Destaneke ya lehengiyê: Sarîna Dîcle

Hevrêyên têkoşînê anî ziman ku gerîla Sarîna Dicle bi terzê xwe yê têkoşînê gerîlayeke mînek e û gotin: “Hevrê Sarîna di Pêngava Şemzînanê de bi berxwedana xwe ya lehengî bûye semboleke nemir.”

Dîroka Kurdistan û PKK’ê gelek destanên lehengiyê li xwe digirin. Dema ku em guh didin hevrêyên têkoşînê yên qala kesayet û lehengiya gerîlaya YJA Starê Sarîna dikin, li aliyekê li pêşberî şoreşgerekî jin a wiha şerker hestyar û li aliyê din carekî din rastiya kesayeta jina Kurd a berxwedêr dibînin.

Sînem Unver a rengê pora xwe ji rojê û çavê xwe ji şîniya esmanan girtî, sala 1993’an li navçeya Qilaban a Şirnexê di nava malbatekî welatparêz de hatiye dinê. Sînem dema hê li ser çokên dayika xwe bi rûkeniya xwe ji ber polîtîkayên qirker ên dewleta Tirk ji xaka xwe Botanê koçî Wanê dikin. Sînem a di zarokatiya xwe de pir bi tevger bû û li cihê xwe ne disekinî, li taxa Hecîbekir her demê di nava zarokan de gotina wê dihate guhdarkirin û zarokek di hemû lîstikan de serketî bû.

HESKIRIYA ÇIYAN BÛ

Sînem a şevê li cihên bilind ên taxa Hecîbekir berê xwe dida çiyayê Erek, li hilatin û çûna ava ya rojê ya li ser Gola wanê û li rengiya Suphanê dinêrî, girêdayî xweza û çiyan bû; li ser naskirina yekem a partiyê wiha gotibû: “Malbata min malbatekî wilo bû ku her demê xwedî li nirxên Kurdbûnê derdiket û welatparêz bû. Dema ez li mal bûm min zêde partî û Rêbertî nasnedikir. Min fîlmê Bêrîtan ê hevrê Xelîl Dag kişandibû temaşe kir. Dema min li vî fîlîmî temaşe kir, berxwedana hevrê Bêrîtan bandorekî mezin li min kir. Ji bo vê ji bo di oxira felsefeya Rêber Apo de şer bikin li gel 4 hevrêyên xwe sala 2009’an em tevlî gerîla bûn.

Sînem a sala 2009’an tevlî gerîla bû êdî navê wê Sarîn bû. Sarya Adar a hevrêya Sarîna li ser kelecaniya Sarîna ya gavên destpêkê yên li çiya wiha dibêje: “Sarîna bi kelecaniyeke mezin berê xwe dabû çiyayên Kurdistanê. Dema ku me berê xwe da çiyan û şûnde tim bi heskirina xwe ya çiyan tevlî kar dibû. Wisa xwedî heskirin bû ku; li cihê lê girêdana jiyanê û hêviyê dida avakirin. Tevî ku li çiya nû jî bû, jêhatî û pir xulikar bû.

ÇAVKANIYA HESKIRINÊ BÛ

Sarînîa gava yekem a xwe ya çiya diçe Xakûrkê. Rênas Çîçek a li herêma Xakûrkê Sarîna ya li her qada Xakûrkê pratîkê dike û li wir dinase got: “Ez li gel hevrê Sarîna di perwerdehiya destpêkê de me hev nas kir. Hevrê Sarîna pir pak û sade bû, vê taybetmendiya wê dikir ku çavkaniya heskirina hevrêyên xwe be. Her demê bi sekna xwe ya redîkl, bi terzê xwe yê rastiya rêxistinê parastinê li nava hevrêyên xwe mînak bû.

Her sibehê me spor û perwerdehiya komandoyê didît. Perwerdehiya komando her demê zehemt diborî. Wê sibehê jî pir beziyabûn, tevî ku hevrê Sarîna pir westiya bû jî, dev ji bezê berneda. Hevrê Sarîna heta ku ji ser hişê xwe neçû dev ji bezê berneda, vê pir bandor li min kir. Wê demê min zanî ku hevrê Sarîna pir xwedî vînekî bihêz û girêdayî armancên xwe ne.”

