Dayikên Şemiyê pirsa aqûbeta Agaya kirin

Dayikên Şemiyê pirsa aqûbeta belavkarê rojnameya Ozgur Ulke Îsmaîl Agaya kirin.

Dayikên Şemiyê ji bo ku li aqûbeta xizmên xwe winda bipirsin û kujerên wan bên cezakirin di hefteya 847’emîn de bi rêya onlînê çalakiya xwe ya heftane lidar xistin. Di çalakiya vê heftê de, aqûbeta belavkarê rojnameya Ozgur Ulke Îsmaîl Agaya yê di 29’ê Gulana 1994’an de hatibû windakirin, hat pirsîn.

Dayika Îsmaîl Agaya Mufîde Agaya, ewil axivî û wiha got: “Ev 27 salin li kurê xwe digerim. Ez tiştekê naxwazim, tenê kurê xwe dixwazim. Ez hestiyên wî dixwazim. 27 sal derbas bûn, ma çûkan kurê min birin? Yên ku dizanîn kurê min li ku derê ye, ji bo Xwedê bila nîşanî min bikin. Ji bilî vê ez tu tiştek din ji wan naxwazim. Ez kurê xwe, hestî û kefenê wî dixwazim.”

Piştre Hevserokê Şaxa ÎHD’ê yê Êlihê Devran Yildiz, axiv û dosyeya Agaya bibîr xist. Yildiz, diyar kir ku ev 27 salin di doseyay Agaya tu pêşketin tuneye û wiha got: “Roja ku Îsmaîl Agaya hat windakirin, şahid û cîranan gotin wan Îsmaîl dîtine. Lê dozger qet tenezulê van îfadeyan nekir û lêpirsîn neda dest pê kirin. Dîsa ligel hemû israrên malbatê jî, lêkolînek bi bandor nehat kirin. Dosya 27 salin, di refên bi toz de tê rawestand. Ji bilî vê tu tişt nehatiye kirin.”

Hevseroka Şaxa ÎHD’ê ya Êlihê Rumeysa Denîz Kaya jî, daxuyaniya vê hefteyê xwend. Kaya, diyar kir ku dijwariya herî mezin a li pêş têkoşîna xizmên windayan polîtîkayên înkar û necezakirinê yên dewletê ne. Em ji bo Îsmaîl Agaya edaletê dixwazin. Îsmaîl Agaya yê 20 salî li Êlihê bi malbata xwe re dijiya. Belavkariya rojnameya Ozgur Ulke dikir. Piştî belavkirina rojnameyê, di înşaetê de dixebitî. Şeva 29’ê Gulana 1994’an, ji bo ku biçe mala xizmê xwe ji malê derdikeve. Lê Îsmaîl ne diçe mala xizmê xwe û ne jî paşve vedigere malê. Dayika wî Mufîde Agaya li ser vê yekê dest bi lêgerîna kurê xwe dike. Jinên li derdorê jiyan, ji dayika wî re dibêjin, ciwanek ji aliyê 3 kesên biçek û kincên sîvîl li ser wan bû ve bi zarokê li otomobêlê hat siwarkirin û revandin. Malbat û hevalên Îsmaîl ên xebatê diçin Qereqola Polîsan a Navendê û serlêdan dikin. Lê hemû serlêdanên malbatê bi demê re bê encam dimînin û carek din agahî ji Îsmaîl nayê girtin.”

Kaya, xwest ku lêpirsînek bi bandor were kirin, da ku çarenûsa Îsmaîl Agaya yê 27 salin agahî jê nayê girtin diyar bibe û wiha bidawî kir: “Çend sal derbas dibin bila bibin, em ê ji bo Îsmaîl Agaya û hemû windahiyên xwe edaletê bixwazin. Em ê dest ji qada Galatasarayê ya ku cihê hevdîtina xizmên windahiyan bû ku ev 148 heftene li me hatiye qedexekirin bernedin.”