Jinên Efxan li Dusseldofrê mîtîng li dar xist

Jinên Efxan, ji bo tevgerên jin bibin hevpar, bi dirûşmeya “Jin, jiyan, azadî“ bi jinan re li Dusseldorfê çalakî li dar xist.

Tevgera jinên Efxan a li Elmanyayê, li gelek bajaran meş û mîtîngan li dar dixe.

Jinên Efxan, ji bo raya giştî agahdar bike bê kar pêkanînên rejîma Talîbanê li dijî jinan çi ne û ji bo tevgerên jinan bibin hevpar, îro li Dusseldorfê çalakî li dar xist.

Jinên Efxan, Kurd, Elman û Îranî, saet di 16.00’an de ji bo lidarxistina mîtîngê, li Shadowplatzê hatin ba hev.

Di daxuyaniya çapemeniyê de ku dirûşmeyên “Jin, jiyan, azadî“ û “Rejîma Talîban rawestînin“ hatin berzkirin, hat diyarkirin ku rejîma Talîban, ji bo jinan rejîmeke terorî ye.

YJK-E ya li bajarê Koln’ê jî tev li çalakiyê bû.