivî: “Mafên Kurdan, perçeyekê mafên mirovan e, perçeyekê hiqûqa navneteweyî ye. Mafên mirovan li kû binpê bibin divê mirov li dijî têbikoşe.“

Încîr bi lêv kir ku jinên Kurd her tim di têkoşîna ji bo demokrasî û azadiyê de li herî pêş in û anî ziman ku “Jin jiyan azadî“ sê peyvên pir giring in û behsa bandora dirûşmeyê kir.

Încîr destnîşan kir ku azadiya jinan, azadiya mirovahiyê ye û wiha got: “Bi ya me, hem proleterya hem jî jin divê bibin yek.“ Încîr, banga geşkirina têkoşîn û piştevaniyê kir.