Dayik ji bo Yaman û Gul ên hatine windakirin hatin ba hev

Dayikên Şemiyê ji bo Huseyîn Yaman û Soner Gul ên 4’ê Gulana 1992’an hatibûn destgîkirin û ji aliyê dewletê ve hatine windakirin hatin ba hev.

Dayikên Şemiyê di hefteya 736’emîn de li aqûbeta windayan pirsîn. Dayikan xwest li çalakiyê li Qada Galatasarayê li wan hatiye qedexekirin çalakiya xwe li dar bixin, lê polîs bûn asteng û destûr nedan. Li ser vê yekê dayikan çalakiya xwe li ber avahiya Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê ku li Semta Taksîmê ye lidar xistin. Polîsan kolana çalakî lê hat lidarxistin dorpêç kirin. Dayikan tîşortên wêneyên windayan li ser bûn li xwe kirin û wêneyên windayan hildan.

Dayikên Şemiyê vê hefteyê li aqûbeta Husamettîn Yaman û Soner Gul ên di 4’ê Gulana 1992’an de hatine destgîrkirin û windakirin pirsîn.

Vê hefteyê Endama Komîsyona Windayan a Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê Besna Tosun xwend û bibîr xist ku dayikan di demên herî dijwar ên dîktatoriyên wek rejîma Kenan Evren li ber girtîgehan dengê xwe dan bihîstin lê di vê serdemê de dengê dayikan tê astengkirin û got: “Rejîma Erdogan dengê Dayikên Windayan ên ji bo zarokên xwe winda li Qada Galatasarayê di nava lêgerîna edelatê de ne asteng dike. Dayikek ji bo ku di merasîma lawê xwe yê di Komkujiya Pirsûsê de axiviye, tê girtin. Dayikên zarokên wan di greva birçîbûnê de ne tên îşkencekirin, bi erdê re tên kaşkirin û tên binçavkirin. Li welateke ku dengê dayikên li windayên xwe digerin û dayikên dixwazin bibin dengê zarokên xwe girtî tê astengkirin, mirov nikare behsa edalet û hiqûqê bike.”

Tosun behsa çîroka Husamettîn Yaman û Soner Gul ên xwendekarên zanîngehê di 4’ê Gulana 1992’an de destgîrkirin de hatin windakirin kir û got 27 sal e edalet pêk nehatiye.

Piştî Tosun birayê Yaman, Feyyaz Yaman axivî û got: “Qada Galatasarayê li daxwaza edalet û hiqûqê hat girtin. Em li erdnîgariyek ku destûrê nadin lêgerîna maf û edaletê diaxivin. Ew her çiqas kolan û qadan li me bigirin jî lê wê lêgerîn û têkoşîna me kêliyekê paş de gav neavêje û heta dawiyê wê dewam bike.”

Piştî axaftinan Dayikên Şemiyê bi wesîleya 3’ê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê qurnefilan dan rojnamegerên çalakiya wan şopandin.