Bi wesîleya 15'ê Sibatê, salvegera Komploya Navnetewî ya ku li ser Rêber Apo hatiye pêkanîn, dayikên Şehîdan komploya 15'ê Sibatê şermezar kirin û hestên xwe yên hevdîtina cara yekem a bi Rêber Abdullah Ocalan re anîn ziman, her wiha diyar kirin ku Rêber Apo bi fikir û felsefeya xwe di her alî de piştgirî daye jinan.
Di destpêkê de ji navçeya Mabeta ya bajarê Efrînê dayîka du şehîdan û xwîşka du şehîdan Şaziya Îbrahîm ''Dayîka Şehîd Elî'' axivî û got "Rêber Apo ji bo min ronahî ye." û dest bi axaftinê kir û qala hevdîtina xwe ya cara yekem a bi Rêber Abdullah Ocalan re kir û wiha domand, ''Di sala 1991'an de li Lubnanê min cara yekemîn Rêber Apo dît, wek jin ji bo min xewn û xeyalek mezin û mereqek bû ku ez Rêber Apo bibînim. Ji bo însanên oldar ji wan re çûyîna hecê mereq e, lê ji bo min dîtina Rêber Apo ji wê zêdetir bû.''
Di dewama axaftina xwe de Dayîka Şaziya çîroka xwe vegot û wiha pê de çû, ''Di wê demê de Rêber Apo ji hevalên ku bi min re derbas saheya Serokatî bûne pirsiya û ji wan re got hûn ê li vir çi bikin? Hevalan gotin em hatine dewreya xwe li vir bistînin. Rêber Apo berê xwe da min û ji min pirsî got tu yê çi bikî? Min got Rêberê min ez hatime vir te bibînim û vê derê bibînim û ez ê jî li vê derê dewra xwe bistînim. Di dewama pirsên xwe de Rêber Apo pirsa zarokên min kir, min got 6 zarokên min hene. Li min vegerand û got du zarok jî yê Şehîd Çîlo, ''Şehîd Çîloyê birayê Dayîka Elî''. Di wê demê de Rêber APO ji min re got ''PKK hatiye malan ava bike ne ku malan xera bike.'' Bê ku ez jê re bêjim destê xwe da ser serê Rukenê, keçika bi min re keça Şehîd Çîlo, û jê re got Ruken tu yê mezin bibî û bi bavê xwe serbilind bî. Ez li hember Rêber Apo matmayî mam ku çawa navê keçikê zanî. Me di awirên Çavê Rêber Apo de dinyayek didît.''
Di berdewamiya vegotina çîroka xwe de Şaziya Îbrahîmê got "Rêber Apo ji me re gotiye bi min ve neyên girêdan bi Şehîdan ve bên girêdan" û dom kir, ''Rêber Apo li wir ji me pirsî û got hûn wek jin hûn ê ji vir biçin û çi bikin? Dema ku em bi Rêber Apo re diaxivîn me di heman demê de xeyal jî dikir û digot ka ez ê herim malê çi bikim, divê ez jineke têgihiştî û baldar bim û xwe di nav jiyanê de hîs bikim û bikarim jinên derdora xwe jî şiyar bikim. Ji ber ku di wê demê de Rêber Apo digot kesê ku bêjê ez zana me divê sînoran qebûl neke. Li wir me sozek da Rêber Apo, wî jî ji me re got yên ku civakê diafirînin jin in, ji bo wê jin civak bi xwe ye.''
Dayîka Şehîd Mazlum û hevjîna Şehîd Mustafa Necah Gulo ya ji Qamişloyê qala hevdîtina xwe ya cara yekem a bi Rêber Abdullah Ocalan re kir û wiha dest pê kir, ''Cara yekem me di sala 1990'an de li Lubnanê bi Rêber Apo re hevdîtin kir. Di wê demê de gel bi girseyî hatibû, nêzî 15-16 hezar kes hatibûn; dayîk, bav, ciwan, zarok, jin... Kesî ji wan negot rê dirêj e an astengî hene. Ji vir heta Şam û Lubnanê, her kesî mereq dikir ku yek ji wan ez bûm. Me digot em ê Serokatî bibînin û me ji xwe dipirsî eceba kesayeta Rêber Apo kesayetek çawa ye. Dema min cara yekem Rêber Apo dît, bi taybet wek jinekê dikarim bibêjim me hebûna xwe di kesayeta Rêber Apo de dît.''
Necah di dewama axaftina xwe de anî ziman ku di wê demê de me hestên ku mirov nikare terîf bike li wê sehayê jiyan û dewam kir, ''Di wê demê de dema em derbas sehayê bûn, li derdora me leşkerên me hebûn. Di wê kêliyê de me hestek dijiya ku nikarim terîf bikim. Dema ku Rêber Apo derbasî qadê bû min ji hevalê xwe bi awayekî ku neyê bawerkirin pirsî û min got "Em li ber televîzyonê ne?" Wî ji min re got Rêber Apo hat. Di wê demê de Rêber Apo ji me re qala 28 serhildanan û destpêka vê fikra xwe kir. Rêber Apo miletekî rûbirûyê tunebûn û windabûnê anî ba hev û ji mirinê xilas kir. Loma min azadiya xwe di şexsê Rêber Apo de dît.''
Necah di axaftina xwe de bal kişand û got ku min 4 mehan li saheya Rêber Apo perwerde dîtiye û wiha domand, "Her gava ku Rêber Apo derbasî kampê dibû, bi her kesî re diyalog ava dikir. Rojekê hat û ji me jinan re got werin em ê meşa azadiyê bikin. Wî piştgiriyeke gelek mezin dida jinan. Me ferq û cudahiya fikira Rêber Apo ji serhildanên berî wî hatine kirin dîtin. Bi fikir û felsefeya Rêber Apo têkoşîna azadiyê dest pê kir û Rêber Apo xwe di dilê gelan û civakan de da qebûlkirin. Ji zarok û heta kal û pîran bi Rêber Apo ve hatin girêdan û li dora Rêebr Apo kom bûn.''