Dayikên Şemiyê: Dewlet qetil dike, daraz diparêze

Dayikên Şemiyê destnîşan kir ku hêzên dewletê êşkence û qetil dike, daraza Tirk jî sûcdaran jî diparêze.

Dayikên Şemiyê, çalakiya xwe ya “Bila winda bên dîtin, faîl bên darizandin” a hefteya 855’emîn ji ber şewba vîrûsa koronayê (Kovîd-19) li ser hesabê xwe yê medya dijîtal lidar xistin. Di çalakiya vê heftê de, aqûbeta Mehmet Ertak ê di 18’ê Tebaxa 1992’yan de li Şirnexê, dema ji kana komir a lê dixebitî vedigeriya malê hat destnîşankirin û carek din agahî jê nehat girtin, hat pirsîn.

Hevjîna Mehmet Ertak Emîne Ertak, diyar kir ku hevjînê wê berî 29’an hat windakirin û wiha axivî: “Qet nebe, hestiyên wî bidin me. Bila dewlet derbarê wî de tiştek ji me re bêje û nîşanî me bide. Zarokên min dixwazin goreke bavê wan hebe. Em ê tu carî dev ji lêgerîna Mehmet bernedin.”

Kurê Mehmet Ertak Servet Ertak jî, da zanîn ku 3 xizmên wan, şahidiya destgîrkirina bavê wî kirine. Ertak, diyar kir ku tevî hemû agahî, belge û şahidan jî, rayedarên fermî înkar kirin ku bavê wî hatiye binçavkirin û wiha axivî: “Ligel hemû hewldanên malbatê jî, me tu agahî negirtin. Daxwaza me ya herî mezin, darizandina êşkencekarane. Em ê tu carî daxwaza xwe ya edalet û hiqûqê bi dawî nekin. Em ê heya dawiyê têkoşîna xwe bidomînin.”

Ji Mirovên Şemiyê Kivanç Sert metna çapemeniyê ya vê heftê xwend û wiha got: “Mekanîzmayên îdarî û darazê, di pratîkên hêzên ewlekariya dewletê yên wekî êşkence, kuştin û windakirina dibin çavan de naxebitin.”

Sert bibîr xist ku Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) der barê dosyayê de biryara mehkûmkirinê da û wiha pêde çû: “Em israr dikin ku dosyeya Ertak bê nirxandin. Endamê JÎTEM’ê Mûrat Îpek di sala 1997’am de îtîraf kiribû ku wî bi fermana Midûrê Emniyeta Şirnexê Necatî Altuntaş û Midûrê Şaxa Têkoşîna bi Terorê re Mehmet Kaplan Mehmet Ertak kuştiye û defin kiriye. Lê hemû serlêdanên ji bo Ertak hatin kirin, bê encam man. DMME’yê jî hikumet weke berpirsê kuştina Ertak dît. DMME ji ber vê yekê Tirkiyey mehkûm kir.”

Sert destnîşan kir ku çend sal derbas dibin bila bibin, ew ê dev ji lêgerîna edaletê ya ji bo Mehmet Ertak bernedin û wiha bi dawî kir: “Ev 156 heftene, bi awayekê bêhiqûq Qada Galatasarayê li me hatiye girtin. Qada Galatasarayê ya me ye. Em ê dev jê bernedin.”