Di Cotmehê de herî kêm 36 jin ji aliyê mêran ve hatin qetilkirin

Hate ragihandin ku di Cotmehê de herî kêm 36 jin ji aliyê mêran ve hatin qetilkirin. 21 jin jî bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dan.

Ajansa Nûçeyan a Jinê (JINNEWS) çeteleya tundiyê ya Cotmehê parve kir. Li gorî çeteleyê; di Cotmehê de 36 jin hatin qetilkirin û 6 jin jî bi hewldana qetilkirinê re rû bi rû mane. Her wiha di Cotmehê de de 21 jinan û 7 zarokan bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan. 21 jin ji aliyê hevjînên xwe ve, 5 jin ji aliyê xizmên xwe yên mêr ve û 5 jin jî ji aliyê mêrên ku nas dikirin ve hatin qetilkirin. Ji jinên hatine qetilkirin 20 jê bi çekê, 6 jê bi alavên tûj, 8 jê jî bi êşkence û rêbazên din hatin qetilkirin. Jinek jî hem bi çek hem jî bi alavên bibir hate qetilkirin. 
 
Ji jinên hatine qetilkirin 7 jê li Stenbolê, 8 jê li Enqereyê, 3 jê li Xarpêtê, yek jê li Aydinê, yek li Denîzliyê, yek li Muglayê, yek li Edeneyê, yek li Îzmîrê, yek li Erziromê, yek li Ispartayê, yek li Mêrdînê, yek li Kocaeliyê, yek li Sêwasê, yek li Kirklareliyê, yek li Antalyayê, yek li Kayseriyê, yek li Yozgatê, yek li Rihayê û yek jî li Çanakkaleyê hat qetilkirin. 
 
Der heqê mêrên ku 4 jin qetil kirin, biryara dûrxistinê hebû lê dîsa jî pêşî li qetilkirina wan nehat girtin.