BIRAYÊ WÊ DI KOMKOJIYA ROBOSKÎ DE ŞEHÎD BÛ

Hevrêya têkoşînê ya Sarînayê Amara Gever, hestên xwe wiha anî ziman: “Em bi hevrê Sarîna re li herêma Arê man. Hevrê Sarîna fermandara min a tîmê bû. Hevrê Sarîna bi nêzîkatiyek ku bide qezenç kirin nêzî hevrêyan dibû. Wê qezençkirina kesan weke serkeftinekê digirt dest. Birayê hevrêya Sarîna di komkojiya Roboskî de şehîd bû. Dema hevrê Sarîna agahiya şehîd bûna birayê xwe ji televîzyonê bihîst, li hemberî xwîn sariya wê em hemû matmayî man.

Hevrê Sarîna pir gihayî û bi îdeolojîk nêz bû û digot; ‘Her roj hevrêyeke min şehîd dibe, her roj dilê bi hezaran dayik dişewite, tu cudahiya birayê min ji yên hevrêyên min nîne, çi dibe bila bibe ji bo hemû êşên dayikan bi dawî were ez ê hesabê vê ji dijmin bixwazim.’ Bi rastî jî Sarîna pir lêgerîn dikir, hertim dixwest Rêbertî hîn ji nêz ve fam bike. Ew hertim weke milîtanek Rêbertî bi fedayî tevlî jiyanê dibû.”

Întikam Welat ê yek ji hevêrên têkoşînê ya bi Sarîna re li heman eniyê şer bû, qala têkoşîna destanî ya hevrê Sarîna ya di 29’ê Tîrmehê ya şerê li Girê Sênalka ya herêma Xakurkê qewimî de kir û got: “Em bi hevrê Sarîna re di nava heman yekîneyê de bûn. Di operasyona ku şeva 24’ê Tîrmehê derketî de, yekîneyên dijmin hatin Tepeyê Sênalka yanî tepeyê ku em li wir. Hevrê Sarîna bi sekna xwe ya di nava şer de destan dinivîsand. Me hemûyan ji hevrê Sarîna hêz digirt. Ew di rastiya xwe de bi zindîkirina ruhê heval Bêrîtan destanek a berxwedanê bû.”

BI TILÎLIYÊN XWE BÛ SEMBOLEK BÊ MIRIN

Gêrîla Rêber Çîçek ê ku di pêvajoya heman operasyonê de cihê xwe digirt jî sekna berxwedêr a Sarîna bi van gotinan vegot: “Li herêma operasyonê em nêzî girê hevrê Sarîna lê dima bûn. Hevrê Sarîna li dijî dijmin çeka BKC bikar dianî. Bi BKC’ê di destpêka şer de 8 leşker îmha kiribû. Piştre şer hîn giran bû û li girê ku hevrê Sarîna lê gelek hevrê birîndar bû, ber êvarê ji bo teqwiyeyê yê hinek hevrê çûn wî girî. Her çiqas hevrêyan ji heval Sarîna xwest ku hevrêyên birîndar bibe eniya piştê jî hevrê Sarîna gir ber neda.

Hevrê Sarîna ji bo xwe serkeftin kiribû armanc û digot; ‘Çi bibe bila bibe ev gir na keve.’ Hemû hevrêyan ji sekna hevrê Sarîna hêz digirt û şer dikirin. Hevrê Sarîna ruxmê hemû teknîka dijmin, nîşan da ku milîtanek ku ji xwe re serkeftinê bike armanc tiştek namîne ku bi dest nexe. Bi pêşengiya berxwedaniya mezin a hevrê Sarîna dijmin li Girê Sênalka têk çû. Hevrê Sarîna bi tarzê têkoşîna di nava şer û jiyanê de nîşanî me da ku milîtanek Apoyî çawe dibe. Hevrê Sarîna di Pêngava Şemzînanê de bi destana xwe ya berxwedanê weke qehremanek mezin, bi tilîliyên xwe bû sembolek bê mirin.”