Di Girtîgeha Bakirkoyê de paranoya ÎMC TV!

Di Girtîgeha Bakirkoyê de paranoya ÎMC TV!

150 jinên siyasî yên di Girtîgeha Tîpa L ya Bakikoya Stenbolê de ji bo bikarin temaşeyê ÎMC TV bikin, serlêdan kirin. Lê serlêdana bi hinceteke sosret hate redkirin; “Hûn ji binnivîsan ferman digirin!”

Ev daxwaz ji ji girtiyên siyasî yên di Bloka B’yê de hat. Jinên girtî bi mehan in ji bo bikarin kanala ÎMC TV temaşe bikin, serlêdan dikin. Lê heta niha tu encamek bi dest nexistine.

Her çendî ev kanal bi rehetî li hemû girtîgehên din tê temaşekirin, lê belê rêveberiya Girtîgeha Bakirkoyê, bi hincetên sosret vê yekê red dike û vê carê jî binnivîsên kanalê kir hincet.

Girtiya ji doza PKK’ê Yasemîn Aslan da zanîn ku hema her hefte bi daxwazname û rû bi rû hevdîtinan pêk tînin û got; “Dema me destpêkê serlêdan kir, ji me re gotin ku niha em tenê dikarin 25 kanalan bidin we, ji bo kanalên nû lê bên zêdekirin, divê sîstema wê bê guhertin.”

Aslan ragihand; “Me jî da zanîn ku em weke girtiyên siyasî yên vê girtîgehê, mafê me heye ku em 25 kanalan ji xwe hilbijêrin. Vê carê jî hincetek din peyda kirin û diyar kirin ku girtiyên qawişên edlî van kanalan dixwazin. Kral TV jî hate girtin. Gava me di vê daxwaza xwe de israr kir, di hevdîtina dawiyê de êdî rûyê wan ê rast aşkere bû.”

KRAL TV’YÊ JÎ GIRTIN

Aslan got; “Duwemîn mudurê girtîgehê Muharrem Aydin bi aşkereyî got di ber ÎMC TV re binnivîs derbas dibin, hûn jî ji van peyamên derbas dibin fermanan digirin. Ji bo em nekenin me xwe bi zorê zeft kir. Aslan diyar kir ku wan ji rêveberiyê re gotine ku di ber Kral TV’yê re jî sms derbas dibin û piştre jî wê jî girtin. Aslan wiha berdewam kir; “Di ber hemû kanalan re binnivîs derbas dibin, herî zêde sms di ber Kral TV re derbas dibin, piştî ku me wisa got Kral TV’yê jî girtin.”