'Dem dema rabûna li ber dagirkeriyê ye'

Însiyatîfa Jinên Başûrê Kurdistanê ya Ewropayê: Bi navê jinên Başûrê Kurdistanê em dibêjin; Heftanîn, Metîna û Garê ji bo me ne tenê çiya ne; ew nîşaneya Kurdên azad e, jinên azad e, Kurdistana azad e.

Însiyatîfa Jinên Başûrê Kurdistanê yên li Ewropayê daxuyaniyek da û destnîşan kir ku ew alîgirê yekîtiya neteweyî ne, li dijî faşîzm, dagirkerî, xiyanet û nokeriyê ne.

Însiyatîfê bal kişand ser êrişkariya rejîma Erdogan a li dijî êkoşîna azadî û hebûnê û diyar kir ku ev êrişkariya faşîzma Erdogan ne ber tengavî û têkçûna wan e.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Rejîma Erdogan a faşîst ji bo karibe li ser piyan bimîne, ji bo temenê desthiltadariya xwe dirêj bike li hundir û derve di nava şerekî topyekûn de ye. Yek ji qadên bingehîn ku dixwazin şer li wir giran bikin, xaka Başûrê Kurdistanê ye. Tevî operasyona dagirkeriyê ya 15'ê Hezîranê (û beriya wê bi salan jî dewam dike), dewleta Tirk a ku zêdeyî 40 baregeh li Başûr çêkiriye, li gel PDK'ê hêza leşkerî bi çekên giran li Garê, Heftanînê û Metînayê bi cih dike. Hêzên leşkerî yên dewleta Tirk, MÎT û PDK bi rengekî eşkere gefê li gundiyan, sivîlan û jinan dixwin. Pêla zext û girtina rewşenbîr, nivîskar û rojnamevnan bilind dibe. Li herêma Behdînanê dagirkerî gihîştiye asteke welê. Peymana hikumeta Iraqê û PDK'ê ya li ser Şengalê jî ku sala 2014'an qirkirineke mezin lê çêbûbû, parçeyek ji vê planê ye.

Em; jinên ku alîgirên yekîtiya neteweyî ne, li dijî faşîzm, dagirkerî, xiyanet û nokeriyê ne. Bi navê jinên Başûrê Kurdistanê em dibêjin; Heftanîn, Metîna û Garê ji bo me ne tenê çiya ne, ew nîşaneya Kurdê azad, jina azad û Kurdistana azad e. Warê nirxên me yên moralê ne, nirxên mirovahiyê ne. Ev çiya, ev xak dergûşa mirovahiyê ne, mabetên qedîm ên xwedawendane. Em; jinên Başûrê Kurdistanê yên li dîasporayê, heta dawiyê em ê li ber dagirkerî û mêtingeriyê rabin. Dem hatiye ku em serê xwe li ber faşîzm, emperyalîzm û nokeriyê rakin. Ji bo vê jî di serî de jinên ji Başûrê Kurdistanê em bang li jinên Kurd hemûyan dikin ku bi çalakiyên demokratîk li ber qirkerî û dagirkeriyê rabin. Divê em ji bîr nekin; têkoşîna me ya bi biryar a li dijî faşîzm, dagirkerî û zîhniyeta mêr, wê me bigihîne azadiyê."