Di derbarê Guven de biryara girtinê hate dayîn

Piştî biryara berdanê ya Parlementera HDP'ê ya Colemêrg, dozgeriyê îtirazî biryara berdanê kiriye û biryara girtinê hatiye dayîn. Parêzera Guvenê Reyhan Yalçindag Baydemîr got: "Hîn biryar teblîxî me nehatiye kirin, lê bi devkî hat gotin."

Di derbarê Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê û Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven a derheqê wê de biryara berdanê hat dayîn, Serdozgeriya Komarê ya Amedê îtirazî vê biryarê kiriye û biryara girtina wê hatiye dayîn.

Têkildarî mijarê parêzera Guvenê Reyhan Yalçindag Baydemîr ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî û wiha got; “Li ser îtîraza dozger muwekîla min Leyla Guven nehate berdan. Lê belê hîn biryar teblîxî me nehatiye kirin, lê bi devkî hat gotin. mesaî qediyaye  lê hîn li UYAP'ê nehatiye barkirin. Em  li benda biryarê ne."