Dayîkên Şemiyê li aqûbeta Îsmaîl Bahçecî pirsîn

Di rûniştina 665’emîn a li Qada Galatasarayê ya Dayîkên Şemiyê de li aqûbeta Îsmaîl Bahçecî hate pirsîn.

Di rûniştina 665’emîn a li Qada Galatasarayê ya Dayîkên Şemiyê de li aqûbeta Îsmaîl Bahçecî hate pirsîn. Bahçecî di sala 1994’an de dema xwendekarê zanîngehê bû, di binçavan de hatibû windakirin.

Birayê Îsmaîl Bahçecî, Ûmût Bahçecî di çalakiya Şemiyê de bang li hikûmetê kir û got: "15 sal in AKP li îktîdarê ye. Em ê heta kengî li vir li windayan bigerin?"

Dayikên Şemiyê, di hefteya 665'an de li Qada Galatasarayê bi dirûşmeya "Faîl diyar in, winda li ku ne?" çalakiya xwe berdewam kirin. Xizmên windayan dîsa wekî her heftê pankarta "Faîl Diyar in, Winda li Ku ne?" vekirin, çarikên spî û qurnefil danîn ser pankartê û wêneyên kesên winda hembêz kirin. Dayikan û parêzvanên mafên mirovan vê hefteyê qala çîroka Îsmail Bahçecî kirin.

EM Ê HETA KENGÎ LI VIR RÛNÊN?

Ewil birayê Îsmail Bahçecî Ûmût Bahçecî axivî û wiha got: "Îro dewlet kuştina birayê min înkar dike. Heta niha me li vir bi dehan caran çalakî pêk anîn. Lê em tu carî negihiştin aqûbeta birayê xwe. Li pey wî helbest û karîkatorên wî man. Kurê min ê 15 salî heye min navê wî kir Îsmaîl. 665 hefte ye em li vir çalakiyan pêk tînin. 15 sal in AKP li ser desthilatdariyê ye. Ez ji AKP'ê dipirsim. Hûn ê heta kengî dengê me bibihîzin. Em ê heta kengî li vir bin. Hûn ê kengî Mehmet Agar û Tansû Çîller bidin axaftin?

 SOZA TÊKOŞÎNÊ

Daxuyaniya vê hefteyê ji aliyê Endama Komîsyona Windahiyên Di Binçavan de ya Komeleya Mafên Mirovan, Meryem Bars hate xwendin.

Bars, diyar kir ku kesen hatin binçavkirin û windakirin ji ber ku li pey rastiyê bûn hatin binçavkirin û windakirin û wiha got: "Em li qada Galatasarayê ne. Ji ber ku Tirkiye peymanên îmze kirine pêk nîne û hiqûqê nas nake. Ji ber ku mafê mirovan nayê parastin. Divê Tirkiye bi rastiya xwe re rû bi rû bimîne. Ger ku rastiya berê neyê qebûlkirin û hesap ji wê neyê pirsin, sûcê berê bê hesap bê hiştin dîsa wê heman sûc bê kirin. Ev nîşan dide ku nêta wan heye ku heman sûcan dubare bikin. 665 hefte ne, em li Qada Galatasarayê kom dibin û hesap dixwazin. "

ÇÎROKA BAHÇECÎ

Îsmaîl Bahçeci di 24'ê Kanûna 1994’an de hat binçavkirin û binçavkirinê hat windakirin. Xwendekarê Zanîngeha Marmarayê yê Beşa Çapemeniyê bû. Di heman demê de Serokê Federasyona Komeleya Xwendekarên Tirkiyeyê Îsmaîl Bahçecî bû. Di 24'ê Kanûna 1994'an de hat binçavkirin û carek din agahî jê nehat girtin. Malbatê serî li hemû rayedaran dan, lê tu bersîv negirtin.

Parlamenterê Şirnexê Mahmut Alinak, di 24'ê Çileya 1995'an de windakirina Îsmail Bahçecî bir rojeva meclîsê û xwest bê dîtin. Lê dîsa tu gav nehat avêtin. Dîsa Rêxistina Efûyê û Komeleya Mafên Mirovan kampanya pêk anîn û dîsa tu encam bi dest nexistin. 23 sal derbas bûn, lê hêj tu gav nehatiye avêtin. Midûrê Polîsan ê Giştî yê wê demê Mehmet Agar, Midûrê Polîsan ê Stenbolê Necdet Menzîr, Midûrê TEM'ê yê Stenbolê Reşat Altay, Serdozgerê DGM'ê yê Stenbolê Ahmet Koksal û Waliyê Stenbolê Hayrî Kozakçîoglû nehatin darizandin. Ev tev ji windakirina Îsmail Bahçecî berpirsiyar in. Serokwezîr Tansû Çîller, Wezîrê Karên Hundir Nahît Menteşe û Serokomarê wê demê Suleyman Demîrel ji windakirina Îsmail Bahçecî berpirsiyar in.

Piştî ku daxuyanî hat dayîn Nameya Nûçegîhanên ETHA’yê Îsmînaz Temel û Havva Cûştan hat xwendin.

Piştî çalakiya rûniştinê, çalakiya vê hefteyê bi dawî bû